Hejmara Hezîranê ya Kurdistanê hat weşandin

Di vê hejmarê de hevpeyvîna bi şaredarê bajarê Hernani ya li Welatê Baskê di manşetê de hatîye dayîn. Di hevpeyvînê de tevî înformasyona li ser serfirazîya vejandina zimanê baskî, astengîyên li hemberê prosesa vejandinê jî derdikevin pêş.

Hejmara Hezîranê ya e-kovara Kurdistanê hat weşandin.

Di vê hejmarê de hevpeyvîna bi şaredarê bajarê Hernani ya li Welatê Baskê di manşetê de hatîye dayîn. Di hevpeyvînê de tevî înformasyona li ser serfirazîya vejandina zimanê baskî, astengîyên li hemberê prosesa vejandinê jî derdikevin pêş.

Hevpeyvîna bi Mikaîl Bulbul re ya li ser standardkirina kurdî derfeta famkirina nîqaşên li ser vê mijarê dide xwendevanên Kurdistanê.

Nivîsa li ser hevpeyvîna Firat Aydinkaya ku tê de krîza îdeolojîk a sîyaseta kurd derketîye pêş, nîvîseka din a gelekî balkêş e.

Di vê hejmarê de Avreş Jiyan çîrokek li ser Abdulhamîd Yagizay (Mervan) nivîsî ye ku tê de qehremanîya wî derdikeve pêş.

Nivîskarên din ên vê hejmarê Hesen Huseyîn Denîz, Ronî Riha, Hogir Berbir, Suat Ozalp, Eyub Subaşiû Cahîd Aqil in.

Hemû nivîsên vê hejmarê ev in:

  • Kurdistan weşaneke antî-kolonyalîst e
  • Dewlet ji bo vejandina ziman pêwîst e
  • Standardkirina ziman proseyeke dînamîk e
  • Aydinkaya: Sîyaseta kurd partîyeke Enqerê ye
  • Hebûna dewleta tirk nerewa ye
  • Çapemenîya Kurd û Heqîqet
  • Çiyayê Gabarê û Talana Petrolê
  • Brîtanî ji bo Ocalan name ji CPTê re şandin
  • Komxebata Weşangerên Kurd
  • Fermandarê Mêrdînê: Mervan
  • Kovara Hawarê û Cejna Zimanê Kurdî
  • Mîhrîcana yekemîn a Cizîrê ya piştî 9 salan
  • Xizmeta bi kurdî rastî êrîşê hat
  • Hejmara 6. a Rêya Serxwebûnê

Infowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

733 milyon mirov di asta birçîbûnê de dijîn

733 mîlyon mirov anki ji % 9.1 û nifûsa cîhanê di asta birçîbûnê de dijîn. …