Rapora Çavdêriya Li Medyayê hat weşandin

Rapora Çavdêriya li Medyayê ya BİAyê ya Nîsan-Gulan-Hezîranê di Sîstema Hikûmeta Serokomariyê ya nû de ji bo “azadiya çapemeniyê” derfeteke bêhempa pêşkêşî rêveberiya Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî dike.

Ji ber ku di raporê de hemû detayên rewşa “nûçegîhan/medyayê”, binpêkirinên azadiya xweîfadekirinê/medyayê û hemû dorpêçên li ser nûçegîhanan ên li Tirkiyeyê heye.

Li Tirkiyeyê ji ber rewşa xwediyên dezgehên medyayê, medya bi hêsanî bûye yekdeng. Ji bo dengê dezgehên ku li derveyî vê yekdengiyê mane bêqutkirin, her cure amûr tên bikaranîn.

Her cure gef û fişarên li ser medya û nûçegihanan, di serî de ya rêxistinên rojnamegerî û yên nûçegihaniyê yên li Tirkiye û cîhanê, di rojeva gelek saziyên mafparêz de bû. Serokomar û nûnerên hikûmetê jî li Tirkiyeyê û qada navnetewî, bertek nîşanî protesto û raporan dane, neçar mane ku pirsan bibersivînin û nîqaş li ser hejmara rojnamegerên girtî kirin.

Rapora Çavdêriya li Medyayê ya BİAyê balê dikişîne ser fişarên polîtîk, yasayî û laşî yên medya ji gelek hêlan ve rastî wan tê. Dide xuyakirin ku ji bo 315 rojnameger, nivîskar, berpirsê weşanê, wênesaz bi giştî 47 caran cezayê muebeta hatiye girankirin, cezayê muebetekê, 3 hezar û 34 sal û 6 meh cezayê girtîgehê, 4 milyon û 40 hezar TL cezayê pareyan tê xwestin.

Li gorî raporê di sê mehên dawiyê de bi tohmeta “darbekarî”, “propagandaya rêxistinê” “endamtiya rêxistinê”, “biçûkxistina saziyên dewletê”, “heqaret” an jî “heqareta li serokomarî” û yên weke wan, bi giştî 2 cezayên muebeta girankirî û 137 sal û 2 meh û 19 roj cezayê girtîgehê li 33 ji van hatiye birîn.

Di Rapora Çavdêriya li Medyayê ya BİAyê de beşên weke “rojnamegerên ku hatine kuştin”, “rojnamegerên girtî”, “êrîş, gef û astengkirin”, “bêcezatî/mapfarêzî”, “lêpirsîn, dozên ku hatine vekirin û yên berdewam dikin, biryarên ku hatine dayin”, “dozên heqaretê û yên tazmînatê”, “qedexekirin, girtin û destdanîn”, “Dadgeha Destûra Bingehîn”, “Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê” û “Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonê” hene.

127 rojnameger girtî ne

127 rojnamegerên ku ji ber xebatên xwe yên rojnamegerî û dosyayên siyasî heta 1ê Tîrmehê di girtîgehê de bûn. Ji 127 rojnamegeran 33 ji wan tên dadgehkirin. Lêpirsîna 40 rojnamegeran berdewam dike, 24 rojnamecer ceza xwarine, dosyaya 30 rojnamegeran li ber destê dadgehek bilind e.

73 rojnameger di saziyên medyaya nêzîkî Cimaeta Gulenî de dixebitin. 39 ji wan di medyaya kurdan de kar dikirin. Di vê demê de rojnamegerên girtî bi tohmeta “darbekarî”, “hewla rûxandina pergala destûra bingehîn”, “hevkarî û alîkariya bi rêxistinên weke FETO, PKK, MLKP, DHKP-C, TKEP/L, û Tevgera Berxwedanê re” hatine sûcdarkirin.

Par di van her sê mehan de ji 136 rojnamegeran 84 rojnameger rastî lêpirsînê hatibûn an jî hîna îdianameyên wan nehatibû amadekirin. Dadgehkirina 23 ji wan berdewam dikir û 19 ji wan jî ceza xwaribûn.

Pênc rojnameger hatine desteserkirin, çar jê ji ber “Pirsgirêka Kurdan” hatine desteserkirin

Di navbera Nîsan-Gulan-Hezîranê de pênc rojnameger hatine desteserkirin. Çar ji van ji ber lêpirsînên bi “Pirsgirêka Kurdan” re girêdayî hatine desteserkirin.

Par di heman demê de, çar jê ji medyaya navnetewî bi giştî 16 rojnameger hatibûn desteserkirin. Di tevahiya sala 2017ê de 31 jê ji saziyên medyayê yên nêzîkî Cimaeta Fethullah Gulenî, 20 jê ji medyaya kurdan, pênc jê jî nûnerên medyaya navnetewî, bi giştî 85 rojnameger hatibûn desteserkirin. Sala 2016ê ev hejmar 201 bû ku hewldana darbeyê çêbûbû û Rewşa Awarte hatibû ragihandin.

Sê êrîş pêk hatine

Di navbera meha Nîsan-Gulan-Hezîranê de du rojnameger û ofîseke medyayê rastî êrîşê hatine, saziyeke medyayê jî rastî gefxwarinê hatiye. Gefa kuştinê li heft rojnamegeran hatiye xwarin. Bi giştî jî gef li 65 rojnamegeran hatiye xwarin. Devlet Bahçelî Serokê MHPyê ku di nava “Hevbenda Cûmhûrê” de cî girtibû, beriya hilbijartinên 24ê Hezîranê ji ber partiya wî rexne kirine, bi îlana rojnameyê 59 rojnameger kiribû hedef. Alaattîn Çakici serokê rêxistina sûcên edlî ku Bahçelî li nexweşxaneyê serdana wî kiribû bang li alikarên xwe kir ku ceza bidin şeş nivîskarên rojnameya Kararê.

Di heman mehên sala 2017ê herî hindik 5 rojnameger rastî êrîşa laşî, du jî rastî ya devkî hatibûn. Her wiha gef li sê rojnamegeran hatibû xwarin. Di sala 2017ê rojnamegerek jin a ji Sûriyeyê li Stenbolê hatibû kuştin, 20 rojnameger, rojnameyek û weşanxaneyek rastî êrîşê hatibû. Gef li 12 rojname û pênc saziyên medyayê hatibû xwarin. Pênc rojnameger rastî êrîşa devavêtinê hatibûn.

48 caran muebet tê xwestin 

Di mehên Nîsan-Gulan û Hezîranê de bi tohmeta “beşdariya darbeyê” ji bo 24 rojnameger û nûnerên medyayê bi giştî 47 caran cezayê muebetê tê xwestin. Du dozekê ji van de cezayê muebeta girankirî dane du rojnamegeran. Dîsa bi tohmeta ku “sîxurtî kirine” û “belgeyên nepenî yên dewletê belav kirine” muebetek û 402 sal cezayê girtîgehê li 9 rojnamegeran hatiye birîn.

Di van her sê mehan de 69 rojnameger û xebatkarên medyayê, bi tohmeta “propagandaya rêxistinê” û “belavkirina daxuyaniyên rêxistinê” dihatin dadgehkirin û bi giştî 508 sal cezayê girtîgehê ji bo wan dihat xwestin. Heft rojnamegeran 28 sal û 14 roj cezayê girtîgehê xwarin, pênc ji wan beraet kiriye. Li heşt rojnamegeran doz hîna nû hatiye vekirin.

Di mehên Nîsan-Gulan û Hezîranê de bi tohmeta “rêveberiya rêxistinê”, “endamtiya rêxistinê”, “Digel ku ne endamê rêxistinê ye lê li ser navê rêxistinê sûc kiriye” û “alîkariya bi rêxistinê” ji bo 121 rojnamegeran bi giştî hezar û 850 sal cezayê girtîgehê hatiye xwestin. 104 sal û 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li 18 rojnamegeran hatiye birîn, du rojnamegeran beraet kiriye. Li çar rojnamegeran doz hîna nû hatiye vekirin.

Neh rojnameger bi tohmeta “dijminahî û kîndarî li nava gel belav kirine” dihatin dadgehkirin û bi giştî ji bo wan 40 sal û 6 meh cezayê girtîgehê dihat xwestin. Du ji wan bi giştî 2 sal û 3 meh û 15 roj cezayê girtîgehê xwarine (salek û 3 mehên wan hatine taloqkirin). Li pênc rojnamegeran doz hîna nû hatiye vekirin.

Ji bo 22 xebatkarên medyayê bi tohmeta ku “li hember wezîfedarên fermî derketine” bi giştî 66 sal, ji bo sê rojnamegeran bi tohmeta “pesnê sûcdarî dane” bi giştî neh sal, ji bo çar rojnamegeran bi tohmeta “miletê tirk û saziyên dewletê biçûk xistiye” bi giştî çar sal, rojnamegerek jî bi tohmeta “binpêkirina nepenîtiya lêpirsînê” sê sal cezayê girtîgehê hatiye xwestin.

Li gorî vê encamê ji bo 260 rojnamegeran bi giştî 47 caran cezayê muebeta girankirî, cezayê muebetekê, 2 hezar û 881 sal û 6 meh cezayê girtîgehê dihate xwestin. Hejmara kesên bi hinceta ku “heqaret kirine” û “heqaret li serokomarî kirine” dihatin dadgehkirin û cezakirin ne di nava van de ye.

39 rojnameger bi tohmeta “heqaretê” hatine dadgehkirin

32 rojnameger bi tohmeta “heqaretê” hatine dadgehkirin û 77 sal û 4 meh cezayê girtîgehê ji bo wan hatiye xwestin. Çar rojnamegeran sal û 10 meh û 5 roj cezayê girtîgehê xwariye (11 meh û 20 rojên wê hatine taloqkirin). Heft rojnameger bi giştî bi 4 milyon û 40 hezar TL cezayên pareyan hatine dadgehkirin. Dadgeha herêmî daxwaza cezayê 500 hezar TLyî ya li dijî du rojnamegeran hatiye vekirin qebûl nekiriye û ya li sê rojnamegera hatiye vekirin jî hîna nû bûye ku milyonek û 540 hezar TL pare ji wan hatiye xwestin.

Di heman mehên sala borî de du rojnameger bi tohmeta heqaretê bi neh sal û çar meh cezayê girtîgehê hatine dadgehkirin. Di sala 2017ê de rojnamegerek salek û 5 meh û 15 roj cezayê girtîgehê, pênc rojnamegeran jî 43 hezar û 840 hezar TL cezayê pareyan wergirtibûn. Yekî/ê beraet kiribû.

Geçen yılın aynı döneminde iki gazeteci hakaret suçlamasından toplam dokuz yıl dört ay hapis istemiyle yargılanıyordu. 2017 yılının tamamındaysa, bir gazeteci 1 yıl 5 ay 15 gün hapis, beşi de toplam 43 bin 840 TL para cezasına mahkum edilmişti. Biriyle ilgili beraat kararı verilmişti.

Heqareta li serokkomarî: 16 bersûc; 6 gumanbar

Di sê mehên dawiyê de 16 rojnameger ji ber fikir û rexneyên li serokkomarê Recep Tayyîp Erdoganî kirîn hatine dadkirin. Dozgerî ji bo wan rojnamegeran 74 sal û 8 meh cezayê girtinê dixwazin. Bêsûciya du rojnamegeran hatiye eşkerekirin(Ahmet Altan û Faruk Arhan) ji bo du rojnamegeran(Kamil Tekin Sürek û Ahmet Altan) dozeka nû hatiye vekirin. Bi xala 299. a TCKyê lêpirsîn ji bo şeş rojnamegeran(Selma Erdal, Alican Uludağ, Ahmet Şık, Fatih Polat, Kutlu Esendemir û Levent Gültekin) hatiye vekirin. Di sê mehên dawiyê de 22 rojnameger ji ber heqareta li Erdoganî bûne bersûc.

Par di heman dewrê de 18 rojnameger bi sûcê “heqareta li serokkomaran” hatibûn dadkirin. Dozgeran ji bo wan 90 sal cezayê girtinê xwestibû. Neh rojnamegeran li ser hev 4 sal, 5 meh û 20 roj cezayê girtinê û 84 hezar Lîreyên Tirkan(TL) cezayê pereyî standiye.

Di heman dewra sala 2017ê de bi xala 299. 17 rojnameger û qunciknivîskaran ceza standiye. Wan 8 sal 4 meh û 10 roj cezayê girtinê(4 sal 10 meh û 10 roj hat paşdedan) û 136 hezar û 500 TL cezayê pereyî standiye.

Çar rojnamegeran beraet kiriye. Dozek ji ber derbasbûna dema dadkirinê betal bûye.

Recep Tayyîp Erdogan Tebaxa 2014ê bû serokkomar. Ji wê demê heta niho xala 299. a TCKyê we kiriye ku 42 rojnameger mehkûm bibin.

Sansûr – Wikipedia 14 meh in ku astengkirî ye

Di dewra Nîsan-Gulan-Hezîranê de 32 nûçe, 77 Tweet, 22 parvekirinên li Facebookê û 5 vîdeoyên li YouTubeyê yên di berjewendiya civakê de hatine astengkirin.

Malbera binavûdeng a li dinyayê tê naskirin Wikipedia 14 meh in li Tirkiyeyê hatiye qedexekirin.

Di vê dewra sêmehane de, weşanek hat sekinandin, 10 kitêb û TVyek hatiye sansûrkirin. Nameyek, du rojname û kovarek li girtîgehan hatine qedexekirin.

Par di heman dewrê de ya kêm şeş malper, 47 nûçe û nivîs, sê peyamên Twitterê, kitêbek û filmek hatiye sansûrkirin. Ya kêm carekê ji bo akredîtasyonê cidaxwazî hatiye kirin. Peseporta 47 xebatkarên medyayê hatiye betalkirin.

Ji ber Rewşa Awarte hin Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de hatine îlankirin ku destûr nîne mirov li ser biryaran pirsan bike. Bi biryarnameyan; di sala 2017ê de 6 caran weşana deîmî an jî demkî hatiye sekinandin; sê caran ji bo dayina akredîtasyonê cidaxwazî hatiye kirin. 47 peseport û qerteka rojnamegeriyê hatiye betalkirin. Bi biryarnameyan sê organên medyayê hatine girtin. Di heman dewrê de 10 malper, 6 rojname, 97 nivîs û nûçeyên malperan, 8 kitêb, şeş kovar, sê peyamên li ser Twitterê, heşt karîkatûr hatine sansûrkirin.

Neh bûyerên cihêreng yên sansûrkirinê hatinekirin.

Dadgeha Qanûna Bingehîn

Di dewra Nîsan-Gulan-Hezîranê de, edîtorê mallperên anayasa.gen.tr û İdare.gen.tr, Kemal Gözlerî serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn daye. Wî diyar kiriye dewletê mafê azadiya xwe-îfadekirinê binpê kiriye. Dadgeha Qanûna dewlet bi 206 lîreyan ceza kiriye. Endamê sendîkayekê û leşkerekê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn daye lê dadgehê ew kesên serî li dadgehê dayîn neheq dîtiye.

Piştî Hewildana Derbekirinê ya 15ê Tîrmeha 2016ê dadgehên herêmî daxwazên tehliyekirinê yek bi yek red kirine. Heta 11ê Kanûna Paşiyê ya 2018ê Dadgeha Qanûna Bingehîn neket ti li v û tevgeran. Herî dawiyê ji bo koodînatorê nûçeyan yê HaberTurkê, Oguz Usluerî rojnamegeran serî li wê dadgehê daye.

Dadgeheka herêmî ji bo nivîskarê berê yê Zamanê, Mehmet Altamnî cezayê girtina mûebed dabû. Dadgeha Qanûna Bingehîn biryar da ku mafên Altanî ji aliyê dadgehê ve hatiye binpêkirin. Piştî şeş mehan Dadgeha Herêmî ya Stenbolê guh daye biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn û Altan berdaye.

Dosyeyên gelek dozê yên wek rojnamegerê Ahmet Turan Alkan di dorê de li benda Dadgeha Qanûna Bingehîn in.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê: Cezayê Tirkiyeyê 19 hezar û 500 Avro ne

Di dewra Nîsan-Gulan-Hezîrana 2018ê de, rojnamegerê  Yalçın Ergündoğan û weşangerê Fatih Taş serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dane. Dadgehê biryar daye ku Tirkiye sûcdar e û 19 hezar û 500 Avro cezayê pereyî daye Tirkiyeyê.

Di Gulana 2017ê de rêziknameya navxweyî ya dadgehê hatiye guhertin. Di 20ê Adara 2018ê de, dadgehê ji bo Şahin Alpay û Mehmet Altanî biryar daye. Sê meh in dadgehê ti biryar nedane.

Li dadgehê ji ber “binpêkirina mafê azadiya xweîfadekirinê” gelek dosyeyên dozên rojnamegerên Ahmet Turan Alkan, Ahmet Altan û Nazlı Ilıcak di dorê de ne. Doza rojnamegerê bi “endametiya PKKyê” tê dadkirin, Nedim Turfendî jî ji bo dadgehê hatiye şandin.

Têkoşîna li dijî bêcezayê, cot-standart

15ê Tîrmehê, di dema hewildana ji bo derbeyê de, leşkeran bi ser avahiya TRTyê(Radyo û Televizyonên Tirkan) ya li Harbiyeya Stenbolê de girtibû. Ji ber “binpêkirina Qanûna Bingehîn” 16 bersûcan cezayê girtina mûebed, 15 bersûcan jî girtina mûebeta giran standiye. Rayedarên emniyet û îstixbaratê yê wê demê, Ramazan Akyürek, Ali Fuat Yılmazer û Yurt Atayün jî tê de 41 kes girtî ne, 210 hûnermend, rojnameger û karsaz bi sûcê “li ser navê FETOyê(Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir) guhdarîlêkirina neqanûnî” têne dadkirin. Ji bo doza kuştina rojnamegerê Haydar Merîç 40 kes li Dadgeha Cezayên Giran a Kirklarelîyê têne dadkirin.

Bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnan de weşana Jiyan TVyê hatibû sekinandin. Birêvebirên wê ji bo vekirina TVya xwe doz vekiriye lê hatiye redkirin.

Li Mindyadê 8ê Hezîrana 2016ê dema êrîşa bi bombeyan li Emniyeta wê derê hatî kirin, rojnamegerên ji bo bûyerê çûyîn wê derê hatine hingavtin. Li ser bûyerê doza hatî vekirin wek-xwe ye. Ti pêşdeçûn nînin.

Cezayên RTUKê

RTUK(Lijneya Bilind ya Radyo û Televizyonan) di dewra Nîsan-Gulan-Hezîranê de, ji ber naveroka nûçe fîlm û bernameyan 6 bername hatine sekinandin. 12 caran televızyonan carekê radyoyan cezayê pereyî standiye. Li ser hev 14 caran cezayê pereyî hatiye dayin,  1.211.367 TL ceza hatiye dayin.

Ji karî derêxistin

Di dewra Nîsan-Gulan-Hezîranê de, 25 rojnameger û xebatkarên medyayê ji karî hatine derêxistin. Ew ji ber bernameya wan amade kirî an pêşkêş kirî an jî ji ber guhertina xwediyên saziya wan ji karê wan hatine avêtin.

Ji medyaya giştî gelek xebatkar ji karê wan hatin avêtin û raya giştî di rojên dawîyê yên Hezîranê de ji vê yekê agehdar bû.

Par di heman dewrê de çar rojnameger di vê rewşê de bûn, du rojnameger ji wan nêzîkî hikûmetê bûn. Di heman dewrê de kovara qerf û henekan, Penguen û Al Jazeera Turkê weşana xwe sekinandibû. Di sala 2017ê de li ser hev 166 rojnameger ji karê wan hatine avêtin.

Çavkanî: Bianet.org

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …