Li cîhanê hejmara kesên neçar man terka cîûwarê bikin gihîşt 117 mîlyonî.
Ji % 90ê penaberên li tevahî cîhanê ku hejmara wan 43.4 milyon e, ji 10 welatan e.
10 welat ev in: Afganistan, Sûrîye, Venezûela, Ukrayna, Filistîn, Sûdana Başûr, Sûdan, Myanmar, Komara Demokratîk a Kongoyê û Somalî ne.
Îro Roja Penaberan a Cîhanê ye.
Roja Penaberan ji bo bîranîna 50. salvegera Konvansîyona Penaberan a 1951an, ji alîyê Neteweyên Yekbûyî ve hat ragihandin.
Ji wê rojê û vir ve, kula penaberan a li seranserê cîhanê girantir bû û hejmara kesên neçar man terka cîûwarê bikin gihîşt 117 mîlyonî.
Ev agahî bi kîtekît di rapora ji alîyê UNCHRê (Komîserîya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî) ve hatîye weşandin, cî digire.
Hin agahîyên balkêş ên vê raporê wiha ne:
- Di 2014an de heşt kesên ji 1,000 kesî bi darê zorê terka cîûwarê xwe kiribûn. Di 2023an de ev hejmar gihîştîye ji serê 1,000î 14 kesan. Bi gotineke din, di 2014an de 54 milyon kes terka cîûwarê xwe kirine kirine.
- Piranîya kesên terka cîûwarê xwe kirine, li herêmeke di nava sînorê heman dewletê de bi cî bûne. Hejmara kesên di vê rewşê de 68 milyon e.
- 7 milyon kes ji ber sebebên karesatên xwezayî û guherîna avhewayê terka cîûwarê xwe kirine.
- Piranîya kesên neçar mane koçî devereke din a heman welatî bikin, ji Afrîka û Rojhilata Navîn in. Kesên di vê rewşê de ji % 48ê wan ji Afrîkayê û ji % 21ê wan ji Rojhilata Navîn in.
- Sudan bi 9 milyon kesên di nava welat de cîyê xwe guherandine, li cîhanê yekemîn e. Ev hejmar li Sûrîyeyê 7.2 milyon, li Kongoyê 6.7 milyon û li Yemenê 4.5 milyon e million).Li Kolombîyayê 5 milyon, li Afganistanê 4.1 milyon û li Ukraynayê 3.7 milyon kes di nava welat de bûne koçber.
- Hin welatên Ewrûpayê jî di warê kesên di nava heman welatî de koçber bûne balê dikişînin. Li Kibrisê ji ber dagirkirina Tirkiyeyê 240,000 kes ku ji % 20ê nifûsê pêk tîne terka cîûwarê xwe kirine. Heman rewş heta astekê li Gurcistan, Azerbaycan, Sirbistan û Bosna-Hersekê jî pêk hatîye,
- Ji % 90ê penaberên li tevahî cîhanê ku hejmara wan 43.4 milyon e, ji 10 welatan e. Ev welat Afganistan, Sûrîye, Venezûela, Ukrayna, Filistîn, Sûdana Başûr, Sûdan, Myanmar, Komara Demokratîk a Kongoyê û Somalî ne.
- Welatên halxweş di warê mazûvanîya penaberan de ji hev gelek cuda ne. Almanya bi 2,5 milyonî li Ewrûpayê welatê yekemîn e ku herî zêde penaberan dihewîne. Tevî vê jî, hejmara penaberên li vî welatî ji yên li Îran, Tirkîye, Urdun û Kolombîyayê kêmtir e.
- Urdun bi 11 milyon penaberan li cîhanê welatê herî li pêş e ku xwedî hejmara herî zêde a penaberan e.
- 7 milyon kes li benda naskirin an redkirina statuya penaberîyê ne. Di 2023an de di vê meseleyê de 1.4 milyon biryar hatin dayîn. Lêdi heman salê de 5.6 milyon daxwazên nû yên ji bo îltîcayê hatin kirin.
—————————————–
Foto:Postereke ji bo Roja Penaberan a Cîhanê hatîye çêkirin/Freepik
Infowelat