Li Brazîlê aloziya piştî hilbijartinê berdewam e

Bolsonaro di axaftina xwe de qala serkeftina Lula da Silva nekir û serokê nû pîroz nekir.

Alîgirên Bolsonaro jî Brazîlê li ber baregehekê kom bûn û ji artêşê daxwaza derbeyeke leşkerî kirin.

Li Brazîlê aloziya piştî hilbijartina serokatiyê berdewam dike.

Alîgirên serokê berê Jair Bolsonaro li dijî serkeftina Lula da Silva li kolanan protestoyan li dar dixin.

Çalakgerên rastgir duh jî li bajarê herî mezin a welêt Sao Paoloyê daketin kolanan.

Alîgirên Bolsonaro li ber baregehekê kom bûn û ji artêşê daxwaza derbeyeke leşkerî kirin.

Beşeke çalakgeran jî riya balafirgeha Sao Paoloyê ji trafîkê re girtin.

Hin daxwazên di van çalakiyan de derketin pêş wiha bûn:

  • Ew ê tu carî rengê Brazîlê sor nebe.
  • Di hilbijartinê de derbeyek pêk hat. Lewma jî em daxwaza midaxaleya artêşê dikin. Eger xwîn dirijê jî bila birêjê.
  • Artêş li gorî xala 142. a Destûra Bingehîn de dikare ji bo ewlehiya welêt midaxale bike.

Bolsonaro çi got?

Serokê têkçûyî Jair Bolsonaro duh bêdendiya xwe bi dawî kir û derbarê hilbijartinê de axivî.

Bolsonaro spasiya 58 milyon hilbijêrên dengê xwe dane wî kir û got ew ê di çarçoveya Destûra Bingehîn de tevbigere.

Lê wî di axaftina xwe de qala serkeftina Lula da Silva nekir û serokê nû pîroz nekir.

Ev jî gumanên derbarê kûrbûna dijberiya siyasî ya li nava Brazîlê zêde dike.

Hilbijartina giştî ya li Brazîlê roja yekşemê hatibû lidarxistin.

Hilbijêrên brazîlê ji bo serok û parlemena federal dengên xwe dabûn.

Di encama dengdanê de nûnerê Partiya Karkerkan (PT) Ignacio Lula da Silva 51 ji % dengan wergirtibû.

Serokê berê Jair Bolsonaro jî bi encama 49 ji % dengan di hilbijartinê de têk çûbû.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Sirbên Kosovayê hilbijartinê boykot kirin

Li bakurê Kosovayê li herêma sirb lê dijîn hilbijartinên xwecîhî hatin lidarxistin. Ji ber vê …