Samî TAN
Di destpêka komarê da rewşa zimanê kurdî û tirkî pir ne dûrî hev bû, lê niha êdî tirkî zimanekî dewletî, xwedan statû, qedirbilind e. Li hemberî vê yekê zimanê kurdî ji hemû derfetan bêpar e, zimanekî berbendkirî ye. Ev rewş di encama plansazî û bernameyekê da pêk hat, li hemberî vê yekê pêdivî bi plansazî û bernameyeke zimanî û netewesazî ya kurdan heye.
Rewşa zimanê kurdî li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ne baş e; ji ber ku beşeka mezin a kurdan zimanê kurdî hînî zarokên xwe nake. Li gorî rapirsînên ku li qadê hatine kirin, di warê axaftina bi dê û bavan re dema ku mirov nifşên berê û yên nû dide ber hev ferqekek mezin derdikeve holê, nifşê ku bi rêjeya ji sedî 9 bi dê û bavê xwe bi tenê bi tirkî dipeyive, zarokên wan bi rêjeya ji sedî 41 bi wan re bi tirkî dipeyivin. Bi heman awayî ew bi rêjeya ji sedî 48 bi tenê bi kurdî bi dê û bavê xwe re xeber didin, lê zarokên wan bi rêjeya ji sedî 13 bi tenê bi kurdî bi wan re dipeyive (Rawest Lêkolîn&Kurdish Studies Center: 2020).
Rast e, zimanê nivîskî yê kurdî bi pêş dikeve, hejmara xwîner û nivîskarên kurdî zêde bûye û her roj zêdetir dibe, ev hejmar li gorî rewşa berê baş e. Li gorî daneyên ku diyarname.com her sal belav dike, di sala 2024an de 338 pirtûkên bi kurdî (kurmancî&kirmanckî) hatine weşandin, piranîya wan pirtûkan jî roman in. Lê belê li gorî hejmara kurdan a giştî ev hejmareke pir kêm e. Piranîya civakê zimanê nivîskî dûr e û ji zimanê axaftinê jî roj bi roj dûr dikeve. Bo nimûne li gorî rapirsîna Rawest Lêkolîn û Kurdish Studies Centerê ji sedî 77ê beşdaran heta niha qet pirtûkek bi kurdî nekiriye, ji sedî 78ê beşdaran jî bi kurdî pirtûkek nexwendiye. Dema em bala xwe didin pirtûkên zarokan, ji sedî 86ê beşdaran heta niha ji bo zarokên xwe pirtûkek nekiriye.
Li cihên ku her du ziman bi hev re têne bikaranîn, rêjeya tirkîaxêvan her ku diçe zêde dibe û ya axaftina bi kurdî jî roj bi roj kêmtir dibe. Bi vê yekê re, zimanê kurdî li hemberî zimanê tirkî her ku diçe hêz û şiyana xweragirtinê ji dest dide, form û qalibên tirkî dikevin nava zimanê kurdî, li hin cihan zimanekî dureh pêk tê, di nava civakê da duzimanîyeke ku roj bi roj ber bi yekzimanîya zimanê serdest ve diçe bi pêş dikeve. Di lîteratûra zimannasîyê de ji vê rewşê re duzimanîya kêmker tê gotin. Ji bo kurdan qonaxa pêşîn yekzimanî bû, ew ziman jî kurdî bû, piştre qonaxa dunîvzimanî pêk hat, niha jî piranîya kurdan ber bi yekzimanîya bi zimanê serdest ve diçin.
Mercên giran ên jiyana li bajaran, meyla civakê ya ber bi derfetên aborî û prestîja civakî ve, her wiha daxwaza dûrketina ji êş û azaran, bergeh û qadê li zimanê kurdî teng dike. Li gorî rapirsîneke Navenda Lêkolînên Qadê yên Sosyo Polîtîk ya sala 2020 rêjeya kesên ku di malê de bi kurdî (kurmancî & kirmanckî) dipeyivin ji sedî 69.4 e. Lê belê ev rêje li kuçe û kolanan dadikeve ji sedî 59.4an. Li sazî û dezgehên fermî yên dewletê ji sedî 88.1 axaftin bi tirkî ye. (Sosyo Politik Saha Araştırmaları Merkezi: 2020).
Plansazîya Zimankuj
Ev rewş jixweber, bi awayekî suriştî pêk nehat, di encama bernameyeke yekzimanî û netewesazîyeke yekrengperest da dewleta tirk da zimanê kurdî kete vê rewşê. Tovên polîtîkayên qirkirin û pişaftinê hê di dema Osmanîyan de ji hêla jon-tirkan ve hatine avêtin. Piştî avabûna Komara Tirk ew polîtîkaya pêkanîna neteweyeke yekreng û yekziman li gorî plan û bernameyeke domdar, bi biryarên pir tund û tûj hatine meşandin.
Armanc û daxwazên rayedarên dewleta tirk herî zelal di raporên wan ên veşarî û planên mîna Şark Islahat Planı û Şark İskân Planı de xwe didin der. Di raporê de der barê zimên ev biryar hatiye girtin: “Li dibistan, sûk û bajaran li tu navendên fermî divê destûr neyê dayîn ku ji bilî tirkî bi tu zimanî were xeberdan” (Nergiz, 2019:41).
Di rapora Zeynel Abidin Özmen de jî hatiye gotin ku “serhildana Şêx Seîd û bûyerên li Agirî hişmendîya kurdbûnê xurt kirine, divê milyonek kurdên li vê herêmê dijîn werin asîmîlekirin.” (Nergiz, 2019: 43). Li gorî qanûna Îskanê ya ku 14ê Hezîrana 1934an de hatiye derxistin, biryar hatiye dayîn ku kurdan li herêmên ku piranîya tirkan lê heye belav bikin û bi vî awayî jî asîmîle bikin.

Çareserî
Di sedsala 20an piranîya netewe-dewletan ev polîtîkayên pişaftin û zimankujîyê meşandin. Lê îro êdî ev polîtîka nayên pejirandin, gelek zanyar polîtîkayên bi vî rengî wekî qirkirinê pênase dikin. Bo nimûne li gorî nirxandina zimannas Tove Skutnabb-Kangas nebûna mafên mirovan ên zimanî bi xwe re metirsîya windabûna zimanan tîne. Ew perwerdehîya bi darê zorê ya zimanekî serdest wekî qirkirinê pênase dike. Li gorî boçûna wê polîtîkayên pişaftina zimanekî bi armanca tunekirina komeke zimanî tê meşandin û ew jî qirkirina wê komê ye. Ew dibêje, “Xala duyemîn a Hevpeymana Neteweyên Yekbûyî ya Rêlibergirtin û Sizakirina Sûcê Qirkirinê ji van bendan pêk hatîye:
- a) Kuştina endamên komekê;
- b) Ji alîyê cesteyî û derûnî ve êşandina endamên komekê;
- c) Meşandina polîtîkayên bibin sedema ji alîyê fîzîkî têkçûna bitemamî ya jî nîvî ya komekê;
- d) Lêferzkirina hinek bergirîyên ku rê li ber zarokanîna komekê digirin;
- e) Bi darê zorê veguhastina zarokên komekê bo komeke din.
- Li Skutnabb-Kangas bi rêya perwerdehîyê pişaftina zarokan tê wateya binpêkirina bendên 2b û 2e û bi vî rengî dikeve nav sûcên jenosîdê.” (Skutnabb-Kangas, 2018)
Ji ber vê yekê têkoşîna ji bo mafên zimanî li seranserî cîhanê wekî mafên bingehîn û en herî rewa têne pênasekirin.
Berxwedana li dijî zimankujîyê: Aktîvîzma Zimanî
Li dijî van polîtîkayên qirkirinê liberxwedan û têkoşînek jî her tim hebûye. Îro ev têkoşîn wekî çalakîgerîya zimanî (language activism), plansazîya zimanî û xebatên vejiyandina zimanî ketine nava lîteratûra zimannasîyê. Çalakîgerî ew tevgera plankirî û xebata kes û koman e ku bi mebesta pêkanîna armanc û daxwazekê pêk tê. Heçî aktîvîzma zimanî ye, ew jî tevger û hewldana çalak a der barê zimanekî de ye ku dixwaze polîtîkayên zimanî yên heyî bide guhartin.
Aktîvîstên zimanî jî ew kes û kom in ku bi rêbazên cur bi cur bi awayekî çalak di qadên cemawerî de doza mafên bikaranîna zimanê xwe dikin. Aktîvîzma zimanî dibe ku bertekeke wisa derxe holê ku pest û pêkutîyên dewletan ên ji bo tirsandin û tepeserkirina axêverên zimanên neserdest pûç bibin û neçin sêrî. Aktîvîzma zimanî berdewama hewldanên domdar ên bilindkirina hişmendîyê ne. Bi wan hewldanan dikin ku polîtîkayên der barê zimanekî de di gelek astan de werin guhartin. Ew hişmendî ji koma axêver dest pê dike û wekî xelekeke li ser rûyê avê berfireh dibe.
Kurd ji mêj ve ye, di gel mafên xwe yên neteweyî, doza mafên zimanî jî dikin. Lê belê mijara aktîvîzma zimanî ji destpêka salên 2000î bi vir ve ketiye rojeva kurdan. Çalakîger û têkoşerên zimanê kurdî di vê qadê de xebatê dikin û dixwazin di vî warî de tevgereke zimanî pêk bînin. Têkoşîna di vî warî de bi çalakîya xwendekar û malbatan a ji bo waneya kurdî dest pê kir, piştre jî bi teşegirtin û rêxistinbûna Koma Hawara Kurdî û Tevgera Ziman û Perwerdehîya Kurdî berdewam kir. Îro jî bi xebatên sazîyên sivîl ên çand û zimanî, bi çalakîyên komên ciwanan berdewam dike. Ji bo pêkanîna hevgirtineke pirreng û pirdeng avakirina Tora Ziman û Çanda Kurdî gaveke baş bû, lê mixabin ev xebat neçû sêrî.
Niha di vî warî de li alîyekî xebatên ragihandin û weşangerîya kurdî, li alîyê din çalakîyên komeleyên kurdî, xebatên Platforma Ziman a ku gelek partîyên kurd tê de cih digirin, xebatên şaredarîyên di destên kurdan de ne û xebatên sazîyên sivîl ên mîna Komeleya Hezkurd, Dildarên Zimanê Kurdî û Koma Ciwanên Serbixwe nîşan didin kurd dixwazin di vî warî hinek gavên berbiçav biavêjin. Ew dixwazin bi têkoşîneke girseyî û sivîl, kend û kospên li ber zimanê xwe rakin, ziman û çanda xwe ji vê rewşa kambax rizgar bikin. Di vî warî de hişmendîyek bi pêş dikeve, rapirsînên li qadê hatine kirin jî vê hişmendîyê nîşan didin. Bo nimûne, di xebata bi navê “ Projeya Nexşeya Zimanî” ya Rawest Lêkolîn, Kurdish Studies Center û Friedrich Stiftungê ya sala 2022 de ev encam derketine holê: Ji sedî 73.8ê beşdaran xwestiye ku kurdî li herêma kurdan bibe duyemîn zimanê fermî. Ji sedî 79,8ê beşdaran xwestiye ku ji bo zarokên ku zimanê wan ê dayikê ne tirkî ye, li dibistanan dersên fêrkirina zimanê dayikê hebin. Ji sedî 80.8ê beşdaran jî gotiye, “li bajarên ku bi piranî kurd lê niştecih in, divê şaredarî karibin bi kurdî jî xizmetê bidin”. (Dil Haritası Projesi: 2022)
Her wekî me li jorê da xuyakirin, di vê xebatê jî hatiye destnîşankirin ku mezintirîn daxwaza kurdan a hevpar daxwaza zimanê dayikê ye. Li gel vê yekê jî nakokî û dubendîyên siyasî rê nadin ku tevgereke girseyî ya zimanî ya bi beşdarî hemû kurdên zimanparêz pêk were. Heke kurd karibin di vî warî de tevgereke girseyî ya pirreng û pirdeng pêk bînin, bi aktîvîzma gelêrî ya zimanî dikarin hin gavan bi dewletê bidin avêtin û mafên xwe yên zimanî bi dest bixin.
Dewleta tirk ji destpêka Koma Tirkiyeyê ve, xwedîyê plansazî û bernameyeke zimanî û netewesazî ye. Bi vê bernameyê rê li ber zimanê tirkî tê vekirin, hemû derfetên heyî ji bo pêşketin û baladestbûna tirkî tên terxankirin. Li alîyê din dor li zimanên din, bi taybetî jî zimanê kurdî tê tengkirin. Di destpêka komarê da rewşa zimanê kurdî û tirkî pir ne dûrî hev bû, lê niha êdî tirkî zimanekî dewletî, xwedan statû, qedirbilind e. Li hemberî vê yekê zimanê kurdî ji hemû derfetan bêpar e, zimanekî berbendkirî ye. Ev rewş di encama plansazî û bernameyekê da pêk hat, li hemberî vê yekê pêdivî bi plansazî û bernameyeke zimanî û netewesazî ya kurdan heye.
ÇAVKANÎ:
1- Ebeveyn ve Çocuk Arasında Ana Dilin Durumu (2020); Saha Araştırması Bulguları (Özet), Rawest Lêkolîn, Kurdish Studies Center. (https://kurdish-studies.org/yayinlar/category/yil/2020/)
2- Nergiz, B. (2019). Devletin Kürt Politikası ve Kürt Hareketi (1945-1960). Doktora Tezi. İstanbul.
3- Sosyo Politik Saha Araştırmaları Merkezi (Ocak 2020). Doğu ve Güneydoğu Anadolu Bölge İllerinde Anadil Kullanımı Araştırması. (https://sahamerkezi.org/dogu-ve-guneydogu-anadolu-bolge-illerinde-anadil-kullanimi-arastirmasi. Tikandin: 08.04.2025)
4- Kurdish Studies Center, Rawest Lêkolîn, Friedrich Ebert Stiftung (2022). Dil Haritası Projesi. (https://dilharitasi.com/wp-content/uploads/2023/05/KSC-Dil-Haritasi.pdf. tikandin:10.04.2025 )
Gotar di Komxebata li ser Perwerdeya Bi Zimanê Zikmakî de ku ji alîyê Şaxên Egitim-Senê yên Amedê ve hatîye lidarxistin, hatîye pêşkêşkirin. Sernivîsa esil a gotarê “Rewşa Zimanê Kurdî: Kurmancî” ye.
Foto: Ajansa Welat