Sê xwendekarên ji DYA’yê û Cebelîtarikê bi armanca lêkolîn û tomarkirina muzîka gelêrî ya Başûrê Kafkasyayê, dest bi xebatê kirin. Xwendekar, piştî xebata xwe yê li qadê, dixwazin encamên bi dest xistine li ser malperekê biweşînin. Şîrketa bi nave Kickstarter a xwedî mezinbûneke mitewazî ye, vê projeyê fînanse dike.
Projeya Sayat Nova
Koma ku Projeya Sayat Nova dimeşîne ji Ben Wheeler (etno-muzîkolog), Anna Harbaugh (dîrokzan) û Stefan Williamson (antropolog) pêk tê. Nave projeyê, ji muzîsyenê ermenî yê sedsala 18’an Sayat Nova ku bi zimanê ermenî, azerî, gurcî û farisî stran û helbest nivîsî ye, hatiye. Ji ber cihêrengiya zengîn a Sayat Nova, xwendekar navê wî li projeyê kirine.
Li seranserê Kafkasyayê komên ji aliyê etnîk û olî cihêreng rûdinin. Ji 50 zêdetir komên etnîk, zimanên ku endamên 5 malbatên zimanan e diaxivin. Xrîstîyanî –katolîkî, apostolîkî û ortodoksî- li kêleka misilmaniyê –sunî û şiî- dijîn û komên biçûk baweriya xwe bi cihûtî û êzdîtiyê tînin. Vê cihêrengiyê bi taybetî li paytexta Gurcistanê Tîflîsê xurt e. Endamê komê Wheeler li ser pirsa çima navenda xebata wan vî bajarî ye, wiha dibêje: “Bi ya min, ji bilî Tîflîsê me nikaribû ciyekî din bikirana navenda vê projeyê. Ev der ciyê ku hemû çand bi rastî jî tevlî hev bûne û îro jî hûn dikarin vê bibînin e.”
Wheeler dide zanîn ku “piraniya xebatên heyî yên di derbarê muzîka gelêrî ya Kafkasan de, di asta neteweyî de bi xebata li ser muzîkê eleqeder dibe” û di gotara xwe ya akademîk a di facebookê de hatiye weşandin de vê dinivîse: “Lê ev nêzîkbûna ku li ser qada neteweyî yan muzîka piraniyan kûr dibe, divê bi kûrbûneke paralel a li ser kêmaran bê destekirin: komên etnîk û kevneşopiyên biçûktir ku parçeyekî esil ê mozaîka çandî ya Başûrê Kafkasyayê ne.
Kevneşopiyên Aşiqan
Wheeler dide zanîn ku dema ew çûne bajarokê azerî Marneulî û li wir aşiqên lokal guhdarî kirine, Projeya Sayat Nova derketiye holê. Li ser vê mijarê Willam Fa jî wiha diaxive: Me kifş kir ku li vê herêma Gurcîstanê “dibistaneke” taybet a muzîka aşiq heye û me pir enteresan dît ku ev kevneşopiya yekta nehatiye tomarkirin û ligel vê jî agahî bi îngilîzî tune ne”.
Di derbarê aşiqan de Wheeler van agahiyan dide: “Di sedsalên 17 û 18’emîn de aşiqên profesyonel ên pirzimanî ku li dora bajarên Gence, Şemaksi, Êrîvan, Tîflîs û Derbendê kom dibin, ji bo nûçe, raman, muzîk û çandê wekî qenalên ragihandinê xizmetê dikin. Dema aşiq li çiyayên Kafkasên nizmtir bi cî dibin, dibistanên cihê yên herêmî zanîneke mezin a muzîk û devokî dikişînin hundirê xwe.”
Endamên koma projeyê, li Gurcîstanê rastî du aşiqên ku cihêrengiya Kafkasyayê temsîl dikin, tên. Aşiqê ewilî Aşiq Garîb ê 75 salî ku li gundê azerî Algetîyê yê li herêma Kvemo Kartkli ye rûdinê, bi taybetî girîng e. Garîbê ku mamosteyê sereke yê piraniya tembûrvanên li ser axa ku piranî azerî lê dijîn ya li ser sînorê Ermenîstanê, destnîşan dike ku kevneşopiya li vir ji yê Azerbaycanê melankolîktir e.
Li aliyekî din, Aşiq Nargîle formeke din a muzîkê ku ji aliyê UNESCO’yê hatiye naskirin, temsîl dike. Nargile Mehtiyeva ku ciwan e û ji bilî sazlêxistinê helbestvane jî, nîşan dide ku di civakên kevneşopî de jî jin dikarin roleke sereke bilîzin. Nargîleya azerî di heman demê de li Konservatûara Dewletê ya li Tîflîsê saz ferî zarokan dike.
Piştî ku li Gurcîstan û Ermenîstanê muzîsyenên ermenî, gurcî, kist, avar, tûş, bats, kurd, îranî û yên din tomar kirin, bi armanca tomarkirina kêmaran, koma projeyê di Hezîranê de çû Azerbaycanê. Li ser encamên projeyê Wheeler nêrînen xwe wiha tîne ziman: “Eger em bikaribin van diyalektên muzîkê derxin asta muzîka neteweyî, wê nexşeya derkeve holê bêtir zengîn û bi detay bibe û wê baştir çanda muzîkê ya li welat temsîl bike.”
Wheeler di demên dawî de di rojnameya Georgian Times’ê de wiha gotiye: “Em ê bi vê malperê şeran nesekinînin lê em dixwazin ciyekî ku mirov bikaribin bi hev re biaxivin çêbikin.” Dibe ku bi vê mijarê re tam eleqeya wê tune be lê qet nebe hêvî heye ku gelên li her sê welatên Başûrê Kafkasyayê dijîn, wê tiştên xwe yên hevpar nasbikin û ji tiştê ku di destê wan de tune re rêzê bigirin.
19 Tîrmeh 2013
Onnik Krikorian
———
Vê nûçeyê di malpera Osservatorio Balcani e Caucaso’de hatiye weşandin. Gotar ji bo kurdî ji teksta îngilîzî hatiye girtin û kurtkirin.