Qenala Nikaraguayê ji bo xweza û ziman xetere ye

 

 

Li cîhanê yek ji qenala herî dirêj û navdar Qenala Panamayê ye bi 77 km dirêjahiya xwe okyanûsên Atlantîk û Pasîfik bi hev girêdide. Lê di avakirina vê qenalê de bi hezaran karker mirine, li Panamayê derbeyeke leşkerî ku ji Amerîkayê destek girtiye hatiye kirin û bi salan panamayî li dijî wê çalakiyên mezin pêk anîne.

Vê carê jî dîsa li yek ji welatê heman herêmê Nîkaraguayê, projeyeke avakirina qenaleke din ketiye rojevê. Di çarçoveya projeya ji aliyê şîrketeke ji Hong Kongê hatiye amadekirin wê bi 50 milyar dolarî qenaleke 278 km dirêj di navbera Pasîfîkê û Deryaya Karayîp ya li Okyanûsa Atlantîkê be avakirin.

Lê ji niha ve li ser vê projeya mezin li Nîkaraguayê nîqaş hatine destpêkirin. Bi meşandina projeyê wê xisarên mezin bigihîje xwezayê û mafên mirov ên xweciyên li ser riya qenalê bên binpêkirin. Bi hezaran xweciyên ku pirani ji endamên gelên kriol û rama ne, wê bi zorê ji herêmê bên dûrxistin. Ji ber ku ji % 52’yê qada projeyê wê di nava erdên van her du gelan re derbas bibe. Rêvebirên van gelan ji hikumetê daxwaz dikin ku di her asta projeyê de bi wan bê şêwirandin lê hikumeta Nikaraguayê di vê mijarê de berpirsiya xwe neaniye cî.

nikaragua3

Destûra Bingehîn a Nikaraguayê ya 1987’an hebûna gelên xwecî yên li ser erdên wan qebûl kiriye û mafê parastina ziman û çandê daye wan. Herwiha, du qanûnên din ên bi navê 28 û 445 xweseriya xweciyan û “bikaranîn û birêvebirina erdên kevneşopî û çavkaniyên wan ên xwezayî  naskiriye.” Ji bilî vê, Nikaragua di 2008’an de Deklerasyona NY’yê ya Mafên Gelên Xwecî îmze kiriye û di 2010’an de jî Konvansiyona ILO (Rêxistina Kedê ya Navneteweyî) ya di derbarê mafên gelên xwecî de tesdîq kiriye.

Di hevdîtina Komîsyona Amerîkayê ya Mafên Mirov a li Washingtonê û serokê gelê Rama de li ser xisara projeyê ya li ser çand û ziman hat sekinandin. Parêzerê ji rexistinê Becky McCray dîtinên xwe wiha anî ziman: “Eger vê projeyê bê meşandin, ji ber ku kesê dawî yê vî zimanî diaxive wê bi zorê ji erdê xwe bê derxistin, bi îhtimaleke mezin zimanê  rama yê li Bankukuk Taik tê axaftin wê ji holê rabe.”

Tê ragihandin ku wê di encama projeyê de 282 navend û 24,100 xanî bên hilweşandin û wê vê yekê bi awayekî rasterast li ser 119,000 kesan bandorê bike. Di heman demê de qenal wê 4000 km2 daristanên baranê û qadeke berfireh a daristanên din û erdên avî ji hole rake.

Înfowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku …