D’Alema dikarîbû penaberiya Ocalan qebûl kiriba

Roberto Mantovani: “Massimo D’Alema xwestibana dikaribû mafê penaberiyê bidana lîderê PKKê Abdullah Ocalan.”

“Her kes dizane ku di rewşa Ocalan de, dewlet penaberî û parastinê dikin û tenê wê demê û heke nakokî çêbibin, daraz pê re mijûl dibe.”

Siyasetmedarê Îtalyan Ramon Mantovani derbarê helwesta Îtalyayê ya ji bo Ocalan gotinên balkêş kirin.

Mantovani got, Massimo D’Alema xwestibana dikaribû mafê penaberiyê bidana lîderê PKKê Abdullah Ocalan.

ANFê li ser mijarê bi Ramon Mantovani re hevpeyvîneke dirêj weşand.

Mantovanî berejevajiya sekna fermî ya Îtalyayê, derbarê derfetên serokwezîrê wê demê Massimo D’Alema dikarîbû bi kar anîbûya, wiha axivî:

“Derfeta Hikûmeta D’Alema ji ber rewşa wî ya dîrokî li Deryaya Navîn jî ji bo pêvajoyek aştiyê û siyasetek derve ya ku ji Îtalyayê re guncav e pêş bixe hebû. Diyalog û muzakere pêkan bû. Ji ber ku nêzîkatî û danûstandin di navbera PKK û hikûmeta Erdogan de çêbûn ku bi awayekî eşkere ji ber rol û giraniya siyasî ya artêşa Tirkiyeyê bi ser neketin.”

Ramon Mantovani da zanîn, daxuyaniya D’Alema û Wezîrê Edalatê  yê wê demê Oliviero Diliberto yên derbarê mafê penaberiya Ocalan de ne rast in.

Herdu siyasetmedar gotibûn, “destura hikûmetê tune ku mafê penaberiya siyasî bide û tenê dadgeh dikarin vê yekê bikin.”

Mantovani bi van gotinan hukumeta wê demê sûcdar kir:

“Ev jî dereweke din e. Her kes dizane ku di rewşa Ocalan de, dewlet penaberî û parastinê dikin û tenê wê demê û heke nakokî çêbibin, daraz pê re mijûl dibe.”

Abdulah Ocalan û Roberto Mantovani. /ANF

Ocalan ji neçarî terka Îtalyayê kir 

Lêbelê ji ber zextên Amerîka, NATO û Yekitiya Ewrûpayê û herwiha keysparêziya hukumeta îtalyan a ji bo berjewendiyên xwe yên bi Tirkiyeyê re, deriyê Îtalyayê ji Ocalan re hatibû girtin.

Abdullah Ocalan di 12ê mijdara 1998an de ji bo stargehekê ji Rûsyayê hatibû Îtalyayê. Ocalan gotibû, ew dixwaze meseleya kurd bi rêbazên demokratîk çareser bibe û lewma jî ew hatiye Îtalyayê.

Ocalan li balafirxaneyeke Romayê kurtedemek hatibû girtin û piştî îhtiraza parêzerên wî yên îtalyan Giuliano Pisapia û Luigi, hatibû berdan. Paşê lîderê kurd li vîlayeke parastî ya li dora bajarê Romayê ji du mehan zêdetir li bende mafê penaberiyê mabû.

Lêbelê ji ber zextên Amerîka, NATO û Yekitiya Ewrûpayê û herwiha keysparêziya hukumeta îtalyan a ji bo berjewendiyên xwe yên bi Tirkiyeyê re, deriyê Îtalyayê ji Ocalan re hatibû girtin. Ocalan, piştî 66 rojan bi daxuyaniyekê terka Îtalyayê kiribû.

Kî ye Ramon Mantovani?

Mantoni li ser daxwaza PKKê, ji bo dîtina Ocalan çûbû Moskowayê û li wir bi Ocalan re hevdîtenekê kiribû. Paşê jî Mantoni ligel Ocalan bi balafireke rûs hatibû Îtalyayê

Ramon Mantovani damezrînerê Partito della Rifondazione Comunista (Partiya Jinûveavakirinê ya Komunîst a Îtalyayê) ye. Dema Ocalan hatibû Îtalyayê Mantoni ligel wekîltiya xwe ya di parlamantoyê de, endamê Komîsyona Karên Derve ya Îtalyayê bû.

Mantovani li ser daxwaza PKKê, ji bo dîtina Ocalan çûbû Moskowê û li wir bi Ocalan re hevdîtenekê kiribû. Paşê jî Mantoni ligel Ocalan bi balafireke rûs hatibû Îtalyayê. Siyasetmedarê îtalyan, ji bo Ocalan mafê penaberiyê werbigire bi hukumetê Massimo D’Alema re hevditînan kiribû.

Infowelat

————————-

Fotoyê sereke: Massimo D’Alema. Serokwezîrê wê demê yê Îtalyayê, ligel sekna xwe ya nerm û maqûl a ji bo Ocalan a li pêş raya giştî, mafê penaberiyê nedabû lîderê kurd.   

 

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …