Li Îtalyayê ji bo Pirsûsê seferberiya navneteweyî

 

 

 

Komkujiya li Pirsûsê, li 15 bajarên Îtalyayê bi awayekî girseyî tê protestokirin. Li ser banga Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê, çalakî ji aliyê Îtaliyan ve hat destpêkirin û wê heta roja Yekşemê dewam bikin.

Komkujiya li Pirsûsê, li 15 bajarên Îtalyayê bi awayekî girseyî tê protestokirin. Li ser banga Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê, çalakî ji aliyê Îtaliyan ve hat destpêkirin û wê heta roja Yekşemê dewam bikin.

Yek ji hêzên ku bi lez û bez li hemberî qetilkirina 31 ciwanên SGDF’yî ketin nava tevgerê û refleks nîşan dan, demokrat û sosyalîstên li Îtalyayê ne. Li ser banga Rete Kurdistan a xwedî tevneke berfireh a piştevaniyê ye û Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê UÎKÎ Onlûs, bi ‘seferberiyeke navneteweyî’ li 15 bajarên cuda yên Îtalyayê çalakî hatin lidarxisitn. Li hin cihan bi Kurdan re, li hin deveran jî weke dostên Kurd çalakî hatin lidarxistin. Çalakiyên roja Sêşemê destpê kirin û wê bi giştî bigihêje 15 bajaran, heta roja Yekşemê dewam dike.

LI ROMAYÊ BI QURNEFÎLAN HATIN BÎRANÎN

Li dû komkujiya li Pirsûsê, di banga ‘seferberiya navneteweyî’ de ji Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropa û raya giştî ya navneteweyî jî hat xwestin, ku welatên mîna Tirkiyeyê yên yekser yan jî neyekser destekê didin DAIŞ’ê, bên sekinandin. Weke bersiv ji vê bangê re, roja Sêşemê li 6 bajaran çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiya li Meydana Rebûplîca ya paytext Romayê de, ku ji Konfederasyona COBAS’ê, Partiya Komunîst a ji nû ve avakirinê, SEL û komên anarşîst ve destek dît, hat destnîşankirin ku dîwarê tirsê yê tê xwestin bê lêkirin, wê bi piştevaniya navneteweyî re bê hilweşandin. Beşdarên çalakiyê ji bo bîranîna şehîdên Pirsûsê qurnefîl danîn. Di çalakiyê de her wiha navê mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, yek bi yek hatin xwendin û çalakgeran piştî xwendina her navî gotin ‘dijî.’

Heman rojê li Modena, Torîno, Parma, Lîvorno û Palermo, Kurd û dostên wan danê êvarê daketin kolanan. Di çalakiyan de ji bo agahdarkirina raya giştî belavok hatin belavkirin û bal hat kişandin ser desteka Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ’ê. Hat destnîşankirin ku ev êrîş ji bo têkbirina rêveberiya xweser a demokratîk a li Rojava û ji bo tinekirina hesta piştevaniya bi ji nû ve avakirina Kobanê re derket holê, ye. Komên anarşîst ên çalakiya li Lîvorno lidar xistin, bi kurtasî çîroka jiyanê ya Evrîm Denîz Erol û Alper Sapan ên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan, vegotin.

Komkujiya li Pirsûsê duh li Bologna, Mîlano, Caglîarî, Rîmînî, Genova û Pordennone hat şermezarkirin û bal hat kişandin ser tifaqa vekirî ya Tirkiye û DAIŞ’ê.

ÇALAKIYA LI TOSCANA ÎRO SAET DI 17:00 DE YE

Kurdên li Toscana û dostên wan, wê îro li bajarê Pîsa saet di 17:00 çalakiya protestoyî lidar bixin. Çalakiya ku wê li Vîttorîa Emanûele destpê bike, piştî meşê wê li ber avahiya Şaredariyê bi dawî bibe. Çalakî li ser banga Komeleya Çandê ya Pontedera û Kurdistan Mezza Luna Rossa bê lidarxistin.

Komkujiya li Pirsûsê wê di 25’ê Tîrmehê de li Ûdîne ji aliyê jinên femînîst Fîrûlîan, bi daxuyaniyeke çapemeniyê were şermezarkirin. Di 26’ê Tîrmehê roja Yeşkemê de jî wê li bajarê Bergamo ji aliyê însiyatîfa bi navê Kolektîfa Anarşîst a binê erdê, komkujî were şermezarkirin.

Jêder: ANF

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Meclîsa Nûneran a Amerîka di hewldana naskirina jenosida Êzdiyan de ye

  Lijneya karûbarê derve ya Encûmena Nûnerên Amerîka bi yek deng, pirose yasaya di derbarê …