CREATOR: gd-jpeg v1.0 (using IJG JPEG v62), quality = 75

Kanada Supayê Pasdaran xist lîsteya terorê

Hukumeta Kanadayê Supayê Pasdaran xist lîsteya terorê.

Bi biryarê, hatina Kanadayê ya endamên Supayê Pasdaran û hemû têkiliyên kanadayîyan bi  vê komê re tên qedexekirin.

Herwiha, biryar destûrê dide hukumetê hebûna vê hêza îranî yên li Kanadayê desteser bike.

Îran di asta cîhanî de demên dawî rastî derbeyên dîplomatîk tê.

Vê carê hukumeta Kanadayê li dijî Îranê biryarekê da.

Hukumeta Ottawayê Supayên Pasdaran xist lîsteya terorê.

Wezîrê Ewlekarîya Civakî ya Kanadayê Dominic e Le Blanc di daxuyanîya derbarê biryarê de, Îranê bi “desteka ji bo terorîzmê” sûcdar kir.

Wezîra Derve Melanije Joly jî got, “Kanada çend sal in têkilîyên dîplomatîk bi Tehranê re qut kirîye” û ji welatîyan daxwaz kir, ji bo geştê neçin Îranê.

Di çarçoveya biryara Kanadayê de, hatina Kanadayê ya endamên Supayê Pasdaran û hemû têkiliyên kanadayîyan bi endamên vê komê re tên qedexekirin.

Herwiha, biryar destûrê dide hukumetê hebûna vê hêza îranî yên li Kanadayê desteser bike.

Ev demeke dirêj bû malbatên qurbanîyên balafira li Tehranê hatibû xistin, ji bo Supayê Pasdaran têkeve lîsteya terorê zextê li hukumeta Kanadayê dikirin.

Balafira koda wê ya firinê PS752 bû, di 2020an de ji alîyê artêşa Îranê ve hatibû xistin.

85 kesên ji 176 qurbanîyên balafirê welatîyên Kanadayê bûn.

Kanada berî niha 80 rêxistinên ku di nava wan de El-Qaîde, Hîzbulah, Talîban û DAIŞ jî hebûn, xistibû lîsteya terorê.

Kanada di 2022an de Hêza Qudsê ya bi se Supayê Pasdaran wekî terorîst pênase kiribû

DYA jî di 2019an de Supayê Pasdaran di lîsteya xwe ya terorê de bi cî kiribû.

Parlamentoya Ewrûpayê bi biryarekê bang li Yekîtîya Ewrûpayê kiribû, heman hêza Îranê têxe nava lîsteya rêxistinên terorê.

Çi ye Supahê Pasdaran?

Supaya Pasdaran artêşa elît a parastina rejîma Îranê ye.

Ev artêş jdi 1979an de ji alîyê rejîma olperest ve hat damezrandin.

Hejmara endamên Supayê Pasdaran di ser 200,000î re ye.

60 hezar mîlîsên paramîlîter ên bi navê Besîc jî endamên Pasdaran e.

Ji bilî hêzên bejahiyê, Pasdar xwedî hêzeke mezin a deryayî ne jî.

Parastina Kendava Îranê (Kendava Basra) di bin berpirsiya Pasdaran de ye.

Butçeya salane ya Pasdaran li derdora 7 milyar dolarî ye.

——————————————

Foto: Dîmeneke Supayê Pasdaran/Press TV

Infowelat

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Beledîyeyên Mêrdîn, Batman û Xelfetîyê hatin desteser kirin

Dewleta tirk îro Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredarîya Batmanê û Şaredarîya Xelfetîyê ku navçeyeke …