Swêd dersînorkirina penaberan nîqaş dike

Wezîra Swêdî Paulina Brandernberg: “Ku hûn tiştên li derveyî nirxên demokratîk daxwaz dikin, an jî hûn li hemberê Swêdê xebatê dikin, wê demê heqê we tune ye hûn li vir bijîn.”

Swêd dixwaze kontrola li ser penaberan derxe asta herî bilind.

Hukumeta Swêdê niha dersînorkirina penaberan gotûbêj dike.

Li gorî vê, eger penaber an koçberek bi komên sûc re têkildar be an nirxên demokratîk red bike wê bê deportkirin.

Wezîra Koçberiyê Maria Malmer di daxuyaniya çapemeniyê de li ser mijarê agahî da.

Malmer got, “ji bo entegrasyona serkeftî, divê kesên li Swêdê bijîn normên sereke qebûl bikin.”

Wezîra Wekheviya Zayendî Paulina Brandberg jî qala “kêmasiyên di formên jiyanê” ên wekî gendelî, dizî, endamtiya torên sûc û şîdetê kir û vê wekî sebeba dersînorkirinê nîşan da.

Brandenberg got, “ku hûn tiştên li derveyî nirxên demokratîk daxwaz dikin, an jî hûn li hemberê Swêdê xebatê dikin, wê demê heqê we tune ye hûn li vir bijîn.”

Li ser mijarê Wezîrê Edaletê Gunnar Strommer jî dîtinên xwe ji Radyoya Swêdê re îfade kir.

Gunnar got, dema penaber an koçber sûc bikin wê îhtimal heye statuya wan a welatîbûnê jî bê betalkirin.

Di salên 1990î de ji Yugoslavya, Sûriye, Afganistan, Somalî, Îran û Iraqê hejmareke zêde penaber koçî Swêdê kirin.

Di 2022’an de polîtîka guherî 

Piştî hukumeta Ulf Kristersonê rastgir di 2022’an de hat ser kar, Swêd polîtîkaya xwe ya penaberiyê hişktir kir.

Piştî hukumeta Ulf Kristersonê rastgir di 2022’an de hat ser kar, Swêd polîtîkaya xwe ya penaberiyê hişktir kir.

Kanûna par, hukumetê diyar kiribû ew dixwaze mafê mayinde ya penaberan betal bike.

Ev jî tê vê wateyê, heta mafê welatîbûnê werbigirin wê penaber bikaribin bibin xwediyê mafê demî îkametê.

Li aliyekî din, saziya Swêdê ya koçberiyê Migrationverket ji ber bersivê dereng dide penaberxwazan tê rexnekirin.

Tê ragihandin, Migrationverket di navbera 12 mehan û 4 salan de bersiva ji bo îlticayê dide.

Infowelat

Foto: Ala Swêdê

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …