Rûsya dîroka Sovyetê ji bo mîlîtarîzma xwe bi kar tîne

 

77’emîn Roja Serkeftinê ya li dijî rejîma Almanya ya Nazî, her sal li Rûsyayê bi perspektifa destbirakiya mîlîtarîzm û nasyonalîzmê tê pîrozkirin.

Îsal şerê li Ûkraynayê bandoreke mezin li vê rojê kir û bernameyên pîrozbahiyê veguherîn şoveke nîşandayina hêza leşkerî ya Rûsyayê.

Wekî her car, îsal jî navenda pîrozbahiyan, Meydana Sor a li paytexta Rûsya Moskowê bû.

Bi hezaran leşkerên ji baskên cuda yên artêşa Rûs, ligel marşên leşkerî di qada merasîmê de meşiyan.

Piştî meşê, vê carê tankên ji dema Sovyetê mabûn, tevî sîstemên pêşketî yên çekan di meydanê re derbas bûn.

Pûtîn: Nato li hemberê Rûsyayê xetereyeke sîstematîk pêk tîne.

Pûtîn: NATO xetere ye

Lê digel temaşekirina vê merasîma bi debdebe, herkes bi miraq li benda axaftina serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bû.

Pûtîn piştî çeleng danî ser abîdeya Leşkerên Nenas, di merasîman de ciyê xwe girt û dûv re dest bi axaftinê kir.

Lîderê Rûs qala dîroka têkbirina faşîzmê kir û welatên Rojava bi xerakirina rastiyên bingehîn ên dîrokê tometbar kir.

Pûtîn gotinê anî ser serkeftina Artêşa Sor a li dijî Almanyaya Nazî û got, nifşên îro neviyên leşkerên wê demê ne ku Nazîzmê bi erdê re kirin yek.

Mîlîtarîzma NATO’yê yek ji mijarên girîng ên vê axaftinê bû û Pûtîn bi van gotinan rêxistinê wekî tehdît bi nav kir:

“NATO li herêmên li ser sînorên me, bi awayekî aktîf bi cî dibe. Lewma jî ew li hemberê me xetereyeke sîstematîk ku tu carî nikare bê qebûlkirin pêk tîne.

Lîderê Rûs li ser dîplomasiya beriya şerê li Ûkraynayê jî agahî dan û got, Rûsya di Kanûna 2021’an de ji bo peymaneke garantiyên ewlekariyê bang li endamên NATO’yê kiriye lê ev yek hatiye redkirin.

Ji axaftina Pûtîn Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî para xwe girt.

Lîderê Rûs bi van gotinan ajot ser Washingtonê:

“Amerîka piştî hilweşîna Yekitiya Sovyetê êdî wekî tekane hêza cîhanî tevgeriya û heqaretê li hemû cîhanê kir.”

Paşxaneya dîrokî ya Roja Serkeftinê

Roja Serkeftinê,  ji aliyê wateya xwe ya dîrokî ve xwe dispêre rizgariya Ewrûpayê ji Naziyan.

Artêşa Sovyetê 9’ê gulana 1945’an Almanyaya Nazî têk bir û paytext Berlîn dagir kir.

Di şer de ji 20 milyonî zêdetir welatiyên Yekitiya Sovyetê mirin û gelek bajarên li vî welatî bi erdê re bûn yek.

Roja Serkeftinê  ji bo bîranîna berdêlên giran û serkeftina leşkerên sovyetê, di salên dawî de li Rûsya û Ewrûpayê tê lidarxistin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Li Swîsreyê serîlêdanên penaxwazîyê zêde bûn

Di sibatê de 2,449 serîlêdanên ji bo penaberiyê li Swîsreyê hatine kirin. Welatîyên ji Afganistan, …