6 milyon Sûdanî bûn koçber

Li Sûdanê ji Nîsanê û vir ve 6.3 milyon mirov terka cîûwarê xwe kirine.

1.3 milyon Sûdanî koçî derveyî welat kirine û li Çad, Sûdana Başûr û Misrê bi cî bûne.

Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) derbarê rewşa Sûdanê de agahiyên balkêş weşandin.

Rêxistinê diyar kir, ji destpêka aloziyê heta niha 6.3 milyon mirov terka cîûwarê xwe kirine.

4.9 milyon ji mirovan koçî herêmên din ên Sûdanê kirine.

Kesên terka paytext Xartûmê kirine 67.7 ji % nifûsa bajêr pêk tînin.

IOM dide zanîn, 1.3 milyon Sûdanî terka welêt kirine û li welatên cîran bi cî bûne.

Bi rêjeya 39.5 Sûdanî herî zêde koçî Çadê kirine.

Sûdana Başûr ji 27.1 ji % û Misir jî 25 ji % penaberan re malovaniyê kiriye.

Rêxistina koçberiyê radigihîne, ji 15’ê Nîsanê û vir ve aloziya li Xartûmê belavî herêma Darfurê bûye.

Darfur herêmeke li rojavayê welêt e û xwedî nasnameyeke piretnîkî ye.

Ev herêm bi dehan salan rastî zilm û zora hukumetên Ereb ên Sûdanê hatibû.

Serhildana hêzên paramîlîter

Sûdan welatekî mezin ê li rojhilatê Afrîkayê ye. Welêt di encama şerê navxweyî de parçe bû Sûdana Başûr di 2011’an de serxwebûna xwe bi dest xist. /Harîte: Wikimedia

Aloziya li Sûdanê îsal di Nîsanê de bi serhildana hêzên paramîlîter dest pê kiribû.

Lîderê cûntaya Sûdanê AbdeL Fetah El-Burhan xwestibû dawî li hebûna Hêzên Piştevaniya Lezgîn  bîne.

Ev hêza berî niha li Darfûrê komkujiyan pêk anîbû vê qebûl nekiribê û şerê navxweyî dest pê kiribû.

Di şer de di serî de sivîl, ji her du aliyan gelek kes hatibûn kuştin.

Infowelat

Foto: Kampeke penaberan a li Sudanê /Worldvision

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …