Robert Habeck gef li komên Îslamî xwar

Cîgirê şansolyeyê Almanyayê Robert Habeck bi peyameke vîdyoyê gef li  çalakgerên Misilman xwar.

Habeck got, “Xwepêşandanên Îslamî yên li Berlîn û bajarên din ên Almanyayê nayên qebûlkirin û ji bo vê bersiveke polîtîk a hişk lazim e.”

Şerê Îsraîl-Hamasê bandore li polîtîkaya navxweyî ya Almanyayê dike.

Qismek Misilmanên li vî welatî, bi armanca protestokirina Îsraîlê çalakiyan li dar dixin.

Hin ji çalakgeran destekê didin Hamasê û dijminahiya Cihûyan dikin.

Hukumeta Alman ku hewl dide çalakiyan bi dawî bike, helwesta xwe gav bi gav hişk dike.

Herçî Cîgirê şansolyeyê (serokwezîr) Almanyayê Robert Habeck e, bi peyameke vîdyoyê hîn bêtir pêş de çû.

Habeck bi vederkirina ji Almanyayê gef li komên birêxistinkirî yên Misilmanan xwar.

Habeck di vîdyoya vê sibehê hat weşandin de got, ew ê “bi tu awayî antî-semîtîzmê tolere nekin” û wiha dom kir:

“Xwepêşandanên Îslamî yên li Berlîn û bajarên din ên Almanyayê nayên qebûlkirin û ji bo vê bersiveke polîtîk a hişk lazim e.”

Gefa deportkirinê

“Kesên Alman bin wê bên mehkemekirin. Eger hûn ne Alman bin, hûn ê rastî rîska betalkirina destûra xwe ya îkametê werîn.”

Di berdewamiya hişyariya xwe de Habeck asta gefa xwe zêde kir:

“Kesên ne Alman bin wê bên mehkemekirin. Eger hûn ne Alman bin, hûn ê rastî rîska betalkirina destûra xwe ya îkametê werîn.”

Herwiha siyasetvanê Alman da zanîn “Kesên mafên wan ên îkametê tune bin, wê ev yek bibe sebeba vederkirinê (deportkirinê).”

Vîdyoya nîqaşbar a Habeck di çend saetan de ji aliyê 4 milyon kesan ve hat temaşekirin.

Gelek penaber û Alman reaksiyon nîşanî gotinên Habeck da.

Kî ye Robert Habeck?

Robert Habeck is a German Green politician and writer who has been serving as Vice Chancellor of Germany, Federal Minister for Economic Affairs and Climate Action in the cabinet of Chancellor Olaf Scholz and as a Member of the German Bundestag for Flensburg – Schleswig since 2021.
Habeck siyasetvan û nivîskarekî  Alman ê ji Partiya Kesk e. Ew niha cîgirê serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz e. Habeck di heman demê de Wezîrê Aboriyê û Çalakiya Avhewayê ye. Robert Habeck ji 2021’an û vir ve di Parlamentoya Almanyayê de bajarê Flensburg ê li eyaleta Schleswigê temsîl dike.

Foto: Robert Habeck /Twitter

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …