Rapora windahiyên şer a Kolombiyayê

Kolombiyayê dî dîroka şerê navxweyî de cara pêşiyê berpirsiya xwe ya ji bo sûcên qebûl kir. Serokê Kolombiyayê Juan Manuel Santos di 25’ê Tîrmehê de diyar kir ku dewleta Kolombiyayê di şerê bi rêxistinên çepgir re bi awayekî giran mafên mirovan îhlal kiriye.

Santos, mikurhatina dewletê di axaftina xwe ya bi armanca ku destekê bide reforma destûra bingehîn a ji bo amadekirina çarçoveya muzakereyên aştiyê de anî ziman. Di axaftina ku di Dadgeha Destûra Bingehîn de hat kirin de, serokê Kolombiyayê wiha axivî: “Hikumet di şerê navxweyî ya 50 salan de, di hin bûyerên ku bi şaşî tevlî bûye de û di hin bûyerên ku bi riya dîrekt a saziyên hikumetê tevlî bûye de bi awayekî giran mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî îhlal kiriye” û got ku “Wekî organên dewletê, rola me misogerkirin û parastina mafên hemû welatiyan e. Ji ber vê, berpirsiya me mezintir e.”

Serok Santos di heman demê de balê kişand ser berpirsiya rêxistinên çekdar ên çepgir û hêzên paramîlîter ên rastgir û wiha dom kir: “Eger bi rastî em hatine dawiya pevçûnê, divê endamên FARC’ê û ELN’ê û endamên çekberdayî yên AUC’ê jî berpirsiya xwe bibînin. Ev pir girîng e.”

Mikurhatina dîrokî ya hikumeta Kolombiyayê, rojekê piştî eşkerekirina rapora ku li ser maxdûrên şerê naxweyî hatibû nivîsandin, pêk hat. Di raporê de ji hikumetê re dihat pêşniyazkirin ku di destpêkê de dewlet berpirsiya xwe ya di warê mafên mirovan de qebûl bike. Di raporê de tê destnîşan kirin ku divê dewlet li benda îspatkirina sûcên di şer de hatine kirin nesekine, baweriya xwe bi îfadeyên maxdûran bîne û efûyê ji wan bixwaze. Li gorî raporê, incax vê meqanîzmayê dikare meşandina pêvajoya aştiyê hêsantir bike.

Li Kolombiyayê di 1958’an de di navbera dewlet û gerîlayên çepgir FARC’ê (Hêzên Şoreşger ên Çekdar ên Kolombiyayê) û hêzeke din a şoreşger ELN’ê (Artêşa Rizgariya Neteweyî) de şer dest pê kir. Tevlîbûna hêzên paramîlîter AUC’ê (Hêzên Xwe-Parastinê yên Yekgirtî yên Kolombiyayê) ku piştgiriya dewletê dikirin, şerê di navbera hêzên çekdar de ber bi qada sivîl ve fireh kir û bi vî awayî hejmara windahiyan pir zêde bû.

Hikumeta Kolombiyayê, ji Payiza 2012’an û vir ve ji bo aştiya bi FARC’ê re li Kubayê hevdîtinan dimeşîne. Hikumet, bi armanca çêkirina çarçoveya hiqûqî ya aştiyê, reformeke destûra bingehîn amade kir. Di nava reformê de efûkirina şervanên FARC’ê yên ku çek datînin û beşdariya rêxistinê ya ji bo qada siyasî jî cî digire. Reforma ku di 2012’an de ji aliyê Kongreyê hat qebûlkirin, niha li benda pejirandina Dadgeha Bingehîn e.

ya basta2

Rapora windahiyên şer

Hikumeta Kolombiyayê bi armanca tazmîndayina ji bo maxdûrên şer û vegerandina erdên gundiyan ên hatine dagirkirin li xwediyên wan, di sala 2011 ‘an de Navenda Hişê Dîrokî ya Kolombiyayê ava kir. Saziya navborî, ji bo zelalkirina hejmara windahiyên di şer de hatine dayîn û berpirsiya aliyên şer a ji bo bûyerên pêk hatine, raporeke berfireh amadekir. Belgeya ku piştî lêkolînên demdirêj ên 21 lêkolîneran hatibû  amadekirin û ji 434 rûpelan dihat, bi navê “Êdî Bes e! Kolombia: Hişê Şer û Rûmetê” hat weşandin.

Hin agahiyên balkêş ên vê raporê wiha ne:

  • Di navbera salên 1958 û 2013’an de 220,000 kolombiyayî hatine kuştin. Ji vê hejmarê 176,000 kes sivîl bûne ku ev jî dike ji % 80 windahiyên sivîl.

 

  • Ji sala 1981’an şûn de berpirsê piraniya kuştinan hêzên paramîlîter bûne. Di salên borî de 1983 qirkirin pêk hatine. Paramîlîter berpirsê ji % 59, gerîla ji % 17 û hezên dewletê ji % 8’ê bûyeran bûne. Ji % 60’ê maxdûran cotkar, ji % 10 karker û ji % 30 esnaf bûne.

 

  • Di navbera 1985 û 2012’an de di saetekê de 26 kes ji mecbûriyetê koç kirin e. Hejmara giştî yê mirovên ku di encama şer de koç kirine 4.7 milyon e ku qasî tevahiya nifûsa Îrlanda, Kosta Rîka an Lubnanê ye.

 

  • Di navbera 1981’an de 2012’an de 23,154 kes hatine înfazkirin. Berpirsê ji % 16.8’ê van bûyeran gerîla bûne û ji % 10’ê wan jî ji aliyê polêsan hatine kirin.

 

  • Piraniya revandina mirovan ku hejmara wê 27,000 bûye, di navbera 1970 û 2012’an de ji aliyê FARC’ê hatiye kirin. Di navbera 1996 û 2012’an de 16,040 kes hatine revandin. Berpirsê revandina 8,578 kesî FARC û 7,462 kesî ELN bûye. Revandina mirovan li 919 bajar, navçe û navendên din ên li seranserê welat belav bûne, pêk hatiye.

 

  • Di warê mayinên bejahiyê de Kolombiya piştî Afganîstanê li cîhanê duyemîn e. Hejmara maxdûrên mayinan 10,189’e.

 

  • 5000 kes hatine windakirin. Ji vê hejmarê, bi tenê 689 bûyer hatine ronîkirin.

 

Çavkanî: : http://www.foxnews.com, http://www.elnuevoherald.com, http://justf.org

 

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Meclîsa Nûneran a Amerîka di hewldana naskirina jenosida Êzdiyan de ye

  Lijneya karûbarê derve ya Encûmena Nûnerên Amerîka bi yek deng, pirose yasaya di derbarê …