Sazîyên ziman û Beledîyeya Bajarê Mezin a Amedê û Beledîyeya Sûrê, bi wesîleya 21ê Sibatê serdana dikandarên Sûrê kirin.
Etîket, kokart, belavok û tabelayên Kurdî li dikandaran hatin belavkirin.
Saziyên zimanê Kurdî, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Navçeya Sûrê bi minasebeta 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê navçeya Sûrê etîket, kokart, belavok û tabelayên bi kurmancî û zazakî li dikandaran belav kirin.
Beriya çalakîyê, Hevşaredarê Sûrê Adnan Orhan li Deriyê Çiyê daxuyanî da û bal kişand ser armanca 21ê sibatê. Adnan Orhan got, demek dirêj e ji ber ku gelê kurd bi zimanê xwe diaxive û çalakiyan li dar dixe, zextên giran li ser gelê kurd hene. Orhan da zanîn, ew dixwazin zimanê kurdî li her cihî bicih bibe û şîn bibe.
Tabelayên bi kurmancî û zazakî
Piştî daxuyaniyê, çalakîya belavkirina Etîket, kokart, belavok û tabelayên kurdî dest pê kir. Herwiha, komek ciwanan li erbaneyan dan û strîn. Pê re jî, sloganên ji bo kurdî hatin berzkirin. Di serdanê de qala wateya 21ê sibatê hat kirin. Tabelayên biçûk ên li ser wan bi kurmancî û zazakî “Vekirî, Girtî – Akerde, Girewte” û “Hûn bi xêr hatin – Şima bixeyr amey” hatibûn nivîsandin li dikandaran hatin belav kirin.
Zimanzan Zana Farqînî, Seroka Daîreya Xebatên Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Zeynep Yaş jî tevlî vê çalakîyê bûn.
Infowelat
———————————
Foto: Seroka Daîreya Xebatên Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Zeynep Yaş/Ajansa Welat