Swîsre û tedbîra 24 saetan a ji bo penaberan

Fatoş Demirtaş

Swîsre dixwaze  di 24 saetan de bersivê bide daxwazên penaxwaziyê yên ji 4 welatên li Afrîkayê.

Saziyên sivîl ên mafên penaberan diparêzin fikarên xwe yên derbarê mijarê de radigihînin.

Swîsre meseleya tundkirina sîstema ji bo penaberan nîqaş dike.

Saziyên sivîl ên mafên penaberan diparêzin fikarên xwe yên derbarê mijarê de radigihînin.

Saziya Alîkariya Penaberan a Swîsreyê (SFH) plana hukumetê ji aliyê Wezîrê Dadê Beat Jans ve hatiye pêşkêşkirin, red kir.

SFB roja çarşemê ragihand, ev plan li dijî prensîbên qanûna penaberiyê û Peymana Penaberan a Cenevê ye.

SFBê diyar kir, divê di çarçoveya prosedûra penaberiyê de hemû serîlêdan bi kitekit bên nirxandin û ji bo hemû penaxwazan cî bên peydekirin.

Wezîrê Dadê Jans diyar kiribû, penaxwazên ji welatên ku ji Swîsreyê pir kêm mafê penaberiyê bi dest dixin wê bi lez bersivê ji bo daxwaza xwe ya îltîcayê bigirin.

Hukumet dixwaze di 24 saetan de bersivê bide penaberên ku ji van welatan tê.

Li gorî SBFê, zelalkirin û sererastkirina sebemên penaberiyê karekî bingehîn sîstema penaberiyê ye.

Rêxistina alîkariyê bawer nake, di demeke ewqas kurt de biryarê rast bên dayîn.

Tedbîra 24 saetan cara ewil li Navenda Penaberiyê ya Federal a li Zurichê hatibû ceribandin.

Armanca hukumetê ev e, vê tedbîrê li her aliyê Swîsreyê cîbicî bike.

Jans roja sêşemê çûbû serdana navenda penaberiyê ya federal a li Chiassoyê û li wir reformên penaberiyê ji medyayê re ragihandibû

Herwiha Wezîrê Edaletê li wir ragihandibû, ji bo pêşî li îstîsmarkirina serlêdanên penaberiyê bê girtin, ew dixwazin  bi tenê di rojên nava hefteyê de serîledan bên kirin.

Çi ye tedbîra 24 saetan?

Ji % 20ê penaberên Swîsreyê ji Marok, Tûnis, Lîbya û Cezayirê tên.

SEM dixwaze di nava 24 saetan de bersiva daxwazên îltacayê yên ji van welatan bide.

Sekreteriya Koçberiyê ya Swîsreyê (SEM) dixwaze tedbîra 24 saetan ji bo penaberên ji bakurê Afrîkayê hatine têxe meriyetê.

Ji % 20ê penaberên Swîsreyê ji Marok, Tûnis, Lîbya û Cezayirê tên.

Swîsre bi tenê % 2yê daxwaza îltîcayê ya van penaberan qebûl dike.

SEM dixwaze di nava 24 saetan de bersiva daxwazên îltacayê yên ji van welatan bide.

Armanc ev e, hejmara penaberên li kampan bê kêmkirin û pêşî li pêla penaberan a ji welatên bakurê Afrîkayê bê girtin.

Siyaseta Swîsreyê û penaberî

Partiyên nîjadperest pêla penaberiyê ya dawî wekî hincet bi kar tînin û bi saya wê bingeha xwe ya polîtîk xurtir dikin.

Swîsre di salên dawî de gav bi gav sîstema xwe ya koçberî û penaberiyê dişidîne.

Partiyên nîjadperest pêla penaberiyê ya dawî wekî hincet bi kar tînin û bi saya wê bingeha xwe ya polîtîk xurtir dikin.

Partiya Gel a Swîsreyê (SVP) di hilbijartinên di cotmeha 2023an de % 29ê dengan wergirtibû û bûbû hêza siyasî ya yekemîn.

Serfiraziya vê partiyê li hemberê sîstema sosyal a Swîsreyê û mafên penaberan xetereyeke mezin tê qebûlkirin.

Infowelat

——————————–

Foto: Komeke penaberên li Swîsreyê li bende prosedûra serîlêdanê ne/Globalriskinsights.com

 

Derbarê Fatoş Demirtaş

Fatoş Demirtaş rojnamevenake Kurd a ji Bakurê Kurdistanê ye. Wê cara pêşî di 1999’an de li Azadiya Welat dest bi rojnamevaniyê kir û paşê heft salan li navenda rojnameya Gundemê ya li Stenbolê xebitî. Ew dema ji bo Belediyeya Baxlera dixebitî, di 2017’an de ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ji kar hate girtin. Demirtaş ji sala 2019’an û vir ve li Swîsreyê wekî penaberekî polîtîk dijî.

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …