Di 17ê hezîrana 1991an Newala Aranê ya bi ser Katalonyayê ve bû herêmeke xweser.
Bi qanûna otonomîyê, li vê herêma biçûk a çiyayî Konseya Giştî ya Aranê hat damezrandin.
Newala Aranê îro roja xwe ya neteweyî pîroz dike.
Di 17ê hezîrana 1991an Newala Aranê ya bi ser Katalonyayê ve bû herêmeke xweser.
Bi qanûna otonomîyê, li vê herêma biçûk a çiyayî Konseya Giştî ya Aranê hat damezrandin.
Aran îsal jî wekî salên berê, venasîna statuya xwe bi bernameyên çandî û hunerî pîroz dike.
Di bernameyêan de konser, lîstikên şanoyê û pêşkêşkirina berhemên çandinîyê yên Aranê jî cî digirin.
Newala Aranê tekane herêma oksîtanîaxêv a otonom e û lewma jî xwe wekî pêşeng û parazvanê zimanê oksîtanî qebûl dike.
Kurtedîroka Newala Aranê
Di 2010an de hukumeta katalan bi qanûneke din, erkên Newala Aranê û mafên wê yên zimanî berfireh kirin.
Bi vê qanûnê, perwerde, çand, turîzm, spor, tendurustî û gelek xizmetên civakî transferê Aranê hatin kirin.
Newala Aran herêmeke li bakurêrojavayê Katalonyayê ye ku firehbûna wê 633 km2 ye. Zêdetirî 10,000 welatî li vê herêmê zimanê aranî diaxivin ku dîyalekteke oksîtanî ye.
Herêm di sedsala 13. de ketibû destê Qralîyeta Aragonê ku katalan di rêvebiriya wê de serdest bûn.
Ji sala 1313an heta 1834an mafên dîrokî yên Newala Aranê ji aliyê dewletên cîran ve hatine naskirin.
Lê di 1834an de Kralîyeta Îspanyayê dawî li Konseya Giştî yê Aranê anîbû herêmê tevlî erdên parêzgeha Lleida ya Katalonyayê ve kiribû.
100 pal paşê, di dema Şoreşa Îspanyayê de herêm careke din statuyê bi dest xist.
Lê ev statuya demkurt ji alîyê rejîma faşîst a Francisco Franco ve hat bidawîkirin.
Hukumeta Katalonyayê Generalitat bi qanûnekê di 1990 an de statuyeke taybet da herêmê.
Statuya otonomîyê du 17yê hezîrana 1991an de ket merîyetê.
Di 2010an de hukumeta katalan bi qanûneke din, erkên Newala Aranê û mafên wê yên zimanî berfireh kirin.
Bi vê qanûnê, perwerde, çand, turîzm, spor, tendurustî û gelek xizmetên civakî transferê Aranê hatin kirin.
Bi heman qanûnê hat qebûlkirin, hemû qanûnên Katalonyayê bi zimanê aranî jî bên weşandin.
Herwiha, welatîyên li Newala Aranê bûn xwedîyê ragihandina niviskî û devkî ya bi zimanê aranî ya bi sazîyên fermî yên Katalonyayê re.
….……………………………………………………
Foto: Pîrozbahîyên roja neteweyî ya Newala Aranê/Jornalet
Infowelat