Kê li Nord Streamê sabotaj pêk anî?

Ewrûpa dixwaze teqîna di xetên gazê Nord Streamê de têxe stûyê Rûsyayê

Moskow vê sûcdariyê qebûl neke û dibêje rawestîna gaza ber bi Ewrûpayê ve bi tu awayî bi kêrî wê nayê

Nîqaşên li ser teqîna xeta gaze Nord Stream 1 û 2 li Ewrûpayê berdewam dike.

Çend roj berê hatibû ragihandin, li 3 nuqteyên cuda yên li nêzîkî Girava Bornholmê ya li Denmarkê gaz ji lûleyên her du xetan diçe.

Hem hikumeta Almanyayê hem jî Yekîtiya Ewrûpayê bi daxuyaniyan îşaret bi sabotajê kirin.

Lê belê hin ji siyasetmedar û pisporên rojavayî jî Rûsya sûcdar kirin.

Piştî bûyerê, hêzên ewlekariyê yên Almanya û Denmarkê li Deryaya Baltikê tedbîran zêde kirin.

Wezîrê Karê Derve yê Polonyayê Zbigniew Rau got, li pişt xetimîn û pirsgirêka li boriyên Nord Streamê Rûsya heye.

Lê belê rêveberiya Moskowê sûcdarî qebûl nekir û destnîşan kir, rawestîna gaza ber bi Ewrûpayê ve bi tu awayî bi kêrî Rûsyayê nayê.

Piştî bûyerê, hêzên ewlekariyê yên Almanya û Denmarkê li Deryaya Baltikê tedbîran zêde kirin.

Fikarên Almanyayê 

Paşê derket holê ku Almanya ne tenê ji rewşa dawî lê ji ewlehiya qutbûna xetên elektrîk, telefon û înternetê jî bi fikaran dike.

Rojnameya Bîldê ragihand, Wezîra Karên Hundir Nancy Faeser gelekî bi fikar e ku êrîşeke nû bê kirin.

Rojnameyê diyar kir, yekîneyên ewlekariyê di wê baweriyê de ne gefeke xeternak li ser binesaziyê komunîkasyonê heye.

Piştî teqîna di xeta gazê de, Almanya ji bo xurtkirina ewlekariya sîber, şîrket, saziyên mezin û daîreyên dewletê tedbîran zêde kir

Nord Stream 1 û 2 du xetên paralel ên gazê ne. Her du xet di bin Deryaya Baltik re derbas dibe.

Li gorî rojnameyê, Faeser vê gotî ye:

“Divê em li ser wan senaryoyan bixebitin ku beriya demeke kurt nedihate texmînkirin.”

Hate ragihandin, ji bo xurtkirina ewlekariya sîber, şîrket, saziyên mezin û daîreyên dewletê jî tedbîr hatine zêde kirin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …