Partîya Netewperest a Skotî (SNP) bû duyemîn têkçûyî yê hilbijartina Brîtanyayê.
Partîya serxwebûnxwaz a Welatê Galê Plaid Cymru yek ji hêza serkeftî ya hilbijartinê bû.
Sinn Feina yekîtîya Îrlandayê dixwaze, her sê kursîyên xwe yên li bakurê Îrlandayê parast.
Hilbijartinên Brîtanyayê ku bû sebeba têkçûna Partîya Mihefazakar, ji bo gelên bê dewlet ên Brîtanyayê encamên cuda bi xwe re anî.
Partîya Netewperest a Skotî (SNP) bû duyemîn têkçûyî yê hilbijartinê.
Partîya Karkeran a brîtanî li Skotlandê SNPê têk bir.
Serxwebûnxwazên skotî hejmara dengên xwe ji 1,2 milyonî daxistin 700 hezarî.
Bi vê encamê, 38 ji 47 kursîyên partiyê yên di Parlamentoya Brîtanyayê de ji destê wê çû.
SNPê ragihandibû, eger di hilbijartinê de li Skotlandê bibe yekemîn wê ji bo referandûma duyemîn a serxwebûnê bi Brîtanyayê re muzakereyan bike.
Rapirsî nîşan didin, li Skotlandê desteka ji bo serxwebûnê li derdora ji % 40 û 45 e.
Tevî vê jî, rêjeya desteka ji bo SNPê di hilbijartinê de encax gihîşt % 30yî.
Welatê Galê û Plaid Cymru
Partîya serxwebûnxwaz a Welatê Galê Plaid Cymru yek ji hêza serkeftî ya hilbijartinê bû.
Partîyê ji % 14.8ê dengên li Welatê Galê girtin û rêjeya dengên xwe ji % 4.9 zêde kir.
Bi vê encamê, Plaid Cymru her çar kursîyên xwe yên di parlamentoyê de parastin.
Plaid Cymru di manîfestoya xwe de ji Brîtanyayê daxwaza transferkirina erkên nû dike.
Sinn Fein serkeftî bû
Sinn Feina yekîtîya Îrlandayê dixwaze, her sê kursîyên xwe yên li bakurê Îrlandayê parast.
Partîyê li herêmê ji % 33an dengan girt û hejmara dengên xwe ji 180 hezarî derxist 210 hezarî.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Sinn Fein di her sê hilbijartinên dawî de li bakurê Îrlandayê dibe partîya yekemîn.
Partîyê dixwaze bi rêya serfirazîya xwe ya dawî, nexşerêya yekîtîya Îrlandayê muzakere bike
….………………………………………………
Foto: Lîderên Sinn Feinê bi encamên hilbijartina Brîtanyayê dilxweş bûn/Nationalia
Infowelat