Newrozeke girseyî li Frankfurtê hat li dar xistin

Îsal ligel Bonnê bajarê Frankfurt ê li Almanyayê bû navendeke din a pîrozbahîyên Newrozê.

Çalakî ji alîyê sazîyên dîyasporayê yên nêzîkî PKKê ve hat lidarxistin.

Loma jî wekî çalakîyeke alternatîf a li hember pîrozbahîya li Bonnê derket pêş.

Ji gelek welatên Ewrûpayê bi dehhezaran kes tevlî pîrozbahîya li Bonnê bû.

Di qada pîrozbahîyê de herî zêde al û sembolênRojava, PKK, YPG û YPJê hatin hildan.

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamus di bernameyê de axaftinekê kir.

Karamus di axaftina xwe de bal kişand ser tifaqa Kurdistanî û got ku divê di vê dema krîtîk de gelê Kurd di nava yekîtiyê de tevbigere.

Di çalakîyê de peyama lîderê PKKê Abdulah Ocalan bi tirkî û kurdî hat xwendin.

Şaredara berê ya Frankfurtê Nargess Eskandari-Grünberg jî bi vîdyoyekê peyam şand çalakîyê.

Fermandara YPJê Rohilat Efrîn ku tevlî bernameyê bûbû, axaftinekê kir.

Efrîn qala rewşa dawî ya li Kurdistanê kir û diyar kir û got ku, divê destkeftîyên kurdan werin parastin.

Di çalakîyê de Kaweh Mansoori ya ji Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê (SPD), Bodo Ramelowê ji Partiya Çep (Die Linke) û nûnerên PJAK, Goran û YNK’ê axivîn.

Muzîkjen Rojda û Mustafa Demir û gelek hunermendên din tevlî pîrozbahîyê bûn.

Foto: Dîmeneke ji Newroza li Frankfurtê. /ANF 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Îspanya ji bo koçberên kaçax plana efûyê derdixe

Îspanya ji bo 500 hezar koçberên kaçax efûyekê derdixe. Koçber wê bikaribin serî li mafê rûniştinê …