Şerê serxwebûna Fîlîpînan

12 heziranê roja Danezana Serxwebûnê ya Fîlîpînan a li hemberê Îspanyayê ye.

Emilio Aguinaldo 1898an de li Caviteya li başûrê Manîlayê serxwebûna Fîlîpînan ragihand.

12 heziranê roja Danezana Serxwebûnê ya Fîlîpînan a li hemberê Îspanyayê ye.

Şoreşa Fîlîpînan di 1896an de dest pê kir û Îspanya 1897an de bi serhildêran re peymaneke aştîyê îmze kir.

Bi vê peymanê, Îspanya wê di berdêla zirara daye de alîkarîya aborîyê bidana hêzên fîlîpînan.

Lêbelê di serî de Emilio Aguinaldo, çend lîderên serhildanê wê terka Fîlîpînan bikirana û li Hong Kongê bi cî bûbûna.

Kurtedemek piştî vê peymanê, Şerê Îspanya-Amerîkayê dest pê kir û Washington bi vê hincetê midaxaleyê Fîlîpînan kir.

Hêzên Deryayî yên Amerîkayê li Kendava Manîlayê hêzên îspanyol têk birin.

Lîderê serhildêr Aguinaldo di van şertên guncaw de bi alîkarîya keştîyeke Amerîkayê vegerîya Fîlîpînan.

Emilio Aguinaldo di 12ê hezîrana 1898an de li Caviteya li başûrê Manîlayê serxwebûna Fîlîpînan ragihand.

Danezana bi îspanyolî hatibû nivîsandin, ji alîyê 98 kesan ve hatibû îmzekirin.

Lê tevî vê jî, danezan encax di 1ê tebaxê de bû belgeyeke fermî.

Rêvebererîya Aguinaldo di navbera hezîran û tebaxê de 190 şaredarîyên li 16 parêzgehan xist bin kontrola xwe.

Fîlîpîn welatekî li rojavayê Pasîfîkê ye ku ji gelek giravan pêk tê.

Şerê li hember Amerîkayê

Îspanya di 1898an de bi Peymana Parisê Fîlîpînan ji Amerîkayê re hişt.

Hukumeta Fîlîpînan vê peymanê qebûl nekir û li hemberê Amerîkayê serî hilda.

Serhildan heta 1902an dewam kir lê Amerîka bi hêzeke mezin serhildanê tepisand û Aguinaldo dîl girt.

Şerê çekdarî li hin herêmên dûrî navendên bajêr heta demekê dom kir.

Dawîya dawî Amerîka bi hêzên Fîlîpînan re rûnişt û di 4ê hezîrana 1946an de bi Peymana Manilayê serxwebûna welêt qebûl kir.

……………………………………………………….

Foto: Du şervanên tevlî şerê serxwebûnê yê Fîlîpînan bûne/Zendalibros.com

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Rewşenbîrên kurd û tirsa ramanwerî

Avreş JIYAN Rewşenbîrê/a kurd bala xwe nade tevliheviya kaotîk ku paradîgmayên îdeolojîk ên azadiya kurd ên van …