Guernicaya sûriyeyiyan li Kurdistanê ye

Zuher Hesib wênesazeke kurd e ku yek ji wênesazên herî navdar û naskirî yê li Rojhilata Navîn e. Ji 20’ê mehê û vir ve di pêşangeha li galeriya herî li pêş a li bajarê Silêmaniyê ya li Başûrê Kurdistanê xebatên Hesib tên pêşkêşkirin.

Yek ji xebatên wênesaz “Zarokên Houlayê”ye ku nivîskar dide zanîn ku vê wêneyê di derbarê komkujiya ku di 25 Gulana 2012’an li Humsê pêk hat û tevlî kesên din 49 zarok jî tê de ji aliyê artêşa rejîma Sûriyê hatin kuştin de ye.

Wênesaz dibêje ku ew ne rojnameger e ne jî derhenerê belgefîlman e lê xwestiye berpirsiya xwe ya ji bo bîranîna van zarokên bêguneh bi cî bîne. Hesib nêrînên xwe dixwaze bi wêneyekî navdar bîne ziman û van gotinan dibêje: “(Pablo) Pîcasso ‘Guernica’ya xwe bi reş û spî bireng kir û tê de balafirekê jî xuya nake lê wê wêneyê wî di sedsalên bê de jî bi awayekî baş tirsa mezin a ji şer nîşan bide.

Di dema ku “Zarokên Houlayê”  yek ji beşên herî dramatîk a şerê navxweyî ya Sûriyeyê be, hemû xebata wî ya dawî di derbarê kokên wênesaz û guherîna wî ya dawiyê pêk hat hin delîlan pêşkêş dike. Wêneyên kevneşopî yên çoltera Sûriyeyê ji îmajên wekî xewnê û surealîst pêk tên: teyrê tawis, masî û kulîlk ji aliyê bablîsoka rengan tên birengkirin. Ev yek bi sûkuneta jina kurd ku hema hema herdem di xebata wî de cî digire, li hev nake.

“Ez di sala 1960’an de li Hesekê wekî endamê malbateke kurd hatim dinyayê. Heta em xwedî erd bûn jî lê dema ez bûm du salî, Hikumeta Sûriyeyê çend tiştên kêm ên di destên me de girtin: pasaporta me” dibêje Zeher Hesib. Wênesaz berdewam dike û dide zanîn ku piştî derbeya leşkerî ya di 1963’an de, Partiya Baas bi seferberiyeke mezin xwestiye kurdên Sûriyeyê asîmîle bike. Bi vê armancê, rejîm bikaranîna kurdî û hemû çalakiyên çandî qedexe kiriye, ji bo ereban bi cî bike dest daniye ser erdên kurdan û bi sedhezaran kurdan bê nasnameya fermî hiştiye.

Hesib diyar dike ku ew di 1981’an de ji bo xwendina bilind hatiye paytext Şamê û di 1985’an de Dibistana Hunerên Bedew qedandiye. Hesib wiha didomîne: “Min xwest bibim mamoste lê ji ber ku ez kurd bûm rejîm nehîşt ez xebatên xwe berdewam bikim. Ji ber ku belgeyên min tunebûn ez nikaribûm li otelekê bimama.” Hesib dide zanîn ku Hafiz Esed xwestiye hemû kurd bibin rengvanê solan û firaqşo û lewma jî pir kêm kurd beşên bilind ên zanîngehan xwendine.

Dema ku şerê navxweyî li welat dest pê kiriye wênesaz Hassîb deriyê galeriya xwe ya li Şamê girtiye. “Kurdên Sûriyeyê û di rastiyê de em kurdên li seranserê Rojhilata Navîn bi tenê ji bo hebûna xwe sedsal şer kir. Hunera min aştiyê diaxive lê rastî ev e ku hemû herêm hîn jî nikare ji kabûsê şiyar bibe” dibêje wênesaz.

——————

Ev nivîs ji aliyê Karlos Zurutuza hatiye nivîsandin û di 16 Tebaxa 2013’an de di malpera www.ipsnoticas.net de bi spanyolî hatiye weşandin. Nivîs ji bo kurdî hatiye kurtkirin.

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Par 266,000 penaber çûne Almanyayê

Fatoş DEMIRTAŞ Di 2023an de zêdetirî 266,000 penaber bi rêyên kaçax çûne Almanyayê. Ev jî …