Îran bersiveke çawa dikare bide Îsraîlê?

Îran ji bo hildana tola Henîye wê bi hevalbendên re xwe re civînekê li dar bixe.

Agahîya derbarê civînê de ji alîyê ajansa nûçeyan Reutersê ve hat ragihandin.

Rêxistinên Filistîn, Libnan, Yemen û Iraqê wê tevlî civînê civîna li Tehranê bibin.

Îran piştî kuştina şefê Hamasê Îsmaîl Henîye li hemberê Îsraîlê ket nava hewldanan.

Hat ragihandin, Îran ji bo gotûbêja vê meseleyê wê bi rêxistinên nêzîkî xwe re nîqaş bike wê civînekê li dar bixe.

Agahîya derbarê civînê de ji alîyê ajansa nûçeyan Reutersê ve hat ragihandin.

Li gorî vê, hevalbendê Îranê yên li Filistîn, Libnan, Yemen û Iraqê wê tevlî civînê bibin ku wê li Tehranê bê lidarxistin.

Çavkanîyeke din jî ji Reutersê re ragihandîye wê lîderê olî yê Îranê Alî Xamaney û fermandarên Supayê Pasdaran jî wê tevlî civînê bibin.

Senaryoyên bersiva Îranê

Îdîa ev e, di vê civînê de wê du senaryoyên tolhildana ji Îsraîlê bên nîqaşkirin.

Yek ji van, bersiveke hemwext a Îran û hevalbendên wê ya li dijî Îsraîlê ye.

Senaryoya duyemîn ji bersivên cihê yên di demên cuda de yên Îran û hevalbendên wê pêk tê.

Serokê Hamasê Îsmaîl Henîye piştî merasîma seroktîya nû ya Îranê, li Tehranê hatibû kuştin.

Hamas û Îran Îsraîlê wekî berpirsê vê êrişê nîşan dabûn.

Rojekê piştî kuştina Henîye, fermandarê Hîzbulahê Fuad Shukr li Beyrûdê hatibû kuştin.

—————————————

Foto: Hevdîtina Hamaney û Henîye ya li Tehranê/Tehran Times (Lîsansa CC 4.0)

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Trump ji bo Ukraynayê bi Putin re axivî

A.Rahman Çelîk Trump ji bo aştiya Rûsya û Ûkraynayê zend û bendan badide. Serokê Amerîkayê …