Konferansa Yaltayê 79 sal li dûv xwe hişt

Konferansa Yaltayê 79 sal li dûv xwe hişt.

Lîderê Sovyetê, Josef Stalin, serokê Amerîkayê Franklin D. Roosevelt û serokwezîrê Brîtanyayê Winston Churchill tevlî vê bernameyê bûn.

Bi vê konferansê derbarê dîzayna cîhana piştî şer de biryarên giring hatin girtin.

Konferansa Yaltayê ya ber bi dawiya Şerê Cîhanê yê Duyemîn hat lidarxistin 79 sal li dûv xwe hişt.

Ciyê vê bernameya ku di navbera 4-11 sibat 1945’an de pêk hat, bajarê Yaltayê ya li Yekitiya Sovyetê bû.

Lîderê Sovyetê, Josef Stalin, serokê Amerîkayê Franklin D. Roosevelt û serokwezîrê Brîtanyayê Winston Churchill tevlî vê bernameyê bûn.

Bi vê konferansê her sê lîder li ser dîzayna polîtîk a cîhanê biryarên giring dan.

Li aliyekî Amerîka û Brîtanya, li aliyekî din jî Yekitiya Sovyetê xwestin qada bandora xwe ya polîtîk zêdetir berfireh bikin.

Di encama muzakereyên dirêj de, kontrola Sovyetê ya li ser rojhilata Ewrûpayê hat qebûlkirin.

Li welatên li vê herêma ji dagirkeriya Almanyaya Nazî hatibûn rizgarkirin wê hukumetên dostên Sovyetê bûn bihatana ser kar.

Welatên li rojavayê Ewrûpayê jî wê bi temamî wekî qada ku ji aliyê polîtîk ve terka kontrola Amerîkayê bihatana kirin.

Li aliyekî din, bingehên rêxistina Neteweyên Yekbûyî jî di vê konferansê de hat amadekirin.

Her du beşdarên bernameyê plana Amerîkayê ya ji bo damezrandina vê rêxistinê qebûl kirin.

Li gorî vê planê, di nava vê rêxistinê de Konseya Ewlekariyê jî bihatana damezrandin ku 5 endamên wê yên mayinde hebûna.

Fransaya ku du şer de têk çûbû wê bûbûna endamê vê konseyê.

Hin biryarên din ên konferansê jî derbarê herêmeke din a şer Pasîfîkê de bûn.

Amerîkayê ji bo li dijî Japonyayê şer rabigihîne, Yekitiya Sovyetê qayil kirin.

Di berdêla vê de jî başûrê girava Sakhalîn û giravên Kûrîlê ku di destên Japonyayê de bûn ji Sovyetê re hatin hiştin.

Şerê Sar 

Amerîka û Sovyetê kurtedemek piştî şer ji ber nakokiyên di warê berfirehkirina bandora xwe ya li cîhanê hatin pêşberî hev.

Lêbelê atmosfera xweşbîn a di navbera her du bloqên dijber a di Yaltayê de pir zêde dom nekir.

Amerîka û Sovyetê kurtedemek piştî şer ji ber nakokiyên di warê berfirehkirina bandora xwe ya li cîhanê hatin pêşberî hev.

Di navbera her du aliyan bi serokatiya Harry S.Truman a li Amerîkayê xera bû û bi vê re jî di navbera bloqa Rojava û Sovyetê de Şerê Sar dest pê kir.

Infowelat

—————————————–

Foto: Winston Churchill, Franklin D. Roosevelt û Josef Stalin li Konferansa Yaltayê derbarê qedera cîhanê de biryarên giring dan. /Atlanticcouncil.org

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …