Komîteya li Dijî Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) encamên civînên xwe yên derbarê Tirkiye û çend welatên din de eşkere kirin.
Komîteyê fikarên xwe yên derbarê Abdulah Ocalan û girtîyên din ên li Îmraliyê îfade kirin.
Komîteya li Dijî Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) encamên civînên xwe yên derbarê Tirkiye û çend welatên din de eşkere kirin.
Komîteyê fikarên xwe yên derbarê Abdulah Ocalan û girtîyên din ên li Îmraliyê de îfade kirin.
Di biryarê de fikarên derbarê Abdulah Ocalan û girtîyên din ên li Îmraliyê cî girtin.
Komîteyê fikarên xwe wiha îfade kirin:
“Komîte bi taybetî derbarê rewşa Abdullah Ocalan, Hamili Yıldırım, omer Hayri Konar û Veysi Aktaş de ku li Girtîgehê Îmraliyê ne û ji adara 2021an û bi vir ve nikarin bo malbat û parêzerên xwe re hevdîtinan bikin, bi fikar e.”
Komîteya rêxistina navneteweyî, qala derbarê êşkence û kiryarên xerab ên li navendên binavkirin û girtîgehan de jî kir û ji Tirkiyeyê daxwaz kir hemû îdîayan di vî warî de bi awayekî bêalî vekolîne.
Civînên Komîteya li Dijî Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ku di 8ê tîrmehê de li Cenevê dest pê kiribûn.
Raportorên komîteyê, nûnerên rêxistinên sivîl ên raporên li ser Tirkiyeyê pêşkêş kiribûn û heyeta tirk tevlî civînan bûbûn.
————————————————–
Foto: Civînên Komîteya li Dijî Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevê/ANF
Infowelat