Lavrov: Amerîka hêza xwe winda dike

Wezîrê Karên Derve Sergey Lavrov got, “navendên nû yên global ên xwedî aboriya xurt” derdikevin holê.

Lavrov di bernameya Televîzyona Rûsyayê (RT) Çîn, Hîndistan, Îran, welatên Kendava Îranê û Amerîkaya Latîn wekî aboriyên xurt nîşan da.

Rûsyaya di bin ambargoyên giran de ye dixwaze di asta global de li hemberê Amerîkayê eniyekê ava bike.

Wezîrê Karên Derve Sergey Lavrov got, “navendên nû yên global ên xwedî aboriya xurt” derdikevin holê.

Lavrov di bernameya Televîzyona Rûsyayê (RT) Çîn, Hîndistan, Îran, welatên Kendava Îranê û Amerîkaya Latîn wekî aboriyên xurt nîşan da.

Wezîrê Rûs, qala pêşniyaza serokê Brazîlê Lula de Silva kir ku pêşniyaz kiribû di bazirganiya navneteweyî de dolarê Amerîkayê neyê bikaranîn.

Lula gotibû, koma welatên BRICS’ê dikarin di bazirganiya xwe de platformeke alternatîf ji bo transfera pereyan bi kar bînin.

Lavrov gotinê anî ser serdestiya Amerîkayê ya di asta cîhanê de jî û got, Washington ji bo cîhanê rêgezan diyar dike.

Lavrov bi van gotinan îdîa kir Amerîka êdî ne wekî berê xurt e:

Ev dem, ji ber hêz û bandora navendên nû yên cîhanî yên aborî, leşkerî û siyasî êdî bi dawî dibe.”

Rûsya ji BRICS’ê hêvîdar e  

BRICS koma çend welatan e ku ji aliyê Brazîl, Rûsya, Hîndistan, Çîn û Afrîkaya Başûr ve hatibû damezrandin.

Di Tebaxa 2023’an de BRICS endamtiya Arjantîn, Etiyopya, Îran, Erebistana Siûdî, Misir û Yekitiya Mîrektiyên Ereb qebûl kiribû.

BRICS koma çend welatan e ku ji aliyê Brazîl, Rûsya, Hîndistan, Çîn û Afrîkaya Başûr ve hatibû damezrandin.

Armanca vê koma di 2006’an de derket ser sehneya cîhanê, hevkariya aboriyê ye.

Nifûsa endamên vê komê tev bi hev re ji 3 milyarî derbas dike.

Welatên BRICS’ê ji 22 % hilberîna aboriyê û 18 ji % bazirganiya global kontrol dikin.

Di civîna Tebaxa 2023’an a BRICS’ê de endamtiya 6 welatên hatibû erêkirin.

Endamên nû ev in:  Arjantîn, Etiyopya, Îran, Erebistana Siûdî, Misir û Yekitiya Mîrektiyên Ereb

Infowelat

Foto: Sergey Lavrov /Twitter 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …