Rojnamevan Îrfan Aktan li ser navê malpera Arti Gerçekê bi zimanzanê Kurd Zana Farqînî re hevpeyvînekê weşand.
Farqînî di bersivên xwe de ji bo sebeba esasî ya asîmîlasyonê dewletê nîşan da û sûcê tunebûna bi lez a Kurdî kir stûyê dewletê.
Malpera Arti Gerçekê bi zimanzanê Kurd Zana Farqînî re hevpeyvînekê weşand.
Farqînî di hevpeyvînê de pirsên rojnamevan Îrfan Aktan bersivand.
Mijara giştî yê hevpeyvînê di konteksta asîmîlasyonê de, rewşa heyî ya Kurdî bû.
Farqînî di bersivên xwe de ji bo sebeba esasî ya asîmîlasyonê dewletê nîşan da û sûcê tunebûna bi lez a Kurdî kir stûyê dewletê.
“Sûcên Kurdan tune ye?”
Zana Farqînî derbarê helwesta Kurdan a asîmîlasyonê de jî gotinên nîqaşbar kir û got “Kurd tu carî asîmîlasyonê qebûl nekirine.”
Rojnamevan Aktan li ser vê bersivê, pirsa “Sûcê Kurdan tune ye di vê meseleyê de?” kir û bi israr xwest bersivekê bigire.
Farqînî wekî bersiva vê pirsê van gotinan kir:
“Elbet qebhetên me pir mezin in lê dîsa jî me ji damezrandina Komarê û heta niha li dijî ferasata yekmiletî baş di ber xwe da.”
“Berpirsê çima Kurd hindik bi Kurdî diaxivin ne Kurd in lêbelê kiryarên Komarê ne ku ji polîtîkayên zext, qedexe û asîmîlasyonê pêk tên.”
Zana Farqînî derbarê helwesta Kurdan a asîmîlasyonê de jî gotinên nîqaşbar kir û got “Kurd tu carî asîmîlasyonê qebûl nekirine. “
Farqînî gotinên xwe wiha dom kir:
“Ji ber vê, divê kêmasiyên me polîtîkayên çewsîner ên dewletê ji ber çav winda neke. Heke wiha nebe em ê neheqî li berxwedana sed salî bikin.”
Perwerdeya bi Kurdî
Digel vê encama zelal jî Farqînî xwe spart kesên perwerdeya duzimanî (Tirkî-Kurdî) dixwazin û van gotinan kir: “80 ji % Kurdan di daxwaza zimanê dayikê de israr dikin.”
Rojnamevan Îrfan Aktan paşê gotinê anî ser anketa Barometreya Kurdî ku di encama wê de derketibû holê, bi tenê 9 ji % Kurdan perwerdeya bi Kurdî dixwazin.
Digel vê encama zelal jî Farqînî xwe spart kesên perwerdeya duzimanî (Tirkî-Kurdî) dixwazin û van gotinan kir:
“Ev encam ji aliyekî din ve jî nîşan dide, 80 ji % Kurdan di daxwaza zimanê dayikê de israr dikin. Lê erê gotina we jî rast e; ango rêjeya 9 ji % yên dixwazin perwerdeyê bi zimanê xwe bibin tiştekî girîng nîşanî me dide.”
Paşê bi pirs û bersivan gotin hat ser helwesta siyaseta Kurd a ji bo Kurdî û Farqînî bi van gotinan kêmasiya siyasetê ya mijara parastina ziman de qebûl kir:
Polîtîka û ziman
“Êdî wekî xwerexneyekê em dikarin bêjin, têkoşîna polîtîk a Kurdan û têkoşîna ji bo zimanê dayikê wekî hev nehatin meşandin. Me nekarîbû têra xwe daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê derxin pêş.”
Di heman meseleyê de Farqînî wiha dom kir:
“Me Kurdî nekarîbû bikira zimanê sereke yê xebatên xwe yên polîtîk. Me di rojname, pirtûk, kovaran û di axaftinên xwe de Kurdî wekî zimanê sereke bi kar neanî.”
Tevî vê jî, zimanzan Farqînî derbarê sebeba ku çima Kurdî nebû zimanê sereke yê polîtîka û medyaya Kurd de gotinekê nekir.
Ber bi dawiya hevpeyvîna xwe de, Farqînî ji bo parastina Kurdî bang li rewşenbîr, akademîsyen û nivîskarê Kurd kir fêrî Kurdî bibin.
Herwiha, Farqînî pêşniyazê HEDEP’ê kir, bibe xwediyê polîtîkayeke rêxistinî ya ji bo Kurdî.
Farqînî rexneyeke xurt nekir
Mirov divê tavilê bipirse, ka kengî li ku derê ” têkoşîna ji bo zimanê dayikê hatiye meşandin?”
Eger ev îdîa rast be kî ne aktorên “têkoşîna ji bo zimanê dayikê?”
Di vê hevpeyvîna dirêj de zimanzanê Kurd Zana Farqînî di meseleya asîmîlasyonê de rola elîtên Kurd û bi taybetî jî elîtên siyasî nedît.
Farqînî encamên wekî karesatê ya Barometreya Kurdî dernexist pêş û di helwesta meseleya perwerdeya bi zimanê dayikê de bersiveke polîtîk da.
Encamên Barometreya Kurdî û anketên dawî yên nîşan didin axaftina Kurdî ya li Kurdistanê daketiye 7 ji %.
Di meseleya parastina Kurdî de Farqînî dibêje “têkoşîna polîtîk a Kurdan û têkoşîna ji bo zimanê dayikê wekî hev nehatin meşandin.”
Mirov divê tavilê bipirse, ka kengî li ku derê ” têkoşîna ji bo zimanê dayikê hatiye meşandin?”
Eger ev îdîa rast be kî ne aktorên “têkoşîna ji bo zimanê dayikê?”
Gotinên Farqînî yên wekî “Kurdan tu carî asîmîlasyonê qebûl nekirine” mixabin rastiyê temsîl nake.
Eger Kurd asîmîlasyonê qebûl nekiribin ev proseya tunebûna ziman ku li Kurdistan, Tirkiye û Ewrûpayê pêk tê çawa dikare bê îzehkirin?