Nûnerên Rojava û berdevka YPJê bi parlamenter û endamên Senatoya Îtalyayê re hevdîtin pêk anîn.
Parlamenterên Îtalyan diyar kirin, ew ê ji bo naskirina siyasî ya Rojava bangewaziyê bikin.
Rojavayê Kurdistanê di qada dîplomasiyê de gavan davêje.
Şandeyeka Rojava ji bo hevdîtinan çû paytexta Îtalya Romayê.
Nûnerên Rojava û berdevka YPJê bi parlamenter û endamên Senatoya Îtalyayê re hevdîtin pêk anîn.
Şandeya Rojava ji nûnerê Ewrûpayê Ebdulkerîm Omer, berdevka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rûksen Mihemed û hevseroka nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Swîsreyê Medya Hesen pêk hat.
Di şandeya Îtalyayê de Alienza Verdi, Marco Grimaldi, Davis Dore, Francesca Guerra, Tîno Magni, Enzo Amandola û Riccardo Ricciardi cî girtin.
Di hevdîtinê de derbarê modela siyasî û civakî ya Rojavayê Kurdistanê de parlamenterên Îtalyan hatin agahdarkirin.
Parlamenterên Îtalyan diyar kirin, ew ê ji bo naskirina siyasî ya Rojava bangewaziyê bikin.
Şandeya Rojava ji parlamenterên îtalyan daxwazê kirin, ji bo pêşîgirtina êrişên li dewleta tirk têkevin nava hewldanan.
Hevdîtina bi Şaredariya Romayê re
Berpirsên Şaredariya Romayê dan zanîn, ew amade ne bi şaredariyên Rojava re hevkariyê bikin.
Paşê, şandeya Rojavayê Kurdistanê bi Şaredariya Romayê re hevdîtinekê kir.
Delegasyon, Şaredariya Romayê vexwend Rojavayê Kurdsitanê da ku zirarên dewleta tirk daye binesaziyê bibîne.
Di hevdîtinê de meseleya hevkariya di navbera şaredariyên Îtalya û Rojava de hat rojevê.
Berpirsên Şaredariya Romayê dan zanîn, ew amade ne bi şaredariyên Rojava re hevkariyê bikin.
—————————
Foto: Hevdîtina nûnerên Rojavayê Kurdistanê û Îtalyayê/Ronahî TV
Infowelat