Nêrîn û rexneyek li ser Hefteya Bîranîna Mehmed Uzun

Hogir BERBIR

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê vê êrîşa bi ser van saziyan ku hatibû nebîne, di bernameyeke ku wiha amade bike de cih bide vê hîşmendiyê û guh nede van saziyan, nabe. Vê rastiyê nîşanî me dide ku van saziyan hîn baş nas nekiriye, an jî naxwaze nas bike.

Nivîskar Mehmed Uzun di sala 2007’an de jiyana xwe ji dest da. Bi şopên ku qadek di cîhana wêjeyê de hiştiye, ji ber ku bi kurdî ye, îro tê temsîlkirin û bibîranîn. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî di 17. salvegera wefata wî de bi çalakiyên curbecur bernameyeke bîranînê li dar xist. Hefteya bîranînê di 6ê çirîya pêşîn de (cotmeh) de dest pê kir û di 12yê magê de jî bi dawî bû. Di vê heyamê de mîrateya wêjeyî, jiyan û ramanên Mehmed Uzun hatin nirxandin.

Mehmed Uzun yek ji nivîskarêne ku di wêjeya kurdî de şopekê hiştîye. Bi romanên xwe ne tenê wekî wêjevanek e, di heman demê de wekî ramangerekî ye ku pirsgirêkên civakî jî nirxandîye. Wî di berhemên xwe de armanc dikir dakeve nava kûrahiya çanda kurdî. Mixabin ev hewldan  oopûlerbûnê wêdetir neçû. Di hin berheman de Uzun li ser mijarên wekî nasname, aîdiyet, xwebûn û hebûnê bisekine. Wî ji nirxeke wêjeyî wêdetir, armanc dikir ku nasnameya civakê li gor feraseta pergala serdest bide afirandin. Vî milê wî ji ber ku tercîha wî bû, bandor li ser giringiya nasnameya çanda wî ya gelemperî kir. Mixabin ne nasnameya xwe afirand û ne jî nasnameya civakê da afirandin. Wî bi helwest, nêrîn û fikr û ramanên xwe, xwe ji nava hişmendiya wêjeya kolonyal dûr nexist. Bi awayekî ket nava xefika anakronîzmê, li ser şopa Yaşar Kemalê kurd ku xizmeta wêjeya zimanê tirkî kir, meşiya û bi zimanê kurdî bû xizmetkarê feraseta pergala serdest.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi hesteke kurdewar bernameyek ji bo bîranîna Mehmed Uzun amade kir an jî hin derdor pê dane amadekirin. Di bernameyê de gelek çalakiyên pêk hatin. Her yek ji van çalakiyan xwest derfetê bide mirov ku ji derveyî xizmeta hişmendiya pergala serdest, mîrateya wêjeyî ya ku kiriye, bi zimanê me kûrtir bi me bidin fahm kirin û nas kirin.

Bernameya bîranîna Mehmet Uzun

Bernameya bîranînê ji xwe re nasandina berhemên wî esas girt. Em li gor cih û mekanên heyî, di nava axaftinên gotubêjan de qet rastî mînakên mîna Kevok û Baz nehatin û neyên jî!…

Bi ya min, em vê tenê ne wek bîranînekê, di heman demê de wek fersendekê ji nû ve bigirin dest wê çêtir be. Vedîtina ramanên wî yên ku aîdî feraseta wî ye ku nikaribû bi me bide qebûl kirin, wê kesek jî nikaribe bi me bide qebûl kirin. Ev  neyê nîqaş kirin baştir e. Di çalakiyên wiha de hesreta nivîskar û eleqeya li hemberî berhemên wî yên qada wêjeyî bê nîşandan, wê destkeftiyek be. Jê û pê ve tişta ku bê kirin û bê armanc kirin ku bi destê şaredariyê pêk bînin, wê gelek nakokî û xetereyan jî bi xwe re bîne. Lê mixabin!..

Belê, Şaredariya bajarê mezin ya Amedê jî wiha barê vê serkêşiyê girt ser xwe. Mixabin di bernameyê tu sazî û dezgehên kurdewar ên bi salane li ber xwe didin û rastî tundî û gefên kuştinê hatin cî negirtin.  Çalakiyeke ku sazî û dezgehên kurdewarî, mina Pena Kurd, Komeleya Wêjekarên Kurd, Med-Der, Lijneya Ziman û Çandê ya DEM Partiyê, Rojnameya Xwebûnê, Komeleya Dîjle Firatê, Enstîtuya Kurdî ya Amedê û her wiha çi sazî, dezgeh, weşanxaneyên ku li Amedê ne di nav de tune bin… Sebeb ev e ku ev nêzîkatî ji milekî ve ruhê hîşmendiya wêjeya pergalê temsîl dike. Loma gazî sazîyên kurd nehatîye kirin. Di destpêkê de, li ser hin rexneyan, hinek nav di bernameyê de cih girtin, ewqas!

Di serî de dikarim vê bibêjim; li gor fikra min, ev bername an jî çalakî bi vê hîşmendiyê organîze kirin, seqet bû. Bi vê seqetiyê re şaşiya ku rû da, bername li ber çavan nehat derbas kirin û nêrînek gelemperî bi tevahî qadên civaka kurdewarî ku di nava xwe de bihewanda nehat qebûlkirin. Hîşmendiya heyî her wiha nehat mehkûm kirin.

Pêvajoyên berê ku qada ziman dihat paşgûhkirin, li ser çend weşanxane û nivîskaran dihate meşandin, îro li paş maye. Hin sazî û dezgeh nikarin li ser qada ziman hegemonyayê ava bikin. dema ku em nûha ketinê ne dema hizb û kom û çend weşanxaneyan e. Dem dema yekitî û rûhiyeta kurdewarî ye. Heta duh bi ser sazî û dezgehên kurdewarî de hatin girtin, mamoste û nivîskarên van saziyan girtin bin çavan, hîn nehatiye jibîrkirin. Li gor min, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê vê êrîşa bi ser van saziyan ku hatibû nebîne, di bernameyeke ku wiha amade bike de cih bide vê hîşmendiyê û guh nede van saziyan, nabe. Vê rastiyê nîşanî me dide ku van saziyan hîn baş nas nekiriye, an jî naxwaze nas bike.

Ji bo vê divê bi bernameyên wiha neheqî li ruhê kurdayetiyê neyê kirin. Li gor min,  bernameyeke gelemperî tevahî sazî û dezgehên kurdewarî bixîne nava xwe tevbêgerandin, çêtir e. Ev helwest û nêzîkatî tu car nayê qebûl kirin û ev tê wê wateyê ku terka kiryar û gavên berê nehatine kirin. Divê  tu car neyê jibîr kirin, di êzeçalakiyek ku sazî û dezgehên tevgera ziman bê jibîrkirin wê demê wê ti kes beşdarî vê çalakîyê nebe. Vê xemsariyê bû sebeba kêmbûna eleqeyê ji bo bernameyê.

Tê hêvî kirin ku ji nûha û pê de ji bîranîna Mehmed Uzun wêdetir, ruhiyetek e kurdewarî ya mîrateya çanda kurdewarî bê temsil kirin û her wiha bê nîşandan û hîşmendiya heyî bê mehkûm kirin. Di bernameya bîranîna nivîskar de, di heman demê de Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê fersendela temsîlkirina ruhê yekîtiyê bidest xistibû. Ez hêvî dikim, ev pirsgirêkan demildest çareser bibe. Li ser ruhiyeta tevahî sazî û dezgehên kurdewarî ku di nav de hilgire, hîşmendiya heyî mahkûm bike û girêdana nifşên nû bi wêjeyê re jî xurt bike. Çalakî vê derfetê dide amadekaran, her wiha wêjehezan, sazî, dezgeh, weşanxane û nivîskaran ku xwe bigihînin hev.

Di encamê de, bi van fikr û ramanan hefteya bîranînê ya Mehmed Uzun dê tenê nebûna çalakiyek bîranînê lê di heman demê de wê bûbûna firsendeke jinûvezindîkirina mîrateyeke wêjeyî. Herwiha, li gor nêrînên feraseta pergala serdest tevgerîn û nivîsandin, wê rojekê bê darizandin û mehkûmkirin.

——————————————–

Foto: Beşdarîya ji bo bernameya Mehmet Uzun a a Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê gelek kêm bû.

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Komkujîya 1992an a Cizîr û Nisêbînê

Welat Ayaz  Bûyerên li Cizîrê û navçeyên Nisêbînê qewimîn bi navê “Newroza bi xwîn” derbasî …