Firat Cewerî Xelata Ostanayê wergirt

Firat Cewerî Xelata Navneteweyî ya 2024an a Ostanayê wergirt.

Komîteya xelatê ragihand, ji ber xebatên wî yên ji bo zimanê kurdî Cewerî liyaqê xelatê hatîye dîtin.

Firat Cewerî Xelata Navneteweyî ya 2024an a Ostanayê wergirt.

Komîteya xelatê ragihand, ji ber xebatên wî yên ji bo zimanê kurdî Cewerî liyaqê xelatê hatîye dîtin.

Di malpera Xelata Ostanayê de li ser vê mijarê wiha hat nivîsandin:

“Di konteksta dîrokî, çandî û sîyasî ya ji bo kurdî de ku parastina ziman ji hewldanên tunekirina wê ji alîyê hêzên serdest ve faktoreke bingehîne, ji bo parastina nasnava takekesî û kolektîf Firat Cewerî hemû keda xwe ji bo zimanê xwe xerc kirîye. Wî helbestan, kurteçîrokan û romanan nivîsandîye û weşandîye. Herwiha Cewerî edebîyata cîhanê wergerandîye zimanê kurdî û bi israr weşangerîya kurdî pêş xistîye. “

Çîroka kovara Nûdemê ya ligel xebatên din ên Firat Cewerî di  malpera Xelata Ostanayê de cî girtin.

Ostana û Xelata Navneteweyî

Ostana gundekî xwedî belediye ya li Çiyayên Alp’e.

Ev der bi ser herêma Piedmont a li bakurê Îtalyayê ve ye.

Zimanê dayikê yê welatiyên li Ostanayê dijîn oksîtanî ye.

Ostana gundekî li Çiyayê Alpan e û li ser sînorên Îtalya-Fransayê ye. (Wikipedia)

Ji 2015an û vir ve, her sal li vir Xelata Nivîsariya bi Zimanê Dayikê ya Ostanayê ya tê dayîn.

Ev bername, bi hevkariya Şaredarîya Ostanayê û Komeleya Çandê ya Chambra d’Oc ve tê lidarxistin.

———————————————

Foto: Firat Cewerî/Wikipedia 

Infowelat

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Beledîyeyên Mêrdîn, Batman û Xelfetîyê hatin desteser kirin

Dewleta tirk îro Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredarîya Batmanê û Şaredarîya Xelfetîyê ku navçeyeke …