Rêxistina FARCê, çekan datîne û dikeve jiyana siyasî

 

 

Timoçenko yê serokê rêxistina FARCê bi navê rast Rodrigo Londono destnîşan kir ku piştî îmzekirina peymana aştiyê ew ê bê çek tevlî jiyana siyasî bibin.
Serokê rêxistina Hêza Çekdar û Şoreşger a Kolombiyayê (FARC) Rodrigo Londono ku wekî navê Timoçenko jî tê zanîn hevpeyvînek da kovara Semanayê û destnîşan kir ku piştî îmzekirina peymana aştiyê ew ê siyaseta bê çek bikin.

Dibe em tevlî hilbijartina serokatiyê bibin

Timoçenko di axaftina xwe de got: ‘Em ê bê çek di nava siyasete de bin, ji bo ku em peymana li hev kirine têxin xerentiyê hetanî ji me were em ê hêzeke siyasî bicivînin. Em ê çekên xwe deynin aliyekî û tevlî tekoşîna siyasî bibin û dibe em tevlî hilbijartina 2018an ya serokatiyê jî bibin.’

Em şensekî bidin Kolombiyayê

Rodrigo Londono di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘ Divê hemû alî rêzê li peymana li hev kirine bigrin. Di sala 1980yî de 5 hezar endamên ‘Yekîtiya Welatparêz’ ku baskê FARCê yê siyasî bû, bi piştgiriya leşkeran hatin kuştin. Hevalên min tim dipirsin dibêjin gelo aqubeta wan neye sere me û ji vê ditirsin. Lê em ê dîsa jî şensekî bidin Kolombiyayê.’

Jêder: Pydrojava.com

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Îspanya ji bo koçberên kaçax plana efûyê derdixe

Îspanya ji bo 500 hezar koçberên kaçax efûyekê derdixe. Koçber wê bikaribin serî li mafê rûniştinê …