Rapora ENARê nîşan dide, pêşeroja kolonyal a Ewrûpayê sebeba newekhevîtîya aborîyê ya îro ye.
Raporeke dawî nîşan dide, bandora dîroka kolonyal hîn jî li ser Ewrûpayê berdewam dike.
Rapora ji alîyê ENARê (Tora Ewrûpî ya li hember Nîjadperestîyê) ve hatîye amadekirin bi taybetî ji analîza dîroka kolonyal a şeş welatên Ewrûpayê pêk tê.
Ev welat Belçîka, Fransa, Almanya, Holanda, Portûgal û Îspanya ne.
Rapor nîşan dide, pêşeroja kolonyal a Ewrûpayê sebeba newekhevîtîya aborîyê ya îro ye.
Di vê belgeya bi navê Gunehê Ewrûpayê: Kolonyalîzm de du mînakên balkêş ên di raporê de cî digirin ev in:
- Belçîka: Li gorî Çavdêrîya Sosyo-Ekonomîk a 2022an, ferqa meaş a di navbera belçîkî û biyanîyan de zêde dibe.
- Koçber li Fransayê koma herî zêde bi xizanîyê re rû bi rû ne (% 30.7). Rêjeya xizanîyê ya fransîyan ji % 17.6 e.
Di dawîya raporê de ENAR bang li rêveberîyên ewrûpî dike, ji bo astengîyên dîrokî û sîstemîk ên Di navbera ewrûpî û biyanîyan de hilweşînin gavan bavêjin.
Şêwirmenda ENARê Magda-Sarah Boulabiza jî dide zanîn, divê wekhevîtî bibe beşeke polîtîkaya Yekîtîya Ewrûpa û welatên endam.
‐———————————————-
Foto: Komeke kolonyalîstên ewrûpî yên li Amerîkayê/X.com
Infowelat