FILE - in this Aug. 29, 2017 file photo distributed on Aug. 30, 2017, by the North Korean government shows what was said to be the test launch of a Hwasong-12 intermediate range missile in Pyongyang, North Korea. (Korean Central News Agency/Korea News Service via AP, File)

Li Koreyê krîza testa fuzeyan

Testa fuzeyan a Koreya Bakur dîsa li Asya-Pasîfîkê bû sebeba krîzê.

Koreya Başûr ragihand, di ceribandina dawî de fuzeyeke balîstîk 57 km li rojhilatê welêt ketiye nava deryayê.

Aloziya li nîvgirava Koreyê careke din ji ber testên fuzeyan ên Pyongyangê bilind dibe.

Vê carê fuzeyeke Koreya Bakur nêzîkî erdên Koreya Başûr ket nava deryayê.

Ev jî li başûrê nîvgiravê bû sebeba alarmê û reaksiyonek mezin bi xwe re anî.

Artêşa Koreya Başûr diyar kir, di ceribandina dawî de fuzeyeke balîstîk 57 km li rojhilatê welêt ketiye nava deryayê.

Artêşê ragihand, ji sala 1953’an û vir ve Kore bûye du parçe, ev cara ewilî ye fuzeyeke Koreya Bakur ewqas nêzîkî erdên welêt dikeve.

Paşê hate diyarkirin, di ceribandinê de 23 fuze hatine bikaranîn.

Serokê Koreya Başûr Yoon Suk-yeol bûyerê wekî provokasyonek bi nav kir û banga civîna ewlekariya neteweyî kir.

Artêşê ragihand, ji sala 1953’an û vir ve Kore bûye du parçe, ev cara ewilî ye fuzeyeke Koreya Bakur ewqas nêzîkî erdên welêt dikeve.

Serokwezîrê Japonyayê Fumio Kishida jî bê helweste nema û wî jî diyar kir wê rojek beriya rojeyê civîna ewlekariya neteweyî wê bê lidarxistin.

Koreya Bakur meha borî jî jî fuzeyeke balîstîk a menzîldirêj ceribandibû.

Ev fuzeya ji ser esmanê Japonyayê derbas bûbû paşê ketibû nava Okyanûsa Pasîfîkê.

Japonyayê ji ber bê ceribandinê ketibû nava alarmê û Koreya Bakur bi tundî şermezar kiribû.

Lê rojek bi dûv vê bûyerê ve Koreya Bakur îcar 2 fuzeyên menzîlkurt test kiribûn û her du fuze li nava Deryaya Japon ketibûn.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Erdogan li Bexdayê gef li kurdan xwar

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî 12 salan, careke din çû serdana Iraqê. Serdana lîderê …