Hamas û El-Fetih Deklerasyona Pekînê îmze kirin

Hamas û El-Fetih li paytexta Çînê ‘Deklerasyona Pekinê” îmze kirin.

Yek ji xalên giring ê deklerasyonê avakirina ‘hukumeta lihevkirinê ya neteweyî’ ye.

Têkiliyên Hamas û El-Fetihê di 2006an de qut bûbû.

Hamas û El-Fetih bi navbeynkarîya Çînê li hev hatin.

Herdû rêxistinên filistînî li paytexta Çînê ‘Deklerasyona Pekinê” îmze kirin.

Di dema merasîma îmzeyê de Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yi jî amade bû.

Hamas, El-Fetih û çend komên din ên filistînî, bi vê deklerasyonê ji bo rêveberîya piştî şer a Xezayê li hev kirin.

Yek ji xalên giring ê deklerasyonê avakirina ‘hukumeta lihevkirinê ya neteweyî’ ye.

Ev hukumet wê ne xwedî hebûneke mayinde be û bi tenê ji bo dema piştî şer li ser kar be.

Têkiliyên Hamas û El-Fetihê ji ber pêşbirka ji bo serdestîya li Xezayê qut bûbû.

Hamas di 2006’an de êriş biribû ser hêzên çekdarî yên El-Fetihê û wan ji Xezayê qewirandibû.

Piştî vê, di hilbijartinê de Hamasê li Xezayê hatibû ser kar û serdestîya xwe heta niha domandibû.

Bi vê hemleya dîplomatîk Çîn nîşan dide, ew aktoreke sereke ya dîplomasîya navneteweyî ye.

Bi taybetî, Çîn dixwaze di demên dawî de bandora xwe ya Ii Rojhilata Navîn zêde bike.

Çînê di adara 2023an de du welatên dijmin, Îran û Erebistana Siûdî jî li hev anîbû.

Her du welat têkiliyên dîplomatîk ji nû ve saz kiribûn û derîyên xwe ji bo bazirganîyê vekiribûn.


Foto: Alên Filistîn û Çînê/X.com  

Infowelat

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Xwîn herikî li Mistonê

Avreş JIYAN Berbanga sibehê bû. Bayeke havînê ji zozanên bakur veqetiyabû û derdor serûbin dikir. …