Rûsya proseya îlhaqkirina Donbasê da destpêkirin

 

Beriya biryara surprîz a lîderê Rûs Pûtîn, her du lîderên herêma serhildêr a Donbasê derketin pêşiya kamerayan û proseya bi xetere dan destpêkirin.

Di destpêkê de lîderê Komara Donetskê Denis Puşîlin axivî û ligel spasiyên xwe yên ji bo Rûsyayê got; ew dixwazin herêm bibe parçeyeke Rûsyayê.

Vladmir Putin. Lîderê rûs di ji 1999!’an ve li ser kar e.

Bi vê re hemwext, daxuyaniyek bi vî rengî jî li Komara Lûganskê hat dayîn.

Şefê herêmê Leonîd Paseçnîk ji serokê Rûs daxwaz kir serxwebûna Lûganskê venase.

Di vê şanoya siyasî de ku senaryoya wê berê hatibû amadekirin, îcar dor hat ser Pûtîn û wî jî bi daxuyaniyeke dirêj di televîzyonê de ta bi derziyê ve kir.

Biryara venasînê

Pûtîn got Ûkrayna di dîrokê de herdem parçeyeke dîroka Rûsyayê bûye lê niha bûye kolonî û pêlîstokeke di destên Amerîka û Ewrûpayê de.

Volodimir Zelenski. Serokê Ûkraynayê polîtîkayeke netewperest dimeşîne û dixwaze welatê wî bibe endamê NATO’yê.

Paşê lîderê Rûs got, ji ber pêşketinên dawî wî biryar daye serxwebûna her du komarên li herêma Donbasê nas bike.

Perdeya sêyem a li Rûsyayê jî bi bernameya venasînê ya li Qesra Kremlînê hat vekirin.

Pûtîn her du lîderên herêma Donbasê ya li rojhilatê Ûkraynayê vexwend Kremlînê û di hizûra wan de biryara venasîna komarên Donestk û Lûganskê îmze kir.

Bersiva Zelenskî

Ev biryara wekî bombeyekê kete rojeva cîhanê, Ûkraynayê xiste nava hereketê û îcar dora daxuyaniyê hat ser lîderê Ûkraynî Volodîmîr Zelenskî.

Zelenskî pişta xwe da harîteya Ûkraynayê ku Kirim û Donestkê jî di nava sînorên wê de bûn û got; Rûsya çi dike bila bike, wê tu carî nikaribe sînorên Ûkraynayê biguherîne.

Ûkrayna bi mewkiya xwe ya cografîk û ji aliyê nifûsê ve piştî Rûsyayê welatê herî girîngê Sovyeta kevne .Ûkrayna piştî hilweşîna Yekitiya Sovyetê ya di 1991’an de serxwebûna xwe bi dest xist. Herêma Kirimê di 2014’an de ji aliyê Rûsyayê ve hat dagirkirin. Herwiha bajarên bi navê Donetsk û Lûgansk ên li rojhilatê welêt di destên serhildêrên rûs de ne.

Herwiha serokê Ûkraynî ji bo mijarê bi awayekî lezgîn gotûbêj bikin, bang li Konseya Neteweyên Yekbûyî, Rêxistina Ewlekarî û Hevkarî ya Ewrûpayê û civîneke bilind a formata Normandiyayê kir.

Serokê Ûkraynî bi van gotinên balkêş axaftina xwe bi dawî kir:

Em ne di sala 2014’an de lê di 2022’an de ne. Welatê me ne welatê berê, artêşa me ne artêşa berê ye. Armanca me aştî û aramiya Ûkraynayê ye. Bijî Ûkrayna!

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Katalanî di Wikipediayê de ket pêşîya fransî

Li gorî ensîklopedîya dîjîtal Wikipediayê, katalanî zimanê 5. ê herî baş ê vê platformê ye. …