Li malbatên Amedê tirkî serdest e

Di serî de li Amedê, li 3 bajarên mezin zanîna kurdî daketiye astekeke bi xetere.

Dayikên li Amedê ragihandine, bi tenê %8,8 axaftina wan a bi zarokan bi kurdî pêk tê.

Nûçeyeke dawî ya di medyaya kurd de hat weşandin, ji bo asta asîmîlasyonê îşaretên alarmê dide.

Di nûçeya ji aliyê Rûdaw TVyê ve hat weşandin, li ser zanîna kurdî ya 4 bajarên mezin ên bakurê Kurdistanê agahiyên giring hene.

Li gorî vê, di serî de Amed, li 3 bajarên mezin zanîna kurdî daketiye astekeke bi xetere.

Nûçe xwe dispêre daneyên rapirsiyeke (anket) çendekî berê li Bakur hatiye kirin.

Di anketê de ji dayikan pirsa “hûn bi kîjan zimanî bi zarokên xwe re diaxivin” hatiye kirin.

Dayikên li Amedê ragihandine, bi tenê %8,8 axaftina wan a bi zarokan bi kurdî pêk tê.

Ev rêje li Wanê % 7,4 û li Rihayê % 4,5 e û li Mêrdînê % 15 ye.

Di % 70ê diyaloga dayik-zarokan a li Amedê tirkî serdest e.

Daneyeke din a ji vê jî dilsojtir, di warê axaftina tirkî ya li nava malbatên Amedê ye.

Rapirsî nîşan dide, ev rêje li Amedê % 25,2 e û ji her sê bajarên din ên mezin zêdetir e.

Encamên din ên vê rapirsiya balkêş wiha ne:

Amed

Tenê bi kurdî:  %8,8

Piranî bi kurdî: %15,9

Tirkî û kurdî:  %24,9

Piranî bi tirkî: %20,8

Tenê bi tirkî:  %25,2

Wan

Tenê bi kurdî:   %7,4

Piranî bi kurdî: %44,5

Tirkî û kurdî:      %41,1

Piranî bi tirkî:    %5,7

Tenê bi tirkî:      %1

Riha

Tenê bi kurdî :  % 4,5

Piranî bi kurdî: %29,5

Tirkî û kurdî:     %24,6

Piranî bi tirkî    %23,7

Tenê bi tirkî:        %10,7

Mêrdîn

Tenê bi kurdî:   %15

Piranî bi kurdî: %20,6

Tirkî û kurdî:    %27,9

Piranî bi tirkî:  %19,9

Tenê bi tirkî:    %11,7

Infowelat

———————————–

Foto: Dîmenê ji nûçeya Rûdaw TVyê

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Partîya Çep a Ewrûpî destekê da medyaya kurd

Partiya Çep a Ewrûpayê serdegirtina polîsan a li ser televizyonên kurd şermezar kir. Partîyê got, …