Salvegera 12. a Şoreşa 19ê Tîrmehê li Rojavayê Kurdistanê hat pîrozkirin.
Navenda pîrozbahîyan kantonên Kobanê, Cizîrê, Tebqa û Efrîn-Şehba bûn.
Bi dehezran kes tevlî pîrozbbahîyên Şoreşê Rojava bûn.
Salvegera 12. a Şoreşa 19ê Tîrmehê li Rojavayê Kurdistanê hat pîrozkirin.
Navenda pîrozbahîyan kantonên Kobanê, Cizîrê, Tebqa û Efrîn-Şehba bûn.
Ji bilî kantonan, li taxên Şêxmeqsûd ê Eşrefîyê yên Helebê jî hat pîrozkirin.
Di hemû bernameyan de axaftinên li ser giringî û wateya Şoreşa Rojava hatin kirin û performansên çandî-hunerî hatin pêşkêşkirin.
Di pîrozbahîyan de soza parastina destkeftîyên Şoreşê hat dayîn.
Herwiha, di pîrozbahîyan de daxwaza azadîya rêberê PKKê Abdulah Ocalan derket pêş
Kantona Cizîrê
Pîrozbahîya herî mezin li stadyuma Şehîdên 12ê adarê ya li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin.
Endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, rêxistinên jinan, şêx û rûspiyên kurd û ereb ligel bi hezaran kesî tevlî pîrozbahîyê bûn.
Hevserokên Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Vîviyan Beho û Telet Yûnis axaftinên destpêkê kirin.
Paşê, Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Qamişloyê Ubeyd Etê, endamê Nîvîsgeha Têkiliyan a Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Kawa Gulo axivîn.
Piştî axaftinan Koma Atra govendên asurîyan pêşkêş kir.
Bername bi dûv bi performansa Koma Tolhildan a mûzîkê, hunermend Botan, Koma Serdem a mûzîkî, Koma Botan a mûzîkî û hunermend Tariq El Hisên bi dawî bûn.

Hesekê
Li Heseke, Hol, Dirbesiyê û Til Temir bi hezaran kes salvegera Şoreşê li parka 4ê Nîsanê ya bajarê Hesekê pîroz kir.
Endamên rêxistinên jinan, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, endamên partiyên siyasî, rûspiyên êlan û Rêxistinên Civaka Demokratîk beşdarî şahiyê bûn.
Di şahîyê de Hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Hikmet Hebîb, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Fatma El Elî û endama Koordînasyona Kongra Star Remziye Mihemed axivîn.
Piştî axaftinan komên muzîk û şanoyê berhemên xwe pêşkêş kirin.
Kantona Firatê
Navenda pîrozbahîyên Kantona Firatê qada Şehîd Egîd a li bajarê Kobanê bû
Şêniyan bi cil û bergên xwe yên neteweyî tevlî pîrozbahîyan bûn.
Di pîrozbahiyê de hevserokên Meclisa Rêveber a Kantona Firatê Mizgîn Xelîl û Ferhan Îsa, hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên Osman axivî.
Her wiha, fermandarê QSD`ê Mezlûm Ebdî bi rêya vîdeoYÊ Şoreşa Rojava li gelên herêmê pîroz kir.
Kantona Tebqayê
Pîrozbahîya li Kantona Tebqayê li avahiya Meclisa Werzîşê ya li taxa Salis a li bajarê Tebqayê hat lidarxistin.
Nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û saziyên jin û ciwanan, şervanên meclisên leşkerî yên kantonê ligel şênîyên kantonê tevlî pîrozbahîyê bûn.
Axaftinên pîrozbaîhyê ji alîyê Meclisa Leşkerî ya Tebqayê Serokê Buroya Erka Xweparastinê Heqî Efrîn, endama Meclisa Kombûna Jinan a Zanûbiya ya Kantona Tebqayê Necah El Hisên û Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Tebqayê Mehmûd El Sayil El Reîs û Hevseroka Meclisa Partiya Sûriya ya Pêşerojê ya Tebqayê Barîn Meimo ve hatin kirin.
Kantona Efrîn-Şehba
Salvegera Şoreşa Rojava li vê kantonê li bajarê Fafînê hat pîrozkirin.
Meclisa TEV-DEM ya Kantona Efrîn- Şehba Silemen Cefer behsa di çalakîyê de axaftinekê kir.
Piştî axaftinan hunermend Henan Sîdo, Emîne Zenkê, Koma Şehîd Avesta û hunermend Fatmê Agirî derketin ser dikê.
Heleb
Taxên Şêx Mexsûd û Eşrefîyê yên li bajarê Helebê ji pîrozbahîyên 19ê Tîrmehê re malovanîyê kirin.
Di pîrozbahiyê de endama Koordînasyona Kongra Star a Helebê Fehîme Hemo û hevseroka Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman axivîn.
Komên Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jînan stran û lîstikên folklorê pêşkêş kirin.
Paşê, Koma Agirî, Koma Stêrkên Efrîn, Koma Fajîn û hin hunermendên din derketin ser dikê.
—————————————————
Foto: Dîmeneke ji bajarê Kobanê/ANHA
Infowelat