Hogir BERBIR
Kariyera hunerê ya Menaf Osman, dikare li ser demên cuda were binavkirin û her demên cuda wek stîl û teknîkên cihê xebatên xwe dide nasîn. Di warê hûnere de, di nav dîwarê zîndanên zordestiyê de, pêşveçûna xwe ji şibakeyên li hewşa bêhnvedana girtîgehê ya ku hew ezmanekî hişkşîn li ser e û tê te xûya kirin, dibe asoya binheşa wî fireh bike û li ser tabloyan êşa welatê xwe xêz bike.
Reş, ji nava rengên di nava tevahiya suhretên cîhanê de serdest e, wekî deryayekî sêrik û bingehîn e, mîna esmanekî di nav her tonî de diçe û tê, maneya dengbûnê bêguman digire nava xwe ku zimanekî biçûk ya bêdengiyê ye, navnîşana êş, azar û hêsiran e, di encamê de nîşaneya ku dikeve nava têgihîştina hestên biweste û tê wendakirin e.
Reş, di nava asîmanê welatê min de şev e, stêrka leylanî hêsanî biçûk dixe û dikişîne nava xwe; li ber mahkûmê şeva çilmişî ya çavên tijî hêsirandin e, xew e, jixwe çûyîn e, gavek ber bi mirinê ve ye ku dawîkirina dema serdestiya ber bi roniyê ve, birçiyê rengan e.
Reş, li tevahî rengan tê lê li tabloyên Menaf Osman nayê, dema ku firçeya xwe di nava boyaxa reş dixe de û li ser tabloyê bi tevahî reş dixeniqîne, şevê reş girê dide, bi lenengên kirasreş ku li bejnan dadike, deng û awaza gotinin reş jê nabarîne û mîna roniya rojê dest bi senfoniya hûnerwerî ya hûnermendiya xwe dike, bi yek carê bi reşê re çavên li ser hemû êşan, dengên li ser hemû bûyeran, qêrîn û awaza bi lêxistina amûreke mûzîkî di nava gûhên kerikî de olan dide û deng pê naxîne; di navbera her tiştî de çavdêriya reseniyê dike. Mixabin, tola xwe ji reşê digire, rûhê ku di nava nuqtikên reşê de li ber xeniqandinê ye, bi qalibekî din wek melodiya bêşik li ber bayê balenayê dixîne û rengan li nav hev dixe, dibe destpêka her tiştî û dawîbûna ebedî, bi gotinên ku gêr dike bi tabloyekê re, dixe nava wêjeya reşgirtinê û li ber me radixîne.
Menaf Osman bi vê amûra xwe şêweyê dide tabloyên Pablo Pîcasso jî û bi kurmancî digihîne ber destê me. Şewqê dide çavên me. Şevên li giyanên lehengên xwe bi ronahiya bajarên dîwarê li paş reşê, bi rojên dawî yên winda mîna pencereyek ji veşartina jiyana pişt perdeyê, bi labirenta wejeyî ya ferhenga kurmancî reng ji reşê kêm dike, di hîşmediya xwe de diafirîne û li ser tabloyê dihûne, qederan tevan vedişêr e û binax dike.
Menaf Osman tabloyên xwe bi zimanekî şareza ku mirov bêhna kurdewarî jê dike, bi firçeyeke resen, araste û xwezayî ku li hev tîne û di nava dîmenan de em ê tê de êşa evîneke trajik ku ji alî hûnerwerî ve, di kesayetiya eşqa xwedayî ku nava rengan de tê te xeniqandin, di heman demê de gel û şerê êşa welatê xwe di nav de bi cih dike, bibînin.
Kariyera hunerê ya Menaf Osman, dikare li ser demên cuda were binavkirin û her demên cuda wek stîl û teknîkên cihê xebatên xwe dide nasîn. Di warê hûnere de, di nav dîwarê zîndanên zordestiyê de, pêşveçûna xwe ji şibakeyên li hewşa bêhnvedana girtîgehê ya ku hew ezmanekî hişkşîn li ser e û tê te xûya kirin, dibe asoya binheşa wî fireh bike û li ser tabloyan êşa welatê xwe xêz bike.
Bi firçeya reşbûnê re; mirov in ku ji bo pêşeroja xwe, xwe li ber pêlên deryayan dixin û li ber diçin, wenda dibin û binax dibin.
Mirov in ku bi kiryarên nediyar ji bo çi hatin vê dinê û ji bo çi ji vê dinê bar kirin, bi qedera xwe ya nehate zanîn man, bi gûleyên ji paş hûst ve xwarin, çûn û binax dibin.
Mirov in ku hebûna netewa xwe bi ragihandina çapemeniyê ya rojnamegeriya xwe re dibine pêlek deng ji hûrguliyên jiyanê û bi bedelên giran tê te dîtin ku çawa didin, bi dîtinê re êşa welatî jî tê de bibînin ku çawa dişibe hevşabûna bi reşahiyê re, binax dibin.
Mirov in ku di nava kûndek ax de li ser hev hestî û goştên pev keliyan e û bi axê re zeliqîn e; dayik in li dûv wan stûxwar in û çav li rêya ku bê diqûfilîn in bi hêviya axir zeman û bi rondikên çavan, binax dibin.
Bi şibandinê re em ê li ferqek dinê jî rast bên ku di nava xwezaya hêşîn de, azadbûna kesayetî ne di nava pençê azadiya welatekî neazad de ye, ku ew welatên xwedî dewletin û bi hêz û qûwet in, bi vê tûndiya xwe di zîndanên tarî de dîxwazin amûra hûnerê têk bibin, lê nikarin firçeya Menaf Osman bitefînin û em dibînin ku ne li welatekî azad, bi rûhekî azad dijî û dide jiyîn.
Hûnera Menaf Osman, tenê bi şêweyê, bi grafûra ku rengdêriyê bi dengdariyê re araşeyî estetîkê dike, di nava civakê de her çi qasî milê siyasî raxîne ber çavan, ew qasî dinyaya hûnerê bi firçeya xwe sînordar nake û bi felsefeyeke hevreng bi tesîrên nûjen û şêwazên nûjen pêşkêş dike, û her çarçoveyeke tabloyê ji bo pêşeroja modern pêşniyarî jiyana xwezayî ya mîrateyên çandî, bi tesîra dîroka hûnerî ve girêdide û di vê dinyaya modern de bi awayekî baştir nîşan dide.
Her çiqas tabloyên Menaf Osman ku pêşî bi rengê reş ê derkekeve pêşberî me û em ji rengê reşê hez nekin jî, bi tabloyên re em ê tê bigihên ku reş li me tê û dilê me reş bihêle jî, di warê wêjeyî de baqekî gulên şûrikî li ber tava cîhana kurdîstanê ku reş dibe, di nava dilê çilmisî de dê diçikilîne, li ser qedera wê datîne bi rengekî din û em ê jê hes bikin. Bi heskirina me re, reş, wê vê reşbûna xwe daqûltîne nava bêhoşiya meya vexwarinê ya nêrîna me û di nava cîhana hebûn û nebûnê de ku ji hev cihê dibe, wê xwe dabelihîne nava perê jiyana me.
Lehengên tabloyên Menaf Osman bi deng û awaza xwe, rastiya civaka ketî li ber me radixîne û êşa welatê me bi serbilindahiya amûra firçeyê ku desthilatdar e, cîhanê dide der, ku li ber dilê wî serdest e, azadiya giyana di ramûsanên geliyê weşartî de li ber bêhoşiya şerxweşiyê raza ye, binpê dike, ji ya xwe danakeve, dijî û bi jiyandina kesayeta xwe re, serhildêr e û tim li pêş e.
Em cîhanekê dibînin di nava tabloyên ku şer û pevçûna evînek e li ser hûnerwerî û dewlemendî dest pê dike û di vî şerî de tê xûya kirin ku dewlemendî çi qas ruhê hûnerê di nava landika kefa destê xwe de dide lîstin jî, nikare desthilatdariyê bike û hûner bi her awayê xwe li hember vê tevgerîna dilînî azad e û bi ser dikeve.
Piştî ew qas dilê li ber amûra reşbûnê reş bibe, tê xuya kirin ku reş tenê ne reş e, ji nû ve şêwaza dengekî din digihîne mirov û ji reşê wêdetir xwe bi me dide xuyakirin ku reşhêsan e, reş li kurdistanê xwedîyê êş û azarên nedîtî, şînek li ser asîmanê welatê bi per û baskên reşêlanka mirinê lê dibarîn e; di çavên tabloyan de li ber me rengê xwe noqî nava binhişî dike de, em ê tê bigihên ku reş ji reşbûnê wêdetir evîn e, azadî ye, xelasiya ji dubendiya nava kesayetî ye û serweriya hemû hestên di nava şer û pevçûnan de tim li ber çavan e.
Her wiha, vî milê Menaf Osman yê bi wêjeyê ve eleqedar ku di warê nivîsê de, çi roman, çi helbest, çi çîrok, çi cerebe û lêkolîn ku li gel wergerên ji zimanê erebî, tirkî, frensî û îngilîzî, bi kurmancî li hember me ye û şaxekî zimanê zikmakî tim av dide ku mêweyên xwe, berhemên ku dide, ji xeynî tabloyên modern, bi hawara Celadet Bedîrxan ve jî dibeze.
Ji ber vê, kûrahiya aşoya reşxeniqî ku xwe dadiweribîne nava bêdawîbûna ajoya hestên dilînî ku li ber reşxeniqandinê berxwe dide û bejna tabloyan dixemilîne bi wêjeyî, bi nêrînek çavên tê bigihên, em ê heq bidin tabloyên Menaf Osman ku çi qasî li reşê tê.
Fotoyê bergê: Menaf Osman
Kî ye Menaf Osman?
Menaf Osman, şervanekî kurd bû di 1993an de hat girtin. Piştî 31 sal di girtîgehê de ma cezayê xwe yê temam kir lê tevî vê jî hîn nehatîye berdan. Şervanê kurd di girtîgehê de piranî ji wan roman bo dehan berheman nivîsî û wergeran kir. Ji bilî van, Osman gelek tabloyan xêz kir. Menaf Osman niha li cîyê vegehrandina bîyanîyan a Edirneyê tê girtin û li bende serîlêdana xwe ya ji bo Holandayê ye.
—————————————————
Hogir Berbir
Hogir Berbir li Dêrika Çîyayê Mazî ji dayîk bûye. Ji ber xebatên xwe yên sîyasî di 1995an hatîye girtin û 10 salan di girtîgehê de maye. Berbir li girtîgehê dest bi nivîsandina kurdî kirîye û kurteçîrok, helbest û gotaran nivîsandîye. Gelek xebatên wî di di malper, kovar û rojnameyan de hatine weşandin û çend berhemên wî hatine çapkirin. Nivîskar di 2004-2007an de di Desteya Rêveberîyê ya Enstîtuya Kurdî ya Amedê û di 2007-2017an de di Desteya Rêveberîyê ya Komeleya Nivîskarên Kurd de cî girtîye. Yek jî damezrînerê Komeleya Wêjekarên Kurd e û hevserokatiya vê komeleyê kiriye.