Sarawak cara ewil wê gaz û petrola xwe bifiroşe.
Sarawak bi vê gavê dixwaze otonomîya xwe ya di nava sîstema federal de xurtir bike.
Sarawak cara ewil wê gaz û petrola xwe bifiroşe.
Şîrketa Sarawakê Sarawak Berhad (Petros) dest bi firotina petrol û gazê kir.
Heta niha erkên firotina çavkanîyên enerjîyê di destên şîrketa federal a Malezyayê Petronas bû.
Şîrketa Sarawak Berhad di 2017an de hatibû damezrandin.
Hukumeta federal Malezyayê qebûl kiribû, erka firotina gas û petrolê transferê Sarawakê kiribû.
Serokwezîrê niha yê Malezyayê Anwar Îbrahîm ji bo di hilbijartina di 2022an de bi ser bikeve soz dabû ew û erka firotina çavkanîyên enejîyê dewrê Sarawakê bike.
Hemleya xurtkirina otonomîyê
Ji bilî erka firotana gaz û petrolê, Sarawak dixwaze ji bo kontrola bendera (lîman) Bintulu û damezrandina şîrketeke rêyên hewayî jî bi Malezyayê re muzakereyan dike.
Bi vê hemleya dawî, Sarawak gav bi gav otonomîya xwe ya li nava sîstema federal de xurtir bike.
Sarawak tevlî herêmên Sabah, Malaya û Sîngapûrê di 1963’an de Federasyona Malezyayê damezrandibû.
Di bin banê vê federasyonê de ji bo Sarawak û Sabahê xweseriyeke berfireh hatibû naskirin.
Lêbelê otonomîya soza wê hatibû dayîn, demeke dirêj pêk nehatibû û ev jî bûbû sebeba alozîya di navbera Malezya û Sarawakê de.
———————————————–
Foto: Çend xebatkarên şîrketa petrol û gazê ya Sarawakê/Petroleumsarawak.com
Infowelat