8’ê çileyê salvegera 14 Xalên serokê Amerîkî Wîlson e ku ji vir 100 sal berê, piştî şerê cîhanê yê yekemîn hatibû pêşniyazkirin.
Amerîka bi vê pêşniyazê, ji bo cîhaneke piştî împaratoriyan amadekarî dikir û dixwest di cîhana nû de bibe xwedî gotin.
Yek ji van xalan, xala 12’emîn di derbarê parçekirina Dewleta Osmanî de bû û lewma ji nêzîk ve Kurdan jî eleqeder dikir.
Di 1918’an de Şerê Cîhanê yê Yekemîn bi hilweşîneriya xwe bê hed û hesab gihîştibû asta herî bilind.
Li Ewrûpa, Rojhilata Navîn û Qafqasyayê bi milyonan leşkerên reben, di xizmeta qral û sûltanan de qira hev danîn.
Serokê Amerîkayê Woodrow Wilson 8’ê çileya di heman salê de, ji bo damezrandina cîhana piştî şer, 14 xalan pêşniyaz kir.
Bidawîkirina şer, kêmkirina çekan, damezrandina rêxistineke navneteweyî û self-determînasona gelên bindest aliyên herî girîng ên van xalan bûn.
Gelên di bin zext û zilma împaratoriyan de bûn, pêşniyazên Wilson ji xwe re kirin rêber û daxwaza diyarkirina qedera xwe ya siyasî kirin.
Pêşniyazên Wîlson li gelek zimanan hatin wergerandin û ji ligel siyaseta navdewletî, ji aliyê gelên bindest jî ji nêzîk ve hat şopandin.
Gelên di bin zext û zilma împaratoriyan de bûn, pêşniyazên Wilson ji xwe re kirin rêber û daxwaza diyarkirina qedera xwe ya siyasî kirin.
Yek ji van xalan, ya 12’emîn bû ku raste rast bi dîzayna erdên Osmanî re têkildar bû.
Wilsin bi çarçoveya xala 12’emîn vê pêşniyaz dikir;
Li erdên Tirk lê zêde ne, Împaratoriya Osmanî divê bibe xwedî dewlet. Lê ligel vê, divê miletên din ên di bin rêvebiriya Osmanî de jî bibin xwedî derfetên jiyaneke biewle û firsenda rêvebiriyeke xweser.
Xala 12’emîn a Woodrow Wilson ku kurdan jî hevparê sîstema cîhanê qebûl dikir, bû qurbana berjwendiyên qirêj ên Brîtanya û Fransayê.
14 xalên Wîlson bûn bingeha sîstema navnetweyî ya piştî şerê cîhanê yê yekemîn û li ser erdên împaratoriya Alman, Awusturya û Osmanî gelek dewlet hatin damezrandin.
Di peymana Sewrê ya bi Osmaniyan re damezrandina Ermenîstan û Kurdistanê jî cî girtin.
Lêbelê dewletên emperyalîst, kurtedemek şûn ve ji sozên xwe vegeriyan û bi dewleta Tirk a Kemalîst re li hev kirin.
Bi vî awayî, Xala 12’emîn a Woodrow Wilson ku kurdan jî hevparê sîstema cîhanê qebûl dikir, bû qurbana berjwendiyên qirêj ên Brîtanya û Fransayê.