Amerîka Destûra Bingehîn di 1791’an de qebûl kir

10 xalên ewilî yên Destûra Bingehîn a Amerîkayê di 15ê kanûna pêşîn de hat qebûlkirin.

Destûra Bingehîn a Amerîkayê di encama nîqaşên dirêj û lihevkirineke polîtîk a delegeyan de hat qebûlkirin.

10 xalên ewilî yên Destûra Bingehîn a Amerîkayê di 15ê kanûna pêşîn de hat qebûlkirin.

Ev xalên wekî “first 10 amendments” tên binavkirin, derbarê azadiyên civakî, mafê xwedîtiya çekan, awayê xebata dadgehan û mafên eyaletan de bûn.

Destûra Bingehîn a Amerîkayê di 1787’an de li Pennsylvaniayê ji aliyê 55 delegeyan hatibû nivîsandin.

Beriya vê jî, di 1781-89’an de Xalên Konfederasyonê hatibû amadekirin.

Destûra Bingehîn a Amerîkayê di encama nîqaşên dirêj û lihevkirineke polîtîk a delegeyan de hat qebûlkirin.

Mafên eyaletan, temsîliyet û sîstema koledariyê sê mijarên sereke bûn ku li ser wan hat lihevkirin.

Di encama konsensûsê de biryar hat dayîn, sîstema polîtîk a dewleta nû ji Senato û Meclîsa Nûneran pêk were.

Hemû eyalet wê di Senatoyê de bi awayekî wekhev bihatana temsîlkirin.

Lê temsîliyeta li Meclîsa Nûneran wê li gorî mezinbûna nifûsa eyaletan bûna.

Rûpela yekemîn a Destûra Bingehîn a Amerîkayê

Meseleya sîstema koledariyê 

Di dema nivîsandina Destûra Bingehîn de herî zêde li ser meseleya koledariyê nîqaş hatin kirin.

Hin eyaletên li bakur dixwestin sîstema koledariyê ji holê bê rakirin.

Eyaletên başûr ku aboriya wan li ser koledariyê bilind dibû, vê red kirin.

Di encama vê nîqaşê de biryar hat dayîn, sîstema koledariyê ya li başûr berdewam bike.

Lê di heman demê de bazirganiya koleyan a bi derveyê welêt re dihat kirin, hat qedexekirin.

Infowelat

Foto: Civîna îmzekirina Destûra Bingehîn a Amerîkayê ya ji aliyê Howard Chandler Christy ve di 1940an de hatiye çêkirin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …