DEM wê li Çêrmûgê pergala rantê hilweşîne

Bi rêya şaredariyê, pergaleka rantê ava kirine. Rêvebiriya heyî ya AKPê ya Çêrmûgê ne dixwaze xizmetê bike û ne jî kapasîteya wê ya wiha heye. Vê carê DEM Partiyê dikare li Çêrmûgê bi ser bikeve. Em ê tevlî hemû saziyên sivîl xelkê me tevlî mekanîzmaya biryardayinê bikin û xebata şaredariyê ya partiya me pêşkêşî Çêrmûgê bikin.

Çêrmûg yek ji navçeyên Amedê ye ku bi civaka xwe ya pir-zimanî û bi dewlemendiyên xwe yên xwezayî çandiniyê tê naskirin. Tevlî potansiyela xurt a welatparêziyê jî tevgera sîyasî ya kurd heta niha li vî bajarî nikaribûye li şaredariyê bi dest bixe. DEM Partiyê vê carê bi namzeteke xurt a destekê ji gel digire,  dixwaze di di hilbijartina 31ê adarê de li navçeyê were ser kar. Me xwest vê meseleyê ligel pêşhilbijartin û meseleyên din ên bi Çêrmûgê re eleqeder xwendevanên Infowelat agahdar bikin. Hevalê me Suat Ozalp bi vê mebestê çû Çêrmûgê û bi namzet Berat Can re hevpeyvînê kir.

Partiya we ku li ser xeta Siyaseta Kurd polîtîkayê dike, beriya niha bi pêşnirxandin namzetên xwe diyar dikirin. Lê vê carê ji bo namzetan pêşhilbijartin hat lidarxistin. Hûn ji bo vê proseya pêşhilbijartinê dikarin çi ji me re bêjin?

Gel demeke dirêje ji me dixwest namzetan ew diyar bike.  Gelê me namzetên me ji wan re dişandin, nas nekirin. Di hilbijartinên 2019 û 2023an de bi CHPê re tifaqeka sergirtî hebû. Reaksiyonên gel ên li hemberê vê pir zêde bû. Ev reaksiyon bandorê li encamên hilbijartinê jî kirin û me zêde deng winda kirin. Derket holê ku di meseleya kurd de cudahiya CHPê û partiyên din hîç ji hev tune ye. Ji ber vê meseleyê, me civînên gel li dar xistin. Ez wê demê di komîsyona rêxistinbûnê ya bajêr a HDPê de bûm. Piştî civînan rapor hat amadekirin. Îradadeyeka ji bo diyarkirina namzetan a ji aliyê gel ve derket holê. Partiya me vê daxwazê qebûl kir. Ji ber ku em tevgereke gel in. Di encama vê de jî biryara pêşhilbilbijartinê hat dayîn.

Baş e, pêşhilbijartin bû bersiv ji bo bendewariyên gel?

Ez wekî şexs pir qîmetê didim vê pêşhilbijartinê. Ji bo min gelekî giring e ku gel namzetên xwe diyar bike. Ev tevgera siyasî li Tirkiye û Kurdistanê pêşengiyê ji tiştekî nû re kir. Loma hem gel çûn ser sindoqan hem jî prose veguherî şahiyeke demokrasîyê. Ji ber ku rêbazeka nû bû, ji aliyê teknîkî ve problemên me yên cidî derketin holê. Lêbelê gel bi awayekî xurt li vê xwedî derket. Ji ber vê xwedîderketinê wê ev rêbaz gav bi gav baştir bibe. Diyarkirina namzetan ji aliyê gel ve pir giring e.

Çermûk û derdora wê /Wikipedia

Tevgera siyasî ya kurd heta niha nikaribûye li Çêrmûgê şaredariyê bi dest bixe. Di eslê xwe de li Çêrmûgê potansiyela welatparêziyê gelek bilind e. Bi ya we, çima partiyên li ser xeta Siyaseta Kurd nikarin li Çêrmûgê serfiraz bibin?

Ji aliyê cografî ve jî ciyê Çêrmûgê stratejîk e. Li aliyekî, Meletî û Xarpêt û li aliyekî din jî Semsûr û Siwêrega bi ser Rihayê ve ku xwedî pergala feodal a xurt in, cîranê Çêrmûgê ye.

Tevgera siyasî ya kurd cara ewil di sala 2000î de li Çêrmûgê xwe bi rêxistin kir. Ev 5 car in em li Çêrmûgê tevlî hilbijartinên şaredariyê dibin. Li vir hem kêmasiyên me yên cidî hene hem jî problemên ji ber helwesta sîstemê hene. Divê mirov dîroka Çêrmûgê baş bizanibe. Beriya salên 1980î li Çêrmûgê rêxistinên çep û sosyalîst hebûn. Loma,  ev der yek ji van ciyan e ku dewletê piştî salên 1980î midaxeleya cidî li hemberê wê kirîye. Herwiha, kesekî wekî Necmî Oner li Çêrmûgê hatiye dinyê. Ji aliyê cografî ve jî ciyê Çêrmûgê stratejîk e. Li aliyekî, Meletî û Xarpêt û li aliyekî din jî Semsûr û Siwêrega bi ser Rihayê ve ku xwedî pergala feodal a xurt in, cîranê Çêrmûgê ye. Tevgera kurd li van deran têkoşîneka pir mezin kiribû. Eger Siyaseta Kurd li Çêrmûgê bi ser bikeve, dikare bandorê li van qadan bike.

Tevgera siyasî ya kurd herdem li Çêrmûgê xwedî potansiyela bidestxistina şaredariyê bû. Ji ber ku sîstemê vê dît, li hemberê vê helwesteka cidî pêş xist. Di hilbijartina borî de namzetê me pir xurt bû û şensê me yê bidestxistina şaredariyê bilind bû. Lê divê em nefikirin ku em bi tenê bi AKPê û partiyên din re di nava pêşbazîyê de ne. Hemû saziyên dewletê li Çêrmûgê reqîbên tevgera siyasî ya kurd in. Ji cendirmeyan heta Midûriyeta Ewlekariyê herkes di nava vê têkoşînê de ne. Bi taybetî, qeymeqam ji namzetê AKPê zêdetir li hemberê me xebitî. AKP li Çêrmûgê 20 sal in li ser kar e. Mixabin li navçeyê xizmeteka mirov bikaribe qala wê bike, nehatîye kirin. Bi rêya şaredariyê, pergaleka rantê ava kirine. Rêvebiriya heyî ya AKPê ya Çêrmûgê ne dixwaze xizmetê bike û ne jî kapasîteya wê ya wiha heye. Vê carê DEM Partiyê dikare li Çêrmûgê bi ser bikeve. Em ê tevlî hemû saziyên sivîl xelkê me tevlî mekanîzmaya biryardayinê bikin û xebata şaredariyê ya partiya me pêşkêşî Çêrmûgê bikin.

Li Çêrmûgê civakeke kozmopolît  û ji aliyê feodalîteyê ve gelekî xurt, heye. Feoadalîteya ji dewletê hêza xwe digire, heta niha li ser kar ma û çavkaniyên şaredariyê di nava alîgirên xwe de belav kir. Ev 20 sal in ez têm serdana Çêrmûgê. Di 20 salan de ji bilî asfalta du riyên mezin pê ve tu xizmeteka din nehatîye kirin. Çêrmûgê navçeya 4. mezin a Amedê ye. Çavkanîyên wê yên pir mezin ên çandinî û sewalvaniyê hene. Potansiyela tûrîzmê ya navçeyê jî pir mezin e.  Hûn di erbarê van mijaran de dixwazin çi bêjin?

Çêrmûg herdem ciyekî kozmopolît bû. Li aliyê Meletî, Xarpêt û Siwêregê gelê me yê bi dimilî (zazakî) diaxive, dijî. Beriya 1915an li vir ve li vê deverê xrîstiyan û cihû jî dijîyan. Li aliyê Erxenîyê jî gelê me yê kurmancîaxêf dijî. Li navenda Çêrmûgê turkmenên em ji wan re “gakko” dibêjin ku di dema Osmanî de li vir bi cî bûne, hene.  Çêrmûga xwedî bedewiya xwezayî ku dikaribû bûbûna yek ji ciyê herî xweş a Kurdistanê, di destê AKPê de wêran bûye. Li Çêrmûgê çandiniya fêkî û zebze ku dikare têra pêdiviya hemû Amedê bike, dikare bê kirin. Navçe 10-15 km dûrî Çemê Feratê ye. Rûbar û bestên me yên ku diçin ser Çemê Feratê, hene. Bi taybetî, eger li Çêrmûgê DEM Partî were ser kar, tevlî derfetên Şaredariya Mezin a Amedê, di warê tûrîzmê de dikare serfiraziyên mezin bi dest bixe. Em ê problemên Çêrmûgê tevlî gelê xwe tesbît bikin û paşê projeyên çareseriyan amade bikin. Em ê gel û saziyên sivîl miheqeq tevlî mekanîzmayên rêveberiyê bikin. Em ê bêyî ku bala xwe bidin fikra wan a siyasî, ji projeyên herkesî sûdê werbigirin. Em nabêjin, em ê wekî hevşaredar probleman çareser bikin. Em ê tevlî hemû komên civakî hewlê bidin çareyan bibînin.

Malbat li ber çavên hêzên ewlekariyê dikarin bi çekan êrişî hev bikin. Di encama van pevçûnan de jî yek ji malbatan neçar dimîne terka bajêr bike. Em dizanin, dewlet di polîtîkaya xwe ya koçkirina mirovan a ji Kurdistanê de vê meseleyê wekî rêbaz bi kar tîne.

Hûn ji bo xizmetên civakî dikarin çi bibêjin? Hûn bi taybetî ji bo jinê, ciwanan, zarok û astengdaran çi plan dikin?

Di warê şaredartîya civakî de tiştekî ku şarediya AKPê bide gel tune ye. Ez baş hay ji projeyan he me ku tevgera siyasî ya kurd beriya qeyûm xistibû meriyetê. Polîtîkayên demokratîk û azadîya jinê aliyên jênager ên paradîgmaya me ye. Jin nîvê civakê pêk tîne. Loma jî di partiya me de pergala hevserokatîyê heye. Ev pergal ji bo jinê destkeftineka pir mezin e. Em ê ji bo astengdar tevlî jiyana civakî bibin projeyan amade bikin. Polîtîkayên me yên ji bo ciwanan wê qada îstîhdamê de bin.  Navçeya me xwedî germavan e. Em difikirin ji bo pêdivîya enerjiyê ya çandiniya li serayan, ava hatiye bikaranîn a germavan bi kar bînin. Bi vê projeyê wê cotkarên me bibin xwedî derfetên mezin.

Ciyê Çêrmûgê ya di harîteya navçeyên Amedê de. Peyas bi şaşî wekî “Payas” û Baxler/Rêzan wekî “Rezik” hatîye nivîsandin./Wikipedia

Tirîyê Çêrmûgê ji bo hilberîna şeravê xwedî qelîteyeka bilind e. Qasî ku ez dizanim, çend sal berê ji bo teşwîqkirina rezvaniyê li derveyî welêt hin proje hatibûn amadekirin. Çêrmûgê ji van projeyan sûdê wergirtin? Hûn dikarin di vê mijarê de me agahdar bikin?

Rezvanî li Çêrmûgê xwedî dîrokekê ye. Ev çanda kevn hîn jî li Çêrmûg û Şankuşê (Çingûş) didome. Hewa û axa herêmê ji bo tirîyê bi qelîte faktorên sereke ne. Markeyên naskirî yên Tirkiyeyê û hin ji derveyî welêt piştî hay ji qelîteya tirîyê Çêrmûgê bûn, destekê dan rezvanîyê. Lê ev hewldan hem ji hukumetê hem jî ji Şaredariya Çêrmûgê destekê negirt. Ji ber hesasîyetên dînî û îdeolojîk, ev proje neketin merîyetê. Garantîya kirîn û firotanê nehatin dayîn. Dermanên şaş ku bû sebeba kêmbûna hilberîn û qelîteyê, hatin bikarînan. Û ji ber gelek sebebên din jî xelk terka rezvanîyê kir. Dema em şaredariyê bi dest bixin, em ê miheqeq  destekê bidin kesên rezvaniyê dikin.

Çêrmûg herdem ciyekî wisa ye ku herdem bi pevçûna malbatan tê rojevê. Di vê meseleyê de helwesta dewletê çawa ye? Hûn wekî partî û şaredarî dixwazin çi bikin?

Çêrmûg li gorî navçeyên din ên Amedê xwedî civakeke feodal a xurt e. Sîstem jî ji navçeyên din zêdetir li vir xwedî kontrol e. Malbat li ber çavên hêzên ewlekariyê dikarin bi çekan êrişî hev bikin. Di encama van pevçûnan de jî yek ji malbatan neçar dimîne terka bajêr bike. Em dizanin, dewlet di polîtîkaya xwe ya koçkirina mirovan a ji Kurdistanê de vê meseleyê wekî rêbaz bi kar tîne. Divê em ji bo çareserkirina vê meseleyê di nava hewldanan de bin. Ev mesele di nava peywirên me yên şexsî û civakî de ye. Dewlet bi riya tapû, kadastroyê û parvekirina mêrg û erdên xizneyê ya di navbera hin kesan de, dibe sebeba kûrkirina vê meseleyê. Tekane rêya jiholêrakirina van probleman, bihêzkirina rêxistinbûna me ya di nava gel de ye.

Herçiqas Çêrmûg ciyekî pirzimanî be jî, piranîya xelkê vir bi zazakî diaxive. Lê ji ber asîmîlasyona bi dehan salane tê meşandin, axaftina zazakî her ku diçe kêm dibe. Wekî we jî got UNESCO di lîsteya xwe ya 2009an de zazakî wekî “zimanê di xetereyê de” nîşan dabû. Lewma divê em bi baldarî nêzîkî parastina zazakî bibin.

Li Kurdistanê polîtîkayeke giran a asîmîlasyonê ya dewletê heye. Di encama vê de kurdî roj bi roj tune dibe. Li gorî UNESCOyê li Kurdistanê zazakî bi xetereyê re rû bi rû ye. Bi taybetî, hûn dixwazin çi bikin di vê meseleyê de?

Çêrmûg bajarakî pirzimanî ye. Piraniya niştecîyên vir bi zazakî û kurmancî diaxivin. Qismek ji nifûsê jî bi tirkî diaxive. Bo nimûne, ez ji malbateka tirkmen im û lewma jî zimanê min ê dayikê tirkî ye. Mixabin,  dewletê hurmet nîşanî pirzimaniyê nedaye û zimanê xwe li ser civakê ferz kirî ye. Lê ji bo partiya me wekhevîya zimanan esas e. Şaredariyên di xeta me ya sîyasî de berî niha bi xebatên xwe yên pirzimanî derketibûn pêş. Di vî warî de xebatên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Sûrê baş tên zanîn. Dema em hatin ser kar, em ê jî li gorî vê polîtîkayê hurmetê nîşanî hemû zimanên navçeya me bidin.

Herçiqas Çêrmûg ciyekî pirzimanî be jî, piranîya xelkê vir bi zazakî diaxive. Lê ji ber asîmîlasyona bi dehan salane tê meşandin, axaftina zazakî her ku diçe kêm dibe. Wekî we jî got UNESCO di lîsteya xwe ya 2009an de zazakî wekî “zimanê di xetereyê de” nîşan dabû. Lewma divê em bi baldarî nêzîkî parastina zazakî bibin. Ku em bên hilbijartin, em ê li şaredariyê xizmeta pirzimanî bidin. Em ê hewl bidin xizmeta niştecîyên xwe bi zimanên ku ew pê diaxivin bikin. Bi vê armancê, em ê kursên ziman ji bo personelên şaredariyê vekin. Bi taybetî, dema welatiyekî/ê were şaredariyê, bi kîjan zimanî bixwaze ew ê bi vî zimanî xizmetê bigire. Ez ê jî tevlî hevalên me zimanên li Çêrmûgê tên axaftin, fêr bibim. Ev mijar ji bo me giring e. Em neçar in bingeha xizmeteka bi pirzimanî biafirînin.

Çêrmûk navçeyeke wisa ye ku xelkê wê jê koç dikin. Li Edene, Mêrsîn û Stenbolê gelek Çêrmûgî hene. Li welatên Ewrûpayê nifûseke mezin a Çêrmûgîyan heye. Hûn dixwazin çawa ji vê çavkanîya mirovan a li derveyî bajêr sûdê bigirin?

Çêrmûk piranî devereka çîyayî ye. Li devereke çiyayî jiyan zehmet e. Bi taybetî xelkê me yê dimilîaxêf yê li vê deverê dijîn, di salên 1960-1970an de koçî Ewrûpayê kirine. Êdî li Ewrûpayê nifşê sêyemîn ê çêrmûgiyan dijî. Li gelek metropolên Tirkiyeyê welatiyên me yên çêrmûgî hene. Mercên jiyanê yên li metropolan li gorî 5-10 sal berê hîn zêde zehmet in. Eger şaredartîya di destên DEMê de projeyên îstîhdamê têxe meriyetê em dikarin vê koçê berevajî bikin. Demeke dirêj e gelek ji çêrmûgî li derveyî welêt bûne karsaz. Bi minasebeta hilbijartinê, DEM Partiyê komîsyoneka derveyî welêt ava kir. Em dikarin bi karsazên me yên li derve re projeyên ku wê bibe sebeba pêkhatina îstihdamê, pêş bixin. Hin hevîditinên me yên di vê mijarê de hene. Diyaloga me ya bi kesên dikarin li Çêrmûgê îstîhdamê biafirînin berdewam dike. Em ê wekî beledîye hewl bidin ew werin Çêrmûgê û li vir kar bikin.

Foto: Namzetê DEMê yê Çêrmûgê Berat Can û rojnamevan Suat Ozalp.  

——————————–

Berat Can
Di 1978an de li Çêrmûgê hat dinyê. Zarokatîya wî di nava malbateka tirkmen û çepgir de derbas bû. Dibistana seretayî û navîn li Çêrmûgê û lîseyê li Enqereyê qedand. Di 2019an de bû hevserokê Navçeya Çêrmûgê ya HDPê. Di heman demê de di rêxistina bajarê Amedê HDPê de jî xebatê kir. Di 2019an de ji Çêrmûgê bû namzetê meclîsa Şaredarriya Çêrmûgê. Can, niha li beşa Tûrîzmê ya Zanîngeha Ataturkê xwendevan e.

Derbarê Suat ÖZALP

Suat Ozalp li navçeya Bismil a Amedê di sala 1975an de ji dayik bû. Di salên 1999-2004an de li rojnamaye Azadiya Welat wekî belavkar, berpirsê kare nivîsan xwedîyê îmtîyazê xebitî. Di şirketên rapirsîyê Genar, Samer û Kondayê de wekî lêkolînerê qadê kar kir. Li zanîngehên Dicle û Anadoluyê beşa kargerî û aboriyê xwend. Li Beşa Kargerîyê ya Zanîngeha Arelê ya Stenbolê li ser şîrketên lêkolînê mastir kir.Ozalp xwedî sertîfîkaya asta mamostetiyê ya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye. Çend gotarên wî di hin kovar û malperan de bi kurdî û tirkî hatine weşandin.

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …