Sibatê li Kurdistanê şer giran bû

Hêzên Parastina Gel (HPG) encamên şer ên ji bo meha kanûna paşîn a 2023’an eşkere kirin.

HPGê ragihand, di encama çalakiyên wê de 99 leşkerên dewleta tirk hatine kuştin.

Hêzên Parastina Gel (HPG) encamên şer ên ji bo meha kanûna paşîn a 2023’an eşkere kirin.

HPGê ragihand, di encama çalakiyên wê de 99 leşkerên dewleta tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe ya di 2yê sibatê de detayên encamên şer parve kirin.

Navendê ragihand, di sibatê de 79 çalakiyên gerîla pêk hatine.

Di encama van çalakiyan de 99 leşkerên artêşa tirk hatine kuştin û 12 ji wan jî birîndar bûne.

HGPê di daxuyaniya xwe de da zanîn, di encama çalakî û êrişan de 3 gerîla jiyana xwe ji dest dane.

Alavên leşkerî hatin desteserkirin

Di daxuyaniyê de detayên derbarê alavên leşkerî yên hatine tunekirin û desteserkirin jî agahî cî girtin.

Herwiha, gelek amûrên ji bo lojîstîka artêşê tê bikaranîn hatine derpkirin.

Di daxuyaniyê de detayên derbarê alavên leşkerî yên hatine tunekirin û desteserkirin jî agahî cî girtin.

Li gorî vê, 21 çeper, 5 kamerayên mobesse, wesayiteke leşkerî, cebilxaneyek, 2 deverên lojîstîk, 3 konteynir, 2 sîstemên radarê, kamerayeke mobesse ya termal û 2 çekên A4 hatine tunekirin.

Gerîlayên Kurdistanê 2 çekên otomatîk ên BKC, 7 çekên MPT, 5 çekên bombeavêj, 5 jê termal, 7 jê ji bo şevê 12 dûrbîn û gelek amûrên leşkerî jî desteser kirine.

Herwiha, gelek amûrên ji bo lojîstîka artêşê tê bikaranîn hatine derpkirin.

HPGê serê salê jî daxuyaniyekê derbarê encamên şer ên 2023an de weşandibû.

Di vê daxuyaniyê de hatibû diyarkirin, di par 1712 êrişên gerîla pêk hatine û di encam de 928 leşkerên artêşa tirk hatine kuştin.

Infowelat

———————

Foto: Dîmenekê ji Çiyayên Kurdistanê /Rudaw

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …