1524 hiqûqnas ji bo Ocalan name nivîsandin

Tecrîda li ser Abdulah Ocalan di mehên dawî de zêdetir dibe mijareke rojeva navneteweyî.

Ji 35 welatan 1524 parêzer ji bo azadiya lîderê PKKê Abdullah Ocalan nameyekê nivîsandin.

Ji bo ragihandina vê hewldana dawî, îro li Brukselê daxuyanîyeke çapemenîyê hat lidarxistin.

Tecrîda li ser Abdulah Ocalan di mehên dawî de zêdetir dibe mijareke rojeva navneteweyî.

Ji 35 welatan 1524 parêzer ji bo azadiya lîderê PKKê Abdullah Ocalan nameyekê nivîsandin.

Name ji  ji Wezareta Edaletê ya Tirkîyeyê re hat şandin.

Ji bo ragihandina vê hewldana dawî, îro li Brukselê daxuyanîyeke çapemenîyê hat lidarxistin.

Komeleya Hiqûqê ya Navneteweyî û Demokrasiyê (MAF-DAD), Komeleya Baroya Brukselê, Enstîtuya Mafên Mirovan a Baroya Brukselê, Yekîtiya Parêzerên Ewrûpayê ji bo Mafên Mirovan a Cîhanê û Demokrasiyê (ELDH) û Sendîkaya Parêzerên Demokrat a Ewrûpayê (AED) tevlî vê daxuyanîyê bûn.

Civîna  çapemenîyê li Klûba Çapemeniyê ya Brukselê pêk hat.

Seroka AED’ê Helene Ddebaty, Hevseroka MAF-DAD’ê Heike Geisweid, endamê Baroya Brukselê û Enstîtuya Mafên Mirovan a Baroyê Yves Oschinsky û Sekreterê Giştî yê ELDH’ê Thomas Schmidt di bernameyê de axivîn.

Beşdaran ragihandin, hewldana dawî ji bo pêkhatina mafê hevdîtina bi Abdullah Ocalan re pêk hatîye.

Naveroka nameyê

Name di civîna çapemeniyê de hat xwendin û derbarê astengkirina hevdîtinên bi parêzer û malbata Ocalan re agahî hatin dayîn.

Hin alîyên di nameyê de derketin pêş wiha bûn:

“Destwerdana li mafê parastinê û rewşa ragirtina hucreyê ya li Ocalan û girtiyên din tê ferzkirin, bû sedem ku rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî yên mîna ELDH, AED û Lawyers for Lawyer daxuyaniyê bidin û toreke berfireh a parêzeran nerazîbûneke rexnekirinê nîşan bidin.”

“Qedexeya serdana parêzeran a li Girtîgeha Îmraliyê, bi rengekî eşkere binpêkirina Pîvanên Standarta Herî Kêm a Têkildarî Kiryarên li hemberî Girtiyan a Neteweyên Yekbûyî ya sala 2015’an hatiye nûkirin (Pîvanên Nelson Mandela), binpêkirina pêşniyarên CPT û Qanûna Înfaza Ceza ya Tirk a bi hejmara 5275’an e. Dewlet xwedî wê berpirsyariyê ne ku bêyî li nasname û cezayê li girtî û hikumxwaran hatiye birîn, mafê wan misoger bikin.

Ev yek di heman demê de, di serî de Pîvanên Bingehîn ên 8. û 16. binpêkirina cihêkarî û mafê parêzeran e ku di Pîvanên Bingehîn ên Neteweyên Yekbûyî yên li ser Rola Parêzeran hatiye destnîşankirin.”

“Di 30’ê Nîsana 2024’an de Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a ser bi Wezareta we ve bersiv da daxwaza parlamenterên DEM Partiyê û di bersivê de hate ragihandin ku li pêşiya hevdîtina Birêz Abdullah Ocalan û mehkûmên din a bi parêzeran re ti astengî nîne. Em hêvî dikin ku hûn ê destûra hevdîtina bi Ocalan re bidin hempîşeyên me yên li Tirkiyeyê û rastiya vê agahiyê nîşanî civata hiqûqê ya navneteweyî bidin.”

Tecrîd tê rojeva Konseya Ewrûpayê

Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpayê di navbeyna 17-19’ê Îlonê de wê biryara ‘’binpêkirinê’’ ku DMME’yê bîne rojeva xwe.

DMME (Dadgeha Mafên Mirov a Ewrûpayê) di 2014an de biryara mehkûmkirina cezayê miebeta girankirî ya derheqê Ocalan de dabû.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpayê wê lê binere ka biryara binpêkirinê û hewceyiyên ku divê bêne kirin ên DMMEyê hatine bi cih anîn an na.

————————————————-

Foto: Daxuyanîya çapemenîyê ya ji bo tecrîda Ocalan/ANF

Infowelat

Komploya li hember Ocalan ket sala 25an

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Puerto Rico referandûma statuyê li dar dixe

Di referandûmê de wê sê pirs bên kirin: tevlîbûna Amerîkayê wekî eyaleta 51., serxwebûn an …