41. Salvegera Şoreşa Nîkaraguayê

Vê mehê 41. salvegera serfeketina Şoreşa Sandînîst  Nîkaraguayê hat pîrozkirin.

Di 20’ê Tîrmeha 1979’an de hêzên Eniya Rizgariya Neteweyî ya Sandînîst FSLN artêşa dîktator Somoza têk birin û ketin paytext Managuayê.

Bi vî awayî, dawî li dîktatoriya Anastasiyo Somoza ku qasî 43 salan dom kiribû, hat anîn.

Serokê ciwan ê hêzên şoreşger Danîel Ortega, kurtedemek şûn de derket pêşberî kamerayan û serfiraziya şoreşê ji tevahiya cîhanê re ragihand.

Lê belê, berevajiyê bendewariyên gelê Nîkaraguayê hîn ewrên reş û tarî ji ser welêt belav nebûbûn.

Berdêlên şerê li kontrayan hatin dayîn ji yên şerê ji bo şoreşê girantir bûn.

Di 9 salên şoreşê de şoreşê de 10 hezar kes hatibûn kuştin lê şerê kontrayan ê li dijî şoreşê ku 1981’an heta 1990’an dom kir, bû sedemê mirina 30 hezar kesî.

Kurtebelgefîlmek di derbarê rojên ewilî yên Şoreşa Sandînîst de

Ji ber midaxaleya domdar a ji derve, mixalefeta li hember şoreşê li Nîkaraguayê herdem zindî ma û di van salên dawî de bêtir çalak bûn.

Bi pêşengiya xwendekarên mixalif, di 2018’an de li dijî rêvebiriya Danîel Ortega protesto hatin li dar xistin û ev çalakî di 2019’an de jî dom kirin.

Di encama êrişa hêzên ewlekariyê de bi sedan çalakger hatin kuştin.

Lewma hem mixalefet hem jî gelek dostên kevn ên rêvebiriya FSLNê, wê ji ber bikaranîna şîdetê û terka armancên şoreşê sûcbar dikin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …