Wekî li her aliyê cîhanê, li Kurdistanê jî rêveberiyên xwecîhî di meseleya parastina ziman de xwedî roleke diyarker in. Hilbijartina wan a rasterast a ji aliyê gel ve, ligel xizmetên din derfetê dide polîtîkayeke ji bo zimanê bindest jî bê meşandin. Lêbelê desteserkirina şaredariyên kurd a piştî Şerê Bajaran, proseya nîqaş û amadekirina polîtîkayeke parastina kurdî ji holê rakir. Niha hêvî ev e, bi hilbijartina 31ê adarê re şaredariyên hatine dagirkirin careke din têkevin bin kontrola gelê kurd. Ev ê jî derfetê bide plan û projeyên parastina kurmancî û zazakî careke din bi destên şaredariyan bên meşandin. Infowelat bi vê perspektîfê, ji destpêka sibatê û vir ve dest bi hevpeyvînên bi namzetên DEM Partiyê re kirin. Me di vê dosyeyê de xwest fikr û plansaziya namzetan a di vê mijarê de bi xwendevanên Kurdistanê re parve bikin.
Kadri Esen
(Farqîn/Amed)
Em dikarin telefonên xwe bikin kurdî, televîzyonên kurdî temaşe bikin, rojnameyên bi kurdî bixwînin, tabelayên xwe bikin kurdî û rengîniya kolan û bajarên xwe bixin bin însîyatîfa xwe. Ji bo esnafên me rengê kurd û kurdistanî bidin dikan û kolanên Farqînê, em ê alîkarîyê bikin.
Hûn jî şahid in ji Farqînê gelek kesên ji bo parastina ziman û çanda kurdî berdêlên giran dane. Ji bo em hêjayî wan kesan bibin, teqez em ê li mîrateya wan xwedî derkevin û Farqînê ji hêla çand û ziman de li rojên berê vegerînîn. Lê helbet ev ê bi rêûrêbazên nûjen pêk were. Îro li Farqînê û tevahiya kolanên kurdan tabela bi tirkî ne, tv bi giranî bi tirkî ne, telefonên destan bi tirkî ne, hemû xizmetên bajarvaniyê û hwd bi tirkî ne. Ev jî bi zext û derfetên dewletê pêk tê. Lê ew derfet hene ku kurd ango Farqînê dikarin veguherînin. Em dikarin telefonên xwe bikin kurdî, televîzyonên kurdî temaşe bikin, rojnameyên bi kurdî bixwînin, tabelayên xwe bikin kurdî û rengîniya kolan û bajarên xwe bixin bin însîyatîfa xwe. Ji bo esnafên me rengê kurd û kurdistanî bidin dikan û kolanên Farqînê, em ê alîkarîyê bikin. Ku pêwîst be, em ê baca wan heta radeyekê kêm bikin. Xizmetên ji hêla şaredariyê ve bê kirin, xizmetên li hemû kolanên bajêr û li gundan bê kirin teqez wê kurdî be.
Em ê li hemû gundan navendên fêrbûna kurdî vekin. Ev der wê hem ciyê fêrbûnê bin hem jî di nava wan de pirtûkxane û kafeyekê hebe. Zarok wê biçin wir û zimanê xwe ji bîr nekin. Ji bo navenda Farqînê jî em ê kreşeke (pêşdibistan) kurdî vekin. Belkî di destpêkê de yek, paşê li gorî pêdiviyê du an sê jî dikarin bên vekirin.
Em ê li şaredariyê jî navendeke kursa kurdî vekin û personelên me yên bi kurdî nizanibin wê di navbera 5-6 mehan de bikaribin xizmetên xwe bi kurdî bidin. Em ê derfetên bi vî rengî ava bikin.
Murat Îpek
(Pasûr/Amed)
Du rê li pêş me heye; an êm ê dev ji ax û çanda xwe berdin an jî bi çol û çeperan kevin ya jî ji mayina li vîr îsrar bikin.
Li ser çand û hunera kurdî wê teqez civîn û komxebat wê çêbibin. Lê berî vê, konseya navçeyê wê bê ava kirin. Ji bo endamtiya konseyê nivîskar, rewşenbîr an kesên naskirî yên ji navçeyê wê bên tesbîtkirin û bên vexwendin.
Em dixwazin bi wan re di derbarê kêmasiyan de bi hev re biryarê bidin. Parastina çand û zimanê kurdî wê karê me yê herî lezgîn û sereke be. Ez nabêjim ez ê bikim, ez dibêjim bi mirovên pispor û dildarê vî karî re em ê bi rê kevin. Ev mesele, mesela me ya herî girîng e. Hewceye em jî li dijî vê êrişa mezin a li ser nirxên me yên resen bibin xwedî helwest. Bi kurtasî, di destpêkê de ji bo çareseriyê hewceye lêkolînek berfireh bê kirin û dûv re em ê têkevin liv û tevgerê. Ez dikarim bibêjim, ez bi xwe ji bo vê meselê demek dirêje serê xwe diêşînim.
Keçeke min a 5 salî ya heye ku yek gotineka bi tirkî nizane. Ez bawerim ev gelek tişt nîşan dide. Du rê li pêş me heye; an êm ê dev ji ax û çanda xwe berdin an jî bi çol û çeperan kevin ya jî ji mayina li vîr îsrar bikin. Ez bi xwe ji bo mayîna li ser axa dê û bavan israr dikim. Ji bo vê yekê jî hewceye em rehên xwe bi hêz berdin dilê vê axê. Ew reh jî bê guman rehên xwebûnê ne. Bi vê perspektîfê, navendên li ser çand, dîrok, folklor û dengbêjiya kurd wê bên ava kirin. Em kurd in, zimanê me kurdî ye û em ê bi kurdî bijîn.
Safîye Akdag
(Yenîşehîr/Amed)
A rast, divê ji bo îstihdamê krîtera zanîna kurdî hebe. Bi vê pîvanê, kesên bi zimanê xwe nizanibin wê neçar bimînin zimên fêr bibin. Ev yek divê ji bo namzetan jî, endamên meclîsan jî û ji bo hevşaredaran jî krîterek be.
Karê yekem ku em ê bikin, em ê ji endamên meclîsa xwe komîsyoneke zazakî û kurmancî diaxivin, ava bikin. Em ê li şaredariyê zimanê pêşwazîkirina gel û xizmetê bikin zazakî û kurmancî. Em ê li ber deriyê şaredariya xwe tabelayên ji bo hişmendiya ziman bi cî bikin û li ser wan bi du zaravayan binivîsin: Bi kurdî biaxivin, bi kurdî binivîsin. Dema kesên têkevin hundir bila bizanibin li wir kurdî tê axaftin. Herwiha, personelên şaredariyê divê bi kurmancî û zazakî bizanibin.
Ez niha ji aliyê hiqûqî de dersên kurdî yên li şaredariyê dikevin kîjan çarçoveyê baş nizanim. Lê em dikarin şemî û yekşeman kursên kurmancî û zazakî vekin ji bo personel û malbatên wan. Belkî ev di destpêkê de ne wekî kursekî ferz be. Dema li şaredariyê bi kurdî bê axaftin, ev yek wê bandorê li personel jî bike. Ev ê jî bibe sebeb beşdariya kursên ziman pêk were. Li Amedê hejmara kesên ku hîç bi kurdî nizanibin kêm in. Dibe ku ji bo kesên ji derveyî Amedê hatibin rewş cuda be. Di meseleya ziman de heta niha polîtîkayên desthilatiyê hatine meşandin. Tevî ku hin kes problemên xwe li saziyên fermî bi kurdî radigihinîn, bersiva wan bi tirkî tê dayîn. Em ê vê hişmendiya desthilat li Yenîşehîrê hilweşînin.
A rast, divê ji bo îstihdamê krîtera zanîna kurdî hebe. Bi vê pîvanê, kesên bi zimanê xwe nizanibin wê neçar bimînin zimên fêr bibin. Ev yek divê ji bo namzetan jî, endamên meclîsan jî û ji bo hevşaredaran jî krîterek be. Ji ber ku hûn li vir dijîn û gelê ku hûn xizmeta wan bikin kurd in. Nezanîna ziman kêmasiya herî mezin e. Ev yek dive wekî xebateke giştî ku şaredarî jî parçeyeka wê ye divê bê dîtin. Fikra min ev e, di serî de malpera fermî, hemû weşanên danasînê yên şaredariyê jî divê bi sê zimanan be, ango zazakî, kurmancî û tirkî be. Di malpera şaredarîyê de divê ji bo teşwîqkirina kurdî reklam û danasîna esnafên me yên ku tabelayên wan bi kurdî ne bikin. Em ê ji bo parastina ziman bi saziyên ziman re jî têkiliyan çêkin û ji fikr û planên wan sûdê werbigirin.
Abdurrahîm Durmuş
Cizîr/Botan
Em ê esnafan teşwîk bikin da ku ji bo kesên bi kurdî sîparîşên xwe didin re erzanîyê bikin. Bi armanca ku esnaf tabelayên xwe bikin kurdî, em ê wan teşwîq bikin. Dîsa, em dikarin pêşbirkên helbest û kompozîsyonên kurdî yên bixelat li dar bixin.
Lê belê ji ber zext û zordariyên dewletê ya bi destên qeyûman, di 10 salên dawî de baldarîya ji bo kurdî kêm dibe. Em ê dîsa bajarên xwe bidest bixin û atmosferek bi vî awayî bidin avakirin.
Ji bo parastin û teşwîqkirina ziman dê xebatên me hebin. Mînak, em dixwazin çend pirtûkxaneyên tê de materyalên zaravayên kurdî hebin, vekin. Li van pirtûkxaneyan dê înternet, çay, qehwe û hwd bê pere be. Ji aliyek din jî, em ê qampanyayên kurdî bidin dest pê kirin. Em ê esnafan teşwîk bikin da ku ji bo kesên bi kurdî sîparîşên xwe didin re erzanîyê bikin. Bi armanca ku esnaf tabelayên xwe bikin kurdî, em ê wan teşwîq bikin. Dîsa, em dikarin pêşbirkên helbest û kompozîsyonên kurdî yên bixelat li dar bixin.
Em ê di polîtîkaya îstîhdamê de jî hewl bidin kurdî bikin krîterekê. Ji lew re divê rêveberî û xebatkarên şaredariyê ji gel re bibin mînak. Herwiha ji bo kârkerên şaredariyê em ê kursên kurdî vekin û em ê li şaredariyê hewl bidin tenê kurdî were axaftin. Lê divê ez vê jî bêjim, di vê mijarê de hin dijwariyên me jî hene. Qeyûman hêjmareka zêde karker ji rojavayê Tirkiyeyê anîne û kirine personelên şaredariyê. Em ê di nava demê de rewşa wan li gorî heqîqet û pêwîstiya civakê dizayn bikin. Karkerên ku di qadên bi gel re têkildar in teqez divê kurdî bizanibin. Dîsa em ê hewl bidin hemû tabelayên me bi kurdî bin. Em ê bi saziyên ku di mijarên civakî û çandî de xebatên wan hebin, hevkariyê bikin.
Fatma Gulan Onkol
Sûr/Amed
Sûr ji bo kurdan xwedî giringiyeke mezin e. Lewma divê em li nasnameya kurd a Sûrê xwedî derkevin. Sûr ji bo me qadeke parastinê ya kurd û kurdî ye. Em amade ne projeyên ji bo parastina çand û ziman ên ji derve ji me re bên şandin, binirxînin.
Bi saziyeka me ya ziman re hevdîtinên me hene. Wan bernameyeka 5 salan ji bo me amade kir. Em dixwazin xizmeteke pirzimanî li Şaredariya Sûrê bidin destpêkirin. Paşê em ê gav bi gav vê xebatê belavî her aliyê Sûrê bikin. Bi taybetî, em dixwazin xebatên çand û hunerî yên bi kurdî bikin. Gelek ji saziyên me li Sûrê ne an dixwazin werin li Sûrê bi cî bibin. Ev jî nîşan dide Sûr ji bo kurdan xwedî giringiyeke mezin e. Lewma divê em li nasnameya kurd a Sûrê xwedî derkevin. Sûr ji bo me qadeke parastinê ya kurd û kurdî ye. Em amade ne projeyên ji bo parastina çand û ziman ên ji derve ji me re bên şandin, binirxînin.
Em ê ji herkesî bixwazin bi kurdî bizanibin û ji bo vê, wan teşwîq bikin. Ku ez rastiyê bêjim, ji ber min kurmancî nizanîbû, ez rastî rexneyan hatim. Min li qehwexaneyan bi kurmancî dest bi axaftinê dikir lê çend deqe şûn de min nikarîbû bi kurmancî berdewam kiriba. Lewma min bi tirkî berdewama axaftinê dikir. Xelk rexneyên xwe dikirin. Lê ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê vê rewşê heta astekê hat tolerekirin. Lewma ez plan dikim, di nava 6 mehan de fêrî kurmancî bibim. Niha ji ber xebatên hilbijartinê dem tune ye ez fêrî ziman bibim. Lê min di nava xebatên kampanyayê de ferq kir ku kurmancîya min gav bi gav pêş dikeve. Di dawiya dawî de têkoşîn ji bo nasname, çand û ziman e. Em li Kurdistanê dijîn. Gelê vir bi kurmancî û zazakî diaxive. Lewma jî divê xizmet bi van her du zaravayan bên dayîn. Bingeha polîtîkayên me pirzimanî û pirçandî ye.
Giyaseddîn Aydemîr
Gimgim/Mûş
Dayik bi tirkî jî baş nizanin ema zorê didin xwe bi tirkî biaxivin. Asîmîlasyoneke giran heye li Gimgimê. Lewma dive ewil em hişmendiya ziman bidin dayikan.
Ewil em ê kursên perwerdeyê vekin ji bo zarokan. Em ê bêtir kursên havînê vekin da ku hemû zarok tevlî bibin. Di vê meseleyê de em dayikan jî difikirin. Îro hûn biçin Qerekoyê hûn ê bibînin dayik êdî bi zarokên xwe re bi tirkî diavixin. Dema tu bi tirkî diaxivî herwekî ku Ewil em ê kursên perwerdeyê vekin ji bo zarokan. Em ê bêtir kursên havînê vekin da ku hemû zarok tevlî bibin. Di vê meseleyê de em dayikan jî difikirin. Îro hûn biçin Qerekoyê hûn ê bibînin dayik êdî bi zarokên xwe re bi tirkî diavixin. Dema tu bi tirkî diaxivî herwekî ku qîmeta te bilind dibe. Û dema tu bi kurdî diaxivî herwekî ku tu bêqîmet dibî. Berî niha, welatiyên li navenda Gimgimê li kolanê piranî bi tirkî diaxivîn lê li malê bi kurdî diaxivîn. Ema niha li Qereqoyê, li Hecîbegê û Rindaliya jî tirkî serdest bûye. Yanî dayik tirkî jî baş nizanin ema zorê didin xwe bi tirkî biaxivin. Asîmîlasyoneke giran heye li Gimgimê. Lewma dive ewil em hişmendiya ziman bidin dayikan. Dîsa em difikirin ji bo mamosteyên me kursên xwendin û nivîsandina kurdî vekin. Di warê folklorê de em dikarin dengbêj û çîrokbêjan bînin cem hev û şevên çandî li dar bixin. Em dikarin berhevên çanda devkî ji nava gel berhev bikin û wan biparêzin. Em difikirin careke din Festîwala Gimgimê li dar bixin. Dema festîwal dihat lidarxistin ji Mûşê, ji Kopê, ji Xinûsê û ciyên din tevlîbûneke mezin pêk dihat. Em di vî warî de dixwazin hevkariyê ji rewşenbîrên Gimgimê yên li welat û derveyî welat jî bigirin.
Gulbahar Kaya (Namzeta DEM Partiyê ya jin a Şaredariya Gimgimê): Li Gimgimê kurmancî û zazakî tê axaftin û divê em ji bo herduyan jî xebatê bikin. Di dema me de xebata ziman bi rêya navenda çandê dihat meşandin. Lê ev der ji aliyê qeyûm ve hat girtin û dawî li xebatê hat anîn. Em ê navendeke ji wê jî mezintir vekin û di destpêkê de ji bo zarokan kursên zazakî û kurmancî vekin. Jê pê ve, karê kursên muzîk û qadên din ên hunerê jî wê li vê navendê hebin. pêşîgirtina asîmîlasyona zarokan, wekî min niha jî got, em ê ji bo avakirina kreşeke bi kurdî hewl bidin. Wekî din, divê em di meseleya ziman de hin tedbîrên din jî bigirin. Di Girtîgeha Batmanê de kesê cara ewil dersa kurdî daye ez im. Wê demê derfetên me tune bûn, bi tenê pirtûka gramerê ya Feqî Huseyîn Sagniç hebû. Tê bîra min, me di 1994-1995an de li girtîgehê kurseke kurdî vekir. Yanî ez dixwazim bêjim, ji wê demê û vir ve hesasiyeta min a ji bo kurdî berdewam dike. Em li Hezoyê bi dost û hevalan re herdem bi kurdî diaxivin lê helbet ev têrî parastina ziman nake. Ji ber ku parastina ziman bi tenê ne karekî şexsî û komî ye. Parastina ziman meseleyeke neteweyî û rêxistinî ye.
Berat Can
Çêrmûk/Amed
Ku em bên hilbijartin, em ê li şaredariyê xizmeta pirzimanî bidin. Em ê hewl bidin xizmeta niştecîyên xwe bi zimanên ku ew pê diaxivin bikin. Bi vê armancê, em ê kursên ziman ji bo personelên şaredariyê vekin. Dema welatiyekî/ê were şaredariyê, bi kîjan zimanî bixwaze ew ê bi vî zimanî xizmetê bigire.
Çêrmûg bajarakî pirzimanî ye. Piraniya niştecîyên vir bi zazakî û kurmancî diaxivin. Qismek ji nifûsê jî bi tirkî diaxive. Bo nimûne, ez ji malbateka tirkmen im û lewma jî zimanê min ê dayikê tirkî ye. Mixabin, dewletê hurmet nîşanî pirzimaniyê nedaye û zimanê xwe li ser civakê ferz kirî ye.
Lê ji bo partiya me wekhevîya zimanan esas e. Şaredariyên di xeta me ya sîyasî de berî niha di xebatên xwe yên pirzimanî derketibûn pêş. Di vî warî de xebatên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Sûrê baş tên zanîn. Dema em hatin ser kar, em ê jî li gorî vê polîtîkayê hurmetê nîşanî hemû zimanên navçeya me bidin.
Herçiqas Çêrmûg ciyekî pirzimanî be jî, piranîya xelkê vir bi zazakî diaxive. Lê ji ber asîmîlasyona bi dehan salane tê meşandin, axaftina zazakî her ku diçe kêm dibe. Hûn jî dizanin, UNESCO her sal ji bo zimanên gav gav ji holê radibin lîsteyan amade dike. Rêxistinê di lîsteya xwe ya 2009an de zazakî wekî “zimanê di xetereyê de” nîşan dabû. Lewma divê em bi baldarî nêzîkî parastina zazakî bibin.
Ku em bên hilbijartin, em ê li şaredariyê xizmeta pirzimanî bidin. Em ê hewl bidin xizmeta niştecîyên xwe bi zimanên ku ew pê diaxivin bikin. Bi vê armancê, em ê kursên ziman ji bo personelên şaredariyê vekin. Bi taybetî, dema welatiyekî/ê were şaredariyê, bi kîjan zimanî bixwaze ew ê bi vî zimanî xizmetê bigire. Ez ê jî tevlî hevalên me zimanên li Çêrmûgê tên axaftin, fêr bibim. Ev mijar ji bo me giring e. Em neçar in bingeha xizmeteka bi pirzimanî biafirînin.
Ev nivîs cara ewil di Kurdistanê de hatiye weşandin.
Foto: Namzetên şaredariyên Kurdistanê ku ji Infowelat re axivîn.
———————-
Infowelat