Holanda wê di polîtîkaya xwe ya penaberîyê de guherînên bingehîn pêk bîne.
Zextên li ser mafên bidestxistina xanîyan, tendurustî û perwerdeyê stûnên vê bernameyê ne.
Holanda wê di polîtîkaya xwe ya penaberîyê de guherînên bingehîn pêk bîne.
Plana hikumeta Dick Schoof bisînorkirina mafên penaberane.
Ev ê jî Holandayê ji polîtîkaya penaberîyê ya Yekîtîya Ewrûpayê dûr bixe.
Hikumeta nû bernameya xwe ya derbarê vê meseleyê de di 13yê îlonê de eşkere kir.
Zextên li ser mafên bidestxistina xanîyan, tendurustî û perwerdeyê stûnên vê bernameyê ne.
Wezîra Penaxwazî û Koçberîyê Marjolein Faber di parvekirina xwe ya Xê de sebeba vê bernameyê wiha ragihand:
“Divê em bi lez pêşî li pêla penaberan bigirin. Loma ez polîtîkaya herî jidandî ya di dîroka vî welatî de pêşkêş dikim.”
Naveroka polîtîkaya nû
Di bernameya nû de destûra bêsînor a ji bo îltîcayê ji holê tê rakirin.
Destûr yê dayîn rewşa penaberan dem bi dem bê kontrolkirin û kesên êdî pêdivîya wan bi parastinê tune be bên deportkirin.
Alîyekî din ê vê polîtîya jidandî jî derbarê yekîtîya malbatan de ye.
Polîtîkaya nû, hatina endamên nû yên malbatê bi sînor dike.
Herwiha, hiqûqa vederkirina penaxwazan tê hêsankirin.
Hikumeta Holandayê tevî van êrişên li hember mafên penaberan, dixwaze di asta Ewrûpayê de şerê penaberan bike.
Hikumeta Dick Schoof wê ji Brukselê daxwaz bike, peymanên ji bo penaberan bên guherandin û mafên penaberan bên bisînorkirin.
Sebeba guherîna radîkal
Sebeba guherandina sîstema penaberîyê ya Holandayê rêveberîya nû ya rasta radîkal e.
Partiya Geert Wildersê nîjadperest (PVV) di hilbijartinên 2023an ên Holandayê de bûbû yekemîn.
Ji ber mixalefeta li hemberê Wilders, hikumeta Holandayê bi bin serokwezîrîya Dick Schoof de hatibû damezrandin.
Tevê vê jî, di girtina biryarên hikumetê de bandora Wilders ji hemû hevparan zêdetir e.
————————————-
Foto: Serokwezîrê Holandayê Dick Schoof/Medyaya civakî
Infowelat