Misir ber bi şerê navxweyî ve diçe

Artêşa Misrê midaxelaya xwepêşandanên rêxistina Birayên Misilman ên li paytext Qahîreyê kirin û sedan kesî kuştin. Bi vê yekê, prestîja artêşê ku mehekê berê hikumeta Muhemmed Mûrsî bi derbeyê ji kar dûr xistibû, li welat û li derveyê welat şikestinek giran xwar û welat nêzîkî şerê navxweyî bû.

Di roja 14’ê Tebaxê de Artêşa Misrê ji bo belavkirina alîgirên serok Mûrsî ku ji kar hatibû dûrxistin, bi çekên giran êrîşê her du meydanên Qahîreyê yên bi navê Adeviyye û Nahda kirin. Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ku êrîşê wekî “pevçûn” bi nav kir, 578 kes mirin û ji 3500’î zêdetir kes jî birîndar bûn. Lê rêvebirên rêxistina Birayên Misilman diyar kirin ku hejmara kesên di “komkujiyê” de hatine kuştin 2600’e. Herwiha, çavkaniyên hikumetê diyar kirin ku di bûyeran de 43 polês jî hatine kuştin.

Piştî vê êrîşê, rêxistina îslamî ya Birayên Misilman helwesta xwe ya ku herkes li bendê bû diyar kir û got ku “Digel êş û xemginiya ji bo bi sedan şehîdên me, sûcên avakarên derbeya dawî  biryardariya me ya ji bo qedandina wan zêde kiriye.”  Di rojên piştî vê komkujiyê hatin de, rêvebirên hereketê bi daxuyaniyên nû ji alîgirên xwe xwestin ku bi rengekî sivîl têbikoşin û ev yek hinek bêhna kesên ku ji şerekî navxweyî ditirsiyan fireh kir. Tevlî vê jî, komên girêdayî hereketê li gelek ciyan li hember hêzên dewletê şîdetê bi kar anîn û avahiyên fermî şewitandin.

Piştî van windahiyên giran, Cîgirê Serokê Misrê Muhemmed Baradey ku endamê hikumeta demî bû, diyar kir ku ew nikare “berpirsiya ji bo rijandina dilopeke xwînê hilgire” û ji karê xwe îstifa kir.

Rexneyên berfireh li hember cûntayê

Cûntaya leşkerî ku di dema derbeya li hember hikumeta îslamî ji aliyê hêzên Rojava nehatibûn rexnekirin, vê care rastî rexneyan ku di pirî mînakan de tund bûn, hat. Wezîrê Derveyê Amerîkayê John Kerry vê derbeyê ji bo helwestên lihevkirinê yên li Misrê  wekî “derbeyeke cidî” bi nav kir û paşê serok Barack Obama diyar kir ku wan minawreya leşkerî ya bi navê “Stêrka Geş” ku ji du salan carekê bi Artêşa Misrê re dihat lidarxistin, betal kiriye. Serokê Brîtanyayê David Cameron bi rengekî nerm êrîşê rexne kir  û paşê êrîş ji aliyê Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkaya Ewlekariyê ya Yekitiya Ewropayê Catherine Ashton ve bi awayekî tund hat şermezarkirin. Almanya bi daxuyaniyekê bilindbûna şîdetê “pir bi xetere” bi nav kir û Fransa jî ji Misrê xwest ku “di demeke zûtir de çewsandinê bi dawî bike.” Welatên din ên Rojava jî helwestên bi vî rengî nîşan dan û paşê Brîtanya, Fransa, Almanya û Îtalya balyozên xwe yên li Qahîreyê paş de kişandin.

Ji ber ku Amerîka alîkariya mezin xwe ya mezin a salane ya ji Artêşa Misrê re tekane welatê herî bi tesîr a li ser vî welatî ye, helwesta wê ya li hember kiryarên dawî ya cûntayê têr nehat dîtin. Koma Xebatê ya li ser Misrê bi daxuyaniyekê diyar kir ku neastengkirina alîkariya ji bo Artêşa Misrê ya ji aliyê Obama, “şaşiyeke stratejîk e” û kredîbîlîteya DYA’yê lawaz dike. Di daxuyaniya koma ku ji endamên saziyên lêkolînê, saziyên mafên mirovan û demokrasiyê yên amerîkî pêk tên, hat destnîşan kirin ku eger Obama alîkariyê ne de sekinandin ew ê vê daxwazê ji Kongreyê bikin.

Êrîşên li Misrê di serî de ji aliyê saziya Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW), ji aliyê gelek saziyên mafên mirovan ên cîhanê hatin şermezarkirin û di gelek daxuyaniyan de hikumeta Misrê berpirsê van kiryaran hat nîşandayîn.

Helwesta Tirkiyeyê

Helwesta herî tund a li hember êrîşên li Misrê ji aliyê Tirkiyeyê ku alîgirê aktîf ê hikumeta îslamî ya li Misrê bû, hat nîşandayîn. Piştî bi tundî rexnekirina êrîşê, Tirkiye ji bo şêwrê balyozê xwe yê li Qahîreyê paş de kişand. Tirkiye bi vê yekî jî nesekinî û ji welatên cîhanê, di serî de jî ji welatên Rojava xwest ku helwestên tund nîşanî cûntaya li Misrê bidin. Rayedarên hikumeta AKP’ê gelek caran rexneyên xwe yên di vî warî de anîn ziman. Serokê Rêxistina Hevkariya Îslamî Ekmelettîn Îhsanoglu jî bi hinceta bêdengiya xwe ya di ware bûyerên dawî de, ji aliyê hikumetê hat şermezarkirin û heta nûnerekê hikumetê jê xwest ku ji karê xwe îstifa bike.

Kronolojiya kurt a bûyerên li Misrê

Hezîran 2012 – Namzetê Birayên Misilman Muhemmed Mûrsi di yekemîn hilbijartina demokratîk a li Misrê, bi ferqeke biçûk bû serokê Misrê.

Çiriya Paşîn 2012 – Meclîsa Damezrîner a ku îslamîst tê de serdest bûn, pêşnûmaya destûra bingehîn qebûl kir. Di pêşnûmayê de rola îslamê derketibû pêş û azadiya îfade û li hev kombûnê hatibû bi sînor kirin. Destûra Bingehîn a nû di referandûmê de hat qebûlkirin lê hêzên laîq, xrîstiyan û rêxistinên jinan li hember wê protestoyên berfireh pêk anîn.

Kanûna Paşîn 2013 – Di protestoyên li hember îktîdara îslamî de 50 kes hatin kuştin. Serfermandarê artêşê cara yekemîn hikumetê hişyar kir.

Hezîran 2013 – Serok Mûrsî ji bo 13 walîtiyên ji 27 walîtiyên li welat alîgirên xwe yên îslamî wekî serokên herêmî wezîfedar kirin.

Tîrmeh 2013 – Artêşê, bi hinceta protestoyên girseyî yên li Qahîreyê ku bi armanca jikardûrxistina Mûrsî dihatin li dar xistin, bi derbeyeke leşkerî dawî li hikumeta îslamî anî. Alîgirên Mûrsî dema ku ji bo hilbijartina nû hatibû diyarkirin red kirin û biryara berxwedanê girtin.

 

 

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Holanda êrişî mafên penaberan dike

Holanda wê di polîtîkaya xwe ya penaberîyê de guherînên bingehîn pêk bîne. Zextên li ser …