Li Obwaldê Kurd li ber xwe didin

Helwesta rêveberiya li kampeke li Kantona Obwaldê û sebeba berxwedanê.

Di navbera penaberên Kurd û yên ji welatên din pevçûn derket.

Piştî aloziyê, penaberên Kurd dest bi greva birçîbûnê kirin.

Penaberên Kurd li Swîsreyê di salên dawî de rastî problemên dijwar tên.

Helwesta rêveberiya li kampeke li Kantona Obwaldê û sebeba berxwedanê.

Li kampa Glaubenbergê problemên bi penaberên din re veguherî pevçûnê û çend kes birîndar bûn.

Polêsên kantonê ragihandin, di pevçûnê de 3 kes birîndar bûn.

Bi dûv bûyerê re penaberên Kurd ên li vê kampê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Kurdên Glaubenbergê ragihandin, sebeba pevçûnê helwesta rêvebiriya kampê ye.

Yek ji penaberên Kurd Zulfikar Sîner derbarê bûyerê de van agahiyan da malpera Jiyanhaberê:

“Kesên ezeb ên Afgan û Sûriyeyî di avahiya malbatên Kurd de tên bicîkirin. Lewma jî pirî caran di navbera zarokan de pevçûn pêk tê. Li vir ewlehiya can û mal a tu kesî tune ye. Ji ber ku em ne di ewlehiyê de bûn îltîcayê Swîsreyê kir. Lê em li vir jî xwe di nava ewlehiyê de hîs nakin. Protestokirina bûyerên pêk hatî mafê mey ê demokratîk e. Lê ceza didin me û bi dersînorkirinê gef li me dixwin.”

Hêjayî gotinê ye, nûçeya peyvçûna penaberan di hin qismeke medyaya Swîsreyê de jî cî girt.

Lêbelê di medyayê de qala penaberên Kurd û paşxaneya meseleyê nehat kirin.

Navendên îltîcayê yên federal. Swîsre ji bo îltîcayê 6 herêm diyar kirine. Glaubenberg navenda yek ji van herêman e. /Harite: SEM

 

Ku der e Glaubenberg?

Glaubenberg kampeke penaberan a li Sarnenê ye ku bi ser Kantona Obwaldê ve ye.

Navenda Federal a Îltîcayê ragihand, kapasîteya vû kampa ku 340 kes e, niha du qat zêde bûye.

Glaubenberg kampeke penaberan a li Sarnenê ye ku bi ser Kantona Obwaldê ve ye.

Kampa ku berê navendeke artêşê bû, di 2015’an de ji bo bikaranîna penaberan transferê hukumeta federal hat kirin.

Piştî bûyerê Navenda Federal a Îltîcayê ragihand, kapasîteya vû kampa ku 340 kes e, niha du qat zêde bûye.

Navendê got, ew ê gelek penaberên li vir li kampên din bicîkirin.

Herwiha hat diyarkirin, SEM (Sekreteriya Dewletê ya Îltîcayê) ji bo li bêû kantonê kapasîteya xwe ya mazûvaniyê xurt bike, kampeke din a artêşê wê bi kar bîne

Fotoyê sereke: Dîmenek ji kampa Obwaldê. /Obwaldner Zeitung

Infowelat

Derbarê Fatoş Demirtaş

Fatoş Demirtaş rojnamevenake Kurd a ji Bakurê Kurdistanê ye. Wê cara pêşî di 1999’an de li Azadiya Welat dest bi rojnamevaniyê kir û paşê heft salan li navenda rojnameya Gundemê ya li Stenbolê xebitî. Ew dema ji bo Belediyeya Baxlera dixebitî, di 2017’an de ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ji kar hate girtin. Demirtaş ji sala 2019’an û vir ve li Swîsreyê wekî penaberekî polîtîk dijî.

Li vê jî binêre

Partîya Çep a Ewrûpî destekê da medyaya kurd

Partiya Çep a Ewrûpayê serdegirtina polîsan a li ser televizyonên kurd şermezar kir. Partîyê got, …